25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Herkes li ku derê ye ?

  1. La Paz

Di dema zaroktîya min da rojnameya Milliyetê heftê carekê kovareke zarokan belav dikir. Navê wê Miço bû. Belkî hinek ji we ji heman merheleyê derbas bûbe, tevî kovarê timî pêlîstokên biçûk didan xwînerên xwe. Du sê hefte carekê jî min berê xwe dida gund û tevî zarokan me bi wan lîstokan dilîstin, sebra xwe pê dianî.

Tam di wan çaxan da eleqeya min bere bere li ser fezayê çêbû. Çimkî di kovarê da bi qiyamet gotin, çîrok, xaçerêz û agahîyên girêdayî fezayê hebûn; îja hemû jî rengorengo, wisa xweşik.

Min ji poster, lîstik û kartên fezayî koleksîyoneke qerase çêkiribû. Hîn ji wan hê jî li banîjeyê ne. Tabî piştî demekê rastî û birastîyên jiyanê ez ji xeyalên wisa dûr xistim. Xewn û xeyalên min ên li ser fezayê her çiqas têk neçûbûn jî lewaz bûn. Salên dawî yên zankoyê eleqeya min cardin xwe da der.  Lê vêga bi eşq û muhbetekê na, lê belê bi meraqeke aram min berê xwe dida gotar û nivîsên pêwendîdar. Carna tevî hevalan li şûna em bikevin dersê, me rê li çaxdêrxaneya zanîngehê diqeliband û em diçûn ji bo çavdêrîya stêrkan. Jixwe sîyasal û zankoya  astronomîyê ne ewqas ji hev dûr bûn. Berpirsê çavdêrxanê profesorekî bi navê Hesen bû. Hima wisa şehek li cêba wî ya para, kilîdanka wî li kêlekê, kengê me gazî dikir dihat û resadxanê vedikir. Bawer im cimaetçî bû. Carna digo “oxlim hûn sîyasalcî ne çi îşê we bi van tiştan ketîye, herin jixwe ra kovar movar derxin”. Lê mala wî ava yekê tinazcî bû. Her çiqas gilî û gazinan ji me bikira jî kêfa wî ji wê otorîte û hêzê ra dihat ku me bi pirsên xwe yên eletewş dida wî. Carna heya nîv saetê em li benda çiksayîbûna esmanî diman. Carna jî req em rastî tava zelal dihatin. Teleskoba zankoyê yeka kevn û malê almanan bû. Ji salên 1930’yî mabû ne saş bim.

Axir, di van dem û rojên koronayê da ku jiyana li derve li ber sekeretê ye û hêj ti derman û melhem lê tune ye, min cardin berê xwe da jorê. Yarebbî çi kêfeke ezamet, çi sergêjîyeke nepen e. Îja min go çend tiştên ecêb ên fezayê binivîsim ji xwe ra û qala jiyana derve bikim. Lê derveyeke din. Ez ê du sê nivîs li ser heman mijarê bisekinim û qala teorî û hîpotezên fezayîyan bikim.

  1. Puerto Rico

Sala 1950’yî, Enrico Fermî tevî heval û hogirên xwe yên fîzîkîst, derheqê feza û jiyana li derveyî gerstêrka me da diaxivin. Piştî hin qaleqalan Fermi pirsa xwe ya menşûr dike: “Madem qanitên me ewqas zehf in, nexwe herkes li ku derê ye?”

Ev pirs, ji wê salê vir ve yek ji pirsên herî hêsan lê di heman demê de herî zehmet ên zanistê ye û bênavber fezanas û meraqdarên van tiştan meşqûl dike. Eseh, Fermî pirseke heya bêje sade kiribû. Lê vê pirsê derî li gelek teorî û hîpotezan vekir. Xebera wî bû: Herkes li ku derê ye?

Yê cara ewil behsa jiyana derveyî dinyayê dikir, Fermî bi xwe nebû helbet. Asoyên hiş û aqlê me ji mêj ve meylî şênberkirin û alegorîyan e. Berî wî bi dehan kes jî bi awayekî xwe nêzî vê mijarê kirine. Di 1933’yan da K. Tsiolkovsky digot “mirov, îhtimala hebûna mexlûqatên biaqil li gerdûnê qebûl nakin. Çimkî hege hebûna yan ew ê bihatana dinyayê yan jî dê ji me ra sînyal bişandana.”[1] Ji bo wî bersiva kêşeyê hêsan bû: Hege em nebînin tune ye. Lê Fermî bi şiklekî din li ser mijarê hûr bû. Li gor wî bersiv jî bi qasê pirsê zehmet bû. Wî xwe dispart egereke qerase: Eşkêla (diameter – çap) gerdûna çavdêrîbar (observable univers – gözlemlenebilir evren) derdora 90 milyar saletîrêj (light year – ışık yılı) e û tê da qet nebe 100 milyar galaksî hene. Her yekê van ji 100 milyarî heya trîlyonekê xwedî stêrkan e. Bi tenê di galaksîya me da bi qasî 400 milyar stêrk hene. Di nav vê şorbeya gerdûnî da, ji nav van gerstêrkan di %0.1’î da jî jiyan hebe, dêmek hima bi tenê di galaksîya me da ji milyonekî zêdetir gerstêrk hene ku ji bo jiyanê guncaw in! Lê belê em çima dengê ti kesî nabihîzin ? Digel îhtimal ewqas zêde ye jî çima ti kes ji me ve xuya nîne? Va ye navê vê gelemşeyê Paradoksa Fermî ye.

Bi rastî jî herkes li ku ye? Gelo yên ji me çêtir hene? An yên heyî hew di destpêka şaristaniyekê  da ne? An belkî jî em di sîmûlasyonekê da dijîn û haya me jê tune?

Ev bû nizam çend sedsal em li pey bersiva van pirsan in. Ji 1960’î vir ve jî bi awayekî zanistî. Di vê salê da Amerîkayê projeyeke bi navê SETI (Search for Extra-Terrestrial Intellegence – Lêkolîna Jiyana Biaqil li Derveyî Dinyayê) da destpêkirin. Proje, tevî sateleyt û antenên qerase hewl dide hebûna fezayîyan îspat bike, binêre ka ji bilî me kes heye li fezayê yan na. Lê heya niha bi ti awayî ti îşaret nehate dîtin. Qet. Zero.

Bi qewlê astronomê rûsî N. Kardaşev, nîşaneya şaristanîyan, bikaranîna enerjîyê ye[2]. Li gor wî şaristanîyek çiqas bişê enerjîyê qontrol bike ewqas pêşketî ye. Bi vî hawî sê cure şaristanî hene dibêje. Yek, ya ku enerjîya gerstêrka xwe bi temamî kontrol dike. A dudu, ya ku tevî enerjîya gerstêrka xwe, enerjîya stêrka galaksîya xwe jî kontrol dike. Mîsal di vê merhaleyê da şaristanî dişê kapsûlekê li derdora tavê înşa bike û hemû enerjîya wê kontrol bike (ji vê sîstemê ra Dyson SphereGilover/Kada Dysonî– dibêjin).

Şaristanîya dawî û di vê senifandinê da ya herî pêşketî jî ew e, tevî enerjîya stêrk û gerstêrka xwe, enerjîya hemû galaksîya xwe kontrol dike. Li gor astrofîzîkîstê amerîkî, Michio Kaku, em bi çend sedsalan dûrî şaristanîya ewil, bi çend hezar salan dûrî ya duduya û bi çend milyon salan jî dûrî ya talî ne.

Lê hege ji S. Hawkingî ve be, divê em bi ti awayî hewl nedin bi fezayîyan ra têkilî deynin. Bi îhtimaleke mezin hege ji şaristanîya duyem an sêyem bin, yanê ji me çêtir bin, dê heyata me li ber wan ne hêjayî heyata mîkroban be. Çimkî bi heman tarîfeyê em nêzî şaristanîyên prîmîtîf dibin, şaristanîyên ji xwe qelstir tune dikin; mîkrob, bixûk û kûrmik, mêş û mor, heywan…

Belkî di war û wargehên dipûdûr da fezayîyên celeb celebî hene lê hêj negihîştine wê astê dikaribin ger û geştên nav-stêrkî bikin. Belkî teknolojî heya raddeyekê bi pêş da diçe û dûre ew şaristanî bi felaketên xwezayî yan şerên nukleer xwe bi xwe tune dike.

Lê belkî jî haya fezayîyan ji me heye û em ji bo wan di baxçeya heywanan da ne. Belkî berî milyar salan hatine dinê lê piştî nedîtina tişteke enteresan, pişta xwe dane û çûne. Belkî jî em di nav sîmûlasyonekê da ne û karakterên kurikekî şîşko î 14 salî ne. Belkî …?

[1] Tsiolkovsky, K. (1933). The Planets are Occupied by Living Beings, Archives of the Tsiolkovsky State Museum of the History of Cosmonautics, Kaluga,

[2] Kardashev, Nikolai. (1964). “Transmission of Information by Extraterrestrial Civilizations”. Soviet Astronomy. 8: 217–221.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê