25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêrs û berxwedêrî

Kadîr Stêra

Gava li ser  hêrsa dilê mirovan difikirim, ez careke din fêm dikim ku  kapîtalîzm hêrs ji xwe re kiriye wek çekê.

Ji ber çi ez vê dibêjim? Ji ber ku kapîtalîzm reqabet e û reqabet jî berê mirovan dide jiyaneke şexsî. Em dikarin bi rehetî bêjin ku ev hesta hêrsê lîstokeke kapîtalîzmê ye.

Kapîtalîzm, dixwaze em bibin hêsîrê hêrsên xwe û di nav jiyaneke şexsî de dûrî civakbûnê bijîn. Ji ber vê mirovên bihêrs li pey hêrsên xwe diçin û ruhiyeteke metayî wan dorpêç dike.

Ew di vê dorpêçê de difetisin. Her bihêrs dibin kapîtalîzm dibe dûpişk û bi wan vedide; bi jahra xwe wan qirêj dike û berê wan dide hêrseke din. Ev jahr dike ku mirov xwe nas neke. Ev hesta ku kapîtalîzmê bi mirov şîrîn kiriye, rêya xwenasînê li ber mirov digire. Berê me dide  tarîtiyê û hesteke pûç bi xwe re tîne.

Piştî mirov li xwe hay dibe û dixwaze xwe bibîne, dibîne ku bê hêrsê çi bi serê mirov de aniye ku êdî ev hêrs dibe nexweşiya kompleksê. Mirov ji hesta hezkirinê dûr dikeve û ew û hêrsên xwe bi tenê dimînin.

Ji bo mirov nebe hêsîrê hêrsê û li hestên mirovatiyê vegere, di serî de divê xwe ji hêrsên xwe rizgar bike. Panzehîra vê jî berxwedêrî ye. Divê em li ser berxwedêriyê bisekinin. Berxwedêrî rêya xwenasînê vedike; xwenasîn rizgarî ye, ronahî ye…

Hêrs Ehrîman e; berxwedêrî Ahûra Mazda ye. Divê mirov Ahûra Mazda nas bike, bo xwe bibîne. Rizgariya ji hêrsa Ehrîman, çûyîna li pey berxwedêriyê ango Ahûra Mazda ye.

Wateyeke berxwedêriyê ya pir kûr heye. Berxwedêrî mişt hest e, hezkirin e û berê wê her tim li heqîqetê ye. Hêrs temsîla ruhê madî, berxwedêrî ya manevî ye. Mirovên bihêrs her tim hepsiyên hêrsên xwe ne. Hêrs xwesteka desthilatdariyê di dilê mirovan de xurt dike û wan ji xwezaya wan dûr dixe. Ji bo mirov nebin hêsîrên hêrsên xwe, divê berê xwe bidin berxwedêriyê; berxwedêrî, civakhezî û mirovhezî ye…

Mirovên berxwedêr pirsgirêkên civakê ji dil û can hîs dikin. Kirasê derxweşiyê li xwe dikin û ji bo nirxên mirovatiyê tev digerin.

Psîkolijiyê serê xwe bi hesta hêrsê re êşandiye û hinek nexweşiyên ruhî bi vê ve girêdaye. Her wiha edebiyatê xwestiye wê bi mirovan bide nasîn. Yek ji van berhemên edebiyatê pirtûka Tolstoy a bi navê ‘Mirov Bi Çi Dijî’ ye.  Lehengê vê pirtûkê Sîmon, dora erdan xêz dike; heta rojava erdên dora wan xêz dike wê tev bibin yên wî. Ev ji bo me dibe ezmûnek li ser hêrsê. Çavên Sîmon bar nadin û hêrsa wî dibe kujerê wî. Peyama Tolstoy di vir de dide, pir pîroz e. Tolstoy bi awayekî aşkera nîşanî me dide ku hêrs dikare mirovan bike çi halî.

Gava mirov bi berxwedêrî nêzî xwe, nêzî civakê bibe wê hêrs bê kuştin; hêrs were kuştin wê dil û mejiyê mirov zelaltir bibe. Ruhê berxewedêriyê me bêtir nêzî heqîqetê dike. Hêviya min ew e ku di serî de hunermendên kurd, em dikaribin hêrsa dilê xwe bikujin û berê xwe bidin dilekî berxwedêr.

Mirovên bihêrs her tim hesûdiyê dikin û berê xwe didin Ehrîman lê heger berxwedêrî bi me re hebe em ê wekî Tolstoy dikaribin rêya mirovahiyê ronî bikin û dilê wan bi hezkirina mirovan tije bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê