20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hesenê çavşîn

Berê li girtîgehê di nav hevalan de pergala nobetê hebû. Şevê hevalek dibû nobedar.  Rojekê hevalê nobedar ê ku dora wî ye ne xuya bû. Ji hev pirsîn û li lîsteya nobedariyê nihêrîn û dîtin ku dora nobetê ya hevalê Hesen e. Ji hevalekî re gotin ku nû hatiye gotin, biçe Hesen şiyar bike. Heval çû û dîsa vegeriya û got du Hesen hene ez gazî kîjan Hesenî bikim.

Jê re gotin; gazî Hesenê çavşîn bike. Çû ku gazî wî bike. Dîsa vegeriya û got lê razane ez ê çawa bizanibim kîjan çavşîn e. Hevalan bi acizî jê re got, biçe çavê wan veke û li wan binihêre, kîjan çavşîn be ew e. Feqîrê hevalê nû çû ber serê Hesenekî ji wan û hewl da ku çavên wî vebike, Hesen ji nişkave veceniqî û got tu çi dikî heval.

Hevalê çavşîn jixwe ji bêxewî û ji qehra çavên wî êdî sor bûbûn. Hevalê nû nema dizanî çi bike, jê re got li qisûrê nenihêre hevalê delal min got qey tu Hesenê çavşîn î. Hevalê nû vegeriya û ji wan re got heyra hinekên din bişînin pey Hesenê çavşîn min yek ji xew rakir ew jî Hesenê çavsor derket.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê