În, Nîsan 16, 2021

‘Hesta Yekbûyî’ ya Vladimir Nabokovî

Min herî dawî romana bi navê Îhtîşam (Podvig/Glory) a nivîskarê rûs, Vladimir Nabokov xwend û pê re romanên wî Lolîta û Jiyana Rasteqîn a Sebastian Knight ji nû ve hatin bîra min ku di wexta xwe de bandoreke erênî li min kiribûn. Her wiha Îşaret û Sembol, Maşenka, Çav, Agirê Tefiyayî…

Romana bi wergera zimanê tirkî Îhtîşam ku cara pêşîn bi navê Romantiçeskiy (serdema romantîk) li Berlînê di gulana sala 1930’yî de, nivîsandina wê bi zimanê rûsî hatibû destpêkirin û di dawiya salê de temam bûbû, bi navê Podvig di sala 1932’yan de hatibû weşandin. Di romanê de lehengê ciwan ê li sirgûnê ku di nav tenêtiyekê de vedigevize, bi serhatiyan re rû bi rû dimîne ku ew kîtekîtên destnîşankirî bêwate dixuyên û di tevgerên herî biçûçik de jî xwedî feraseteke kelecanî ye. Digel ku lehengên romanê Martin û Sonya hinekî bişibin Vladimir Nabokov û hevjîna wî Vera Nabokov jî, bi gotina nivîskêr, Martin dişibe kurê merivekî ne nêz ê ku hin xusûsiyetên wî ragirtine û Sonya jî bi çavên xwe yên reş û tefiyayî û bi porê xwe yê reş û tevlihev jina herî nuwaze ya ber dilê wî ye. Honaksaziya girîft a weke hêmanên ser textebana kişikê ya ku pirê caran kêfê li mirov dişeriqîne, xwendevanan li şûnwarên Îngilistan, Almanya û Swîsreyê digerîne:

“Fikra mirov a li ser trapezên fezaya bistêrk difire, ligel matematîka li ser erdê vezeliyayî, dişibe torekê ku akrobatek ferq dike ku ew tor di eslê xwe de ne li wir e –Martîn ji wan mirovan dihesidî ku ew ber bi sergêjiyekê ve diçûn û bi hesabekî nû tirsa xwe dikuştin.”

Digel ku romana Îhtîşam di sala 1970’yî de bi alîkariya kurê wî, Dimitri Nabokov bi zimanê Îngilîzî bi navê Glory ji nû ve hatiye weşandin û bi zimanê tirkî jî di sala 2018’an de gihîştiye Turkiyeyê (Weşanên Îletişim), ancax min ew di adara 2019’an de li Swîsreyê xwend. Hêvîdar im weşanxaneyên kurdî bi alîkariya wergerên zimanê rûsî û îngilîzî vê berhemê bigihînin xwendevanên zimanê kurdî û pê re jî berhemên nivîskêr ên dîtir bikin kurdî. Afirîner û kedkarê nivîs û wêjeya kurdî Celadet Alî Bedirxan û hevrêyên wî di rêyên wiha re bihurîne û qat bi qat zêdetir zorî, zehmetî û êş kişandine, lê ji ber ku ew azmûneyên xwe di qada wêjeyê de nenivîsandine û negihandine mirovan, em nikarin ti romanên wan ên wiha nasyar û navdar mînak bidin. Nabokov jî fena nivîskarên kurd xwedî zimanên cuda ye.

Dibêje: “Ez li Rûsyayê hatime jiyanê, ez nivîskarekî amerîkî me ku beriya ez biçim Almanyaya -ku ez ê pazdeh salên xwe lê bibuhurînim- min li Îngilistanê wêjeya fransî xwendiye… Serê min bi îngilîzî diaxive, dilê min bi rûsî, guhê min bi fransî.”

Mirov heyfa xwe tîne ku Celadet Alî Bedirxanê me yê bi heşt zimanî hebû!..

Vladimir Nabokov ji sala 1960’î heta sala mirina xwe (1977) li bajarê Montreux ê Swîsreyê ligel malbata xwe li otêla Palacê jiyaye. Ji ber ku cihê gora wî nêzîkî bajarokê min e, ez çûm serdana gora wî: Min ji wê bilindahiyê pişta xwe da çiyayên Alpê, hinekî li gola Lémanê temaşe kir û hin hûrguliyên romana Îhtîşamê bi bîr anîn. Bilindahiya ku fikra li ser trapezên fezaya bistêrk bi mirov re çêdike hê jî weke xwe ya beriya bi 50-60 salan e. Zimanê wî yê weke muzîkê biaheng û dîmenên darîçav ên ku weke teqîna şampanyayekê di hişê mirov de hestên yekbûyî diafirîne. Ew “Hesta yekbûyî” ku taybetmendiyeke “Sînestezî”yê ye û bi Nabokov û gelek afirînerên cîhanê re heye, bûye sedem ku Nabokov berhemên girîft û mayînde biafirîne. Ew ji xaçepirsan hez dike, bengiyekî kişikê ye, berhemên xwe bi hişmendiyeke tevlihev diafirîne ku dixwaze xwîner xwebixwe tê bigihîjin, penaberek e ku ev jiyana penahendeyî di berhemên wî de teyisiye û bi fîgurekî mîtolojîk ê bi navê “Sirin” diafirîne û bêtir jî di berhemên xwe de cih dide sembol û îşaretan.

‘Hesta Yekbûyî’
“Sînestezî”, peyveke yewnanî ye û tê wateya “Hesta Yekbûyî”. Kesên sînestezîk dema hestekê dijîn, xwebixwe hesteke dîtir jî hest dikin. Mirovên sînestezîk, mirovan ne weke mirov lê bi awayê dîtbarî û bihîstyarî û nivîsyarî weke bûjen ango hêmanekê bi bîr tînin û tê digihîjin. Ew bûjenekê bi pirhêlî dibînin û hest dikin, asta hişê wan bilind e û carna nikarin hesabên biçûk ên matematîkê jî bikin; hinekî xusûsiyetên wan dişibin ên mirovên dîsleksiyê, hin bûyeran bi hesta dêja-vû’yê (jiyîna berê) dijîn û seheka wan a şeşemînî zehf xurt e. Dema guhdarîkirina muzîkekê dîtina rengan, dema tehmkirina xwarinekê hestkirina teşeyên wan, li cem mirovên sînestezîkî azmûnên berbiçav in. Wêjevan Goethe, wênesaz Kandinski, Nikola Tesla, Richard Feynmann, muzîsyen Saradjev jî weke Nabokov çend kesên sînestezîk in.

Mirov dikare di romanên nivîskêr ên bi navên Maşenka, Jiyana Rasteqîn a Sebastian Knight, Îşaret û Sembol û Serkeftin (Îhtîşam) de hêla wî ya xurt a sînestezîk bibîne. Wî di romanên xwe de sêwirînên şûnwar, dem û dîrok û bûyer bi hejmara 6 rengîn û dewlemend kiriye.

Nabokovê sînestezîk ku di berhemên xwe yên tevlihev de îşaret û sembolan bi kar tîne, bêtir hejmara 6 di nav çend berhemên xwe yên giranbuha de bi cih kiriye. Di Îşaret û Sembolan de lehengên wî jin û mêrekî cihû ne ku ji Awropayê koçî New Yorkê kirine û di nav xizaniyekê de dijîn. Kurê wan ê di nexweşxaneya ruh û sînîrê de li ser hev hewl dide ku xwe bikuje. Lawik dînekî taybet e ku jiyana asayî weke şûnwarekî tijî peyamên nepen û xwedî hejmarên xweser dihesibîne. Dar û ber, av û hewa û hemû tişt der barê wî de diaxivin û di hemûyan de peyamên veşarî hene û ji ber ku nikare wateya van peyaman tê bigihîje li xwekuştinê digere. Di çîrokê de şîfreya veşarî hejmara 6 e û ev di ser pêlêkirina tûşa “o” ya telefonê re tê dayîn. Jixwe di telefonên wê serdemê de tûşa “o” miqabilî hejmara 6’ê ye û kesa ku pê li wê tûşê dike, di kirina xwe de bi israr e. Di romana wî ya yekemîn a bi navê Maşenka de hejmara 6 weke sêwirîna şûnwar e:

“Pansiyon hem aydî rûsan bû û hem jî cihekî berbat bû… Li her du aliyên lîwanê jî 6 odeyên ku li ser deriyên wan hejmarên girmote hebûn. Ev hejmar pelên ji salnameyê bûn ku di sedsala berê de hatibûn jêkirin. (6 rojên ji nîsana 1923’yan)” Jixwe çîrok behsa 6 rojên leheng dike. Bi vî awayî li ser nepeniya hejmara 6’an bi dehan mînak hene.
Di romana Jiyana Rasteqîn a Sebastian Knight de jî hejmara 6 bi çend awayan hatiye bikaranîn. Vebêjer û birayê wî 6 sal di navbera wan de hene:

“Ez piştî bi 6 salan li heman malê hatime dinê. Dema ku Sebastian tê gotin, lawikekî bi 6 salan ji min mezintir tê bîra min.” Di romanê de Sebastian Knightê ku romana “Serkeftin” diqedîne wiha diaxive: “Sebastian li cihê ramediyayî dibêje, na Leslie, ez nemirim. Hîna nû min cîhaneke dîtir ava kir, ez weke xweda di roja heftemîn de xwe rihet dikim.”

Ji bo Nabokov hejmara 6 têkîldarî dem û şûnwarê ye. Roja şeşemîn şemî ye û ev roj ji bo cihûyan pîroz e. Hejmara 6 weke têgeh jî di felsefeya kevin a Altruismê de hezkirin, berpirsiyarî, mirovhezî û zanînê temsîl dike. 6 temambûna jiyanê ya “Bihuşta Sererdê” ya di şeş rojan de nîşan dide. Di gelek çand û baweriyan de jî wateyên wê yên dîtir hene. Lê ji bo nivîskarê koçber Vladimir Nabokov hejmara 6; bi wateya der barê cihûyan de ku salên 1920 û 1940’î de nivîskêr şahidî li serpêhatiyên wan kir û ku nirxên mirovatiyê yên binpêkirî bi şerekî dijwar çawa bi destên mirovine dîtir hatiye tunekirin. Jixwe jina wî Vera bixwe cihûyek bû.

Afirandinên sînestezîk
Ji bo ku mirov van afirandinên sînestezîk ên Nabokovî tê bigihîjin, divê hay ji rabirdûya malbata wî jî hebin. Malbata Nabokov bi pêkhatina şoreşa Bolşevîkan (1917) hemû dewlemendiya xwe li dû xwe dihêlin û dikevin ser rêya koçberiyê. Serê pêşîn ji Rûsyayê diçin Kirimê û li wir ji ber şerê navxweyî berê xwe didin Îngilistanê. Di sala 1922’yan de bavê Nabokovî bi xefikê li Berlîna Almanyayê tê kuştin, ew jiyana xwe li Berlînê didomînin. Di sala 1925’an de bi jina penaber a bi navê Vera re dizewice. Ji ber rewşa tevlihev a siyasî bi navnûtikê “Sirin” nivîsên xwe dinivîse ku Sirin di wêjeya kevin a rûsî de çûka serjinik û bipêsîr e. Jixwe bi wextê re Sirin di wêjeya koçberên rûsî de dibe temsîlkarek. Romana wî ya bi navê Maşenka, berhema pêşîn a bi şêwaza Sirinê hatiye nivîsandin.

Ew jiyana xwe heta salên 1940’î li Berlînê didomîne ku di van salan de gelek berhemên hêja diafirîne. Ji ber şerê Cîhanê dîsa rêya koçberiyê li ber vedibe û berê xwe dide Amerîkayê. Li zanîngehan dersên wêjeya cîhanê û Rûsyayê dide. Di vê serdemê de weke nivîskarekî bilingual (duzimanî), bi rûsî û îngilîzî dinivîse. Berhemên xwe yên navdar Jiyana Rasteqîn a Sebastian Knight û Îşaret û Sembol dinivîse. Bi romana xwe ya bi navê Lolîta êdî serkeftina herî berbiçav dijî û di cîhana wêjeyê de digihîje asteke dîtir. Ji sala 1961’ê pê ve ligel jina xwe Verayê diçin Swîsreyê bajarê Montroyê û li otelekê bi cih dibin. Li otelê jî berhemdariya xwe didomîne, bi navên Agirê Çilmisî, Biaxive, Bîr, Girav ango Arezû û Eslê Laurayê berheman dinivîse. Nabokovê ku di wêjeyê de weke dijberê Dostoyevskî jî tê binavkirin di sala 1977’an de li Montreuxa Swîsreyê çûye ber dilovaniya xwedê û gora wî, jina wî Vera û lawê wî Dimitri li goristana Eugene-Ra

Naveroka berêNesekine…
Naveroka ya piştî vêKurd dişibin toriyan