20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hesabê Kobanê ji HDP’ê dipirsin

Ji roja destpêkê heta îro Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi siyaseta xwe bû hedefa desthilatê. Di encamê de hevserokên giştî yên partiyê, parlamenter, hevşaredar, hevserokên bajar û navçeyan, rêveber û endamên partiyê hatin binçavkirin û girtin. Tevî zextan jî HDP her tim muxalefeta xwe li hemberî desthilatê domand.

Daraza ku bi gotin û daxwaza desthilatê tevdigere herî dawî bi hinceta “Lêpirsîna Kobanê” bi dehan siyasetmedar binçav kirin. Rojên borî serdozgerê komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman piştî daweta xwe çûbû serdana Qesra serokkomar Tayyîp Erdogan. Piştî serdanê 25’ê îlonê serê sibêhê li 7 bajaran li hemberî HDP’ê operasyona siyasî hat kirin. Di operasyonê de 82 siyasetmedar hatin binçavkirin.

Kocaman beriya niha bi salekê ev lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, destpêkê îfadeyên hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatibûn girtin. Demîrtaş ê ji dosyeya ji ber wê girtî dihat darizandin tehliye bû, lê di heman rojê de di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de îfadeya wî hat girtin û der barê wî de cardin biryara girtinê hatibû dayîn. Her wiha hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî dema parlamenterê HDP’ê bû hatibû girtin, dîsa di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû darizandin.

Di operasyona ku bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat kirin de, hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterê berê yê HDP’ê yê Enqerê û endamê şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, parlamenerên berê Altan Tan, Emîne Ayna, Nazmî Gur, endamên MYK’ê Alî Urkut, Beyza Ustun, Can Memîş, Gulfer Akkaya, Alp Altinors, Gunay Kubilay û Dilek Yagli jî di nav de gelek kes bi hinceta “Lêpirsîna Kobanê” hatin binçavkirin.

‘5 sal in êrîş didomin’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenter û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), daxuyaniyek dan û bertek nîşanî operasyonê dan. Sancar, destnîşan kir ku ev operasyon bi plansaziyekê pêk hatiye, ev demek dirêj e daraz wek darê destê desthilatê tê bikaranîn û got: “Bahçelî telîmat dide û ew disepînin. Bahçelî dibêje berdin berdidin. Li holê darazek wek darê desthilatê li ser kar e.”

Sancar, destnîşan kir ku 5 sal in bênavber li ser partiyê êrîşên desthilatê didomin, lê tu demê HDP’ê çong dananî û dev ji têkoşînê berneda.

‘Em ê xwe biparêzin’

Tevgera Jinên Azad (TJA) bertek nîşanî operasyonan da û da zanîn ku her roj li dijî kurd, jin û muxalifan operasyonên qirkirina siyasî tên kirin û wiha hat gotin: “Dema desthilat bitengije êrîşî jinê û îradeya wê dike. Ev operasyon ji bo têkbirina têkoşîna me ye, lê em ê xwe li dijî êrîşan biparêzin.”

 ‘Divê tifaqa me pêk bê’

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) operasyona siyasî bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û diyar kir ku Ayhan Bîlgen xizmet ji gelê xwe re dikir û wiha bi lêv kir: ”Niha dema wê ye ku em li her qadê li dijî van têbikoşin. Niha dema wê ye ku em tifaq û hêza xwe bikin yek. Niha dema wê ye ku em li dijî diz, hevalbend, minafiq, Yezîdan bibin yek û rabin ser piyan.”

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn, destnîşan kir ku ne daraz, desthilata AKP û MHP’ê operasyon pêk aniye û ev operasyon nikare HDP’ê û sosyalîstan bêzar bike. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, da zanîn ku AKP dixwaze bi van operasyonan krîz û aloziya di nav de ye taloq bike û tehemulî serkeftina Kobanê nake. Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Sazkirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, destnîşan kir ku AKP bi van operasyonan dixwaze îşkenceya li Wanê normalîze bike.

Hevberdevkê Partiya Pêşeroja Çep a Kesk Sînan Tûtal got desthilat her ku neçar û tengav dibe êrîşî HDP’ê dike. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî daxuyand ku operasyon ne bi hiqûqî û ne bi darazî jî bi tu awayî nayê ravekirin. Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, da zanîn ku bi vê operasyonê dixwazin HDP’ê li derveyî siyasetê bihêlin. Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk, destnîşan kir ku ev operasyonek kemînê ya li dijî muxalefetê ye û ev şerma dozger û hikûmetê ye.

‘Xelata dawetê’

Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû nerazîbûn nîşanî binçavkirina HDP’iyan da û got: “Ayhan Bîlgen, Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û gelek siyasetmedarên din hatin binçavkirin. 6 sal di ser Kobanê re derbas bûye. Îfade dane û hatine darizandin. Binçavkirinên vê sibehê xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye.”