18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hesen Nasralah gefan li hêzên Libnanê dixwe  

Serokê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasrulah behsa bûyerên dawî yên li Libnanê qewimîn kir û wiha got: “Partiya hêzên Libnanê û serokê wê Semîr Caca gefa herî mezin ji bo Libnanê û li Sûriyeyê hevpeymanê DAIŞ û Nusrayê ne”.

Nasrulah di berdewamiya axaftina xwe de got ku Semîr Caca û partiya wî ya hêzên Libnanê xwe wekî parêzvanên xiristiyanan nîşan didin lê di rastiya xwe de ew ne wiha ne û li Libnanê amadekariya şerê navxweyî dikin.

Ji aliyê din Partiya Hêzên Libnanê da xuyakirin ku tu têkliya wan bi bûyerên pevçûnên li ber dadgehê çêbûn tune ye lê Hizbulahê kuştina xwepêşandêrên li ber dadgehê dixe stûyê hêzên Libnanê.

Hizbulahê dabû xuyakirin ku endamên Partiya Hêzên Libananê gule barandine ser alîgirên Hizbulahê yên ku li ber deriyê dadgehê biryarên dadger protesto dikirin û di encamê de 6 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Nasrulah got ku 100 hezar şervanên wan hene û gefên xwe wiha berdewam kirin: “ Divê ew kesên ku alîgirên me kuştine werin dadgehkirin. Heke neyên dadgehkirin ew dê bi xwe hesab ji kujeran bixwazin.”

Çima ew bûyer derketin holê

Dadgerê ku li doza teqîna mezin a li bendava Beyrûdê dinerî Tariq Beytar xwestibû ku lêpirsînê berfireh bike.  Tariq Beytar daxwaza lêpirsîna bi hin berpirsên libnanî re kiribû ku têkiliyan wan bi Hizbulahê re heye. Lewre ew yek bûbû cihê nerazîbûna Hizbulahê û alîgirên wê ji bo protestokirina dadger li ber dadgehê civiyabûn. Di wê navberê de hin kesan gule li wan xwepêşandaran barandibû û Hizbulahê Partiya Hêzên Libnanê ji wê yek tewanbar kiribû.