Yekşem, Tirmeh 25, 2021

‘Hesar û kûçikên bavê min’ girêgûtk* e!

Di bîra civakan de hin girêk hene, zû bi zû venabin û sîrayetî hemû qadên jiyanê dikin. Girêka Gordîonê jî li ber gelekî hêsan dimîne ku Skenderê Zulqirney ew bi derbeke şûr ji nav hev derxistibû. Lê girêkên di jiyana civak û miletan de ne wisa hêsan in ku bi derbeke şûr an jî bi ferman û peyman û biryarekê ji hev werin vekirin. Ew girêk kod in, kodên civakî ne. Lewma jî guherandina wan ji gelek aliyan ve zehmet e. Gelek caran di berhemên hunerî de guherandin û çareserkirina wan girêkan dijwartir e. Dîrok, psîkolojî, mîtolojî, civaknasî û gelek warên din ên zanistê jî nikarin bi carekê re wan girêkan çareser bikin. Belkî jî çareserkirina wan girêkan, bi awayê herî berfireh, mantiqî, felsefîk û dîrokî di berhemên edebî de tên vegotin. Heger ew girêk di berhemên edebî/hunerî de venebin, edî wekî girêgûtkekê dimînin ji demê re…

Di romana Şêrzad Hesen a bi navê ‘Hesar û kûçikên bavê min’ de jî vekirina wê girêkê maye ji demê re…

Roman bi plansaziya kuştina bav anku bi kuştina pergala baviksalariyê xwendevên pêşwazî dike. Di ser kuştina bav û têkbirina baviksalariyê re, hilweşandinda pergala desthilatdariya heyî û dîktaroriyê vedibêje. Peyvên ku nivîskar wekî amûrên ji bo vekirina girêkê bi kar tîne jî wekî kelemên pergala dîktatoriyê hişk in; qamçî, xencer, xesandin, kûçik, gopal… Vebeyîna van gotinan a di civakê de bêguman tirs û xofekê dixe dilê mirov. Jixwe di wê hesara ku jiyanê li ehlên romanê teng dike de, leheng jî newêrek in… Kur dike û nake nikare, newêre nêzî bav bibe. Heta ku dêmarî hêzê didê û jê re dibe pişt, kur newêre tu tiştekî bike. Li vê derê, bi handana jina herî biçûk avê kurik, nivîskar rista jinê ya di hilweşandina pergalên tund û dîktatoryal de derdixe pêş.

Şêrzad Hesen, rewşa civakên bindest di wê hesarê de wekî merşeke reş li zemîna romanê raxistiye. Kûçik û cehş, bav û desthilatî/dîktatorî, jin û civak, tirs û wêrekî, ensestî, xesandina pisîkan, serdestiya mêrane û hwd gelek hêmanên din dikin girêgutkek li rêya guherînê were xistin. Şêrzad Hesen ev motîfên xwe bi awayekî ji awayan gihandiye pîskolojiyê û bi rewşa Oedipusî ve girêk lê xistiye. Di romanê de ol, şewhet, koletî di ser rewşa heyî ya jinê re hatiye vegotin. Desthilatdarî û dîktatorî jî bav e. Kur û jin di hilweşandina desthilatdariyê de wekî sembol û hêmayên bingehîn in.

Ji bo azadiya her kesî û bi piştgiriya jinbavê anku dêmariyê kur bavê xwe dikuje. Di rû de desthilatdarî û dîktatorî hildiweşe(!) Lê nivîskar di berhemê de, hilweşandinê wekî vekirin û çareseriya girêkê venabêje û wisa nîşan jî nade. Girêka herî dijwar bi hilweşandinê dide destpêkirin; avakirina piştî hilweşandinê yan jî pergaleke azadîhez. Ew girêk di romanê de bi tu awayî venabe. Ji demê re û ji xeyala xwendevanan re dimîne. Lê dirûvê avakirineke nû nayê ber çavên xwendevanan.

Di encama xwendineke hûrgilî de, Şêrzad Hesen bi hosteyî berê xwendevan dide vê yekê; hilweşandin hêsan e lê girêka dijwar avakirina piştî hilweşandinê ye!

-Hesar û kûçikên bavê min, Şêrzad Hesen, 90 rp, Weşanên Dara, 2020

*girêgûtk: Girêka ku vekirina wê gelekî zehmet e.

Naveroka berêGenimê savar
Naveroka ya piştî vêRûreşiya Ewropayê

Naveroka berêŞekir
Naveroka ya piştî vêHelbestvan Dilzar hat oxirkirin