spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hestiyarî: Têgeheke xwezahî yan avakirineke civakî?

“Jin ji mêran hestiyartir in” angaşteke ku ez bawer im, hem ji hêla gelek jinan ve û hem jî ji hêla gelek mêran ve tê pejirandin. Heta zanist jî pirî caran heta roja me ya îro bi vê pêş-pejirandinê tevgeriyaye. Bêguman bi vê gotine kes nabêje ku mêr bê hest in, an jî ne hestiyar in, zêdetir tê xwestin ku bi vî awayî hestiyarbûna jinan derkeve pêş.
Têgînên jinbûn û hestiyarbûnê ji nêz ve têkîldarî hevdu tên pênasekirin. Ji ber vê yekê tê gotin ku dubendiya navbera hestiyarî û rasyonalî yekser girêdayî dubendiya jinbûn û mêrbûnê ye. Ji aliyekî ve bi vî awayî wêneyên zayendî yên di hişê me de rûniştine (stereotyp), nêrîna ku jin û mêr du zayend û bûyînên ji hev cuda, xwedî taybetmendî û şiyanên cuda ne, kûr dike; li aliyê din, ev têgihiştin fonksiyonên rola zayenda civakî ji nû ve ava dike. Angaşta ku dibêje jin li gorî mêran hestên xwe hîn kûrtir dijîn û kûrtir bi derdora xwe didin hestkirin, di gelek xebatên zanistî de jî hatiye îdîakirin. Ev lêkolîn bi giranî baweriyên nav civakî yên der barê cudahiyên zayendî de piştrast dikin. Lê li gorî hîn lêkolînan jî di jiyandin û bilêvkirina hestan de, di navbera zayendan de cudabûn hema bêje qet nîne, yan jî gelek kêm e. Divê li vir mirov kevanekê veke û wateya hestyarbûnê ji bo zayendan careke din raxine pêş çav. Nexwe wekî min di serî de jî got, ne ku tê gotin mêr bê hest in; hest jî tên dubendîkirin. Wek mînak hestên xurt û bihêrs bi zayenda mêr ve tên girêdan; û yên jar û dilzîz jî bi jinan ve tên girêdan. Li gorî lêkolînên ku li ser vê pejirandinê diçin, wek mînak jin bi hestên girêdayî têkiliyên civakî tên vegotin. Hestên girêdayî kesayeta xwe bi neyinî (şerm, fedî) û hestên girêdayî derî xwe, yên derveyê xwe bi erênî (sempatî, spasdarî) pênase dikin. Li aliyê din li gorî van lêkolînên ku li gorî baweriyên zayendî yên di nav qalib de mane, mêr hestên girêdayî kesayeta xwe bi awayekî erênî (serbilind û bixwerazî) û yên derveyî xwe neyînî (hêrs, dijminatî) pênase dikin. Li gorî van lêkolînan jin û mêr bi awayekî vekirî di jiyandina hestan de ji hev pir cuda xuya dikin.
Heta vê derê çarçoveya ku hatiye dayîn, li gorî baweriya di mêjiyê me de rûniştiye, dimeşe. Lê lêkolînên ku bi rexneyî li vê cudabûnê dinêrin, di xebatên xwe de digihîjin encamên cuda. Ango li gorî van lêkolînan jin û mêr der barê bûyereke zindî de hestên wekhev nîşan didin. Wek mînak ji jin û mêran tê xwestin ku li bûyerekê bişopînin û der barê bûyerê de hestên xwe bînin ziman. An jî bi xwe di nav bûyerê de ne û dîsa ji wan tê xwestin ku hestên xwe bi lêv bikin. Di dawiya van lêkolînan de tê dîtin ku jin û mêr di gelek çavdêriyên xwe û nêrînên xwe de hestên wekhev nîşan didin û bi lêv dikin. Lê dema wext ji ser bûyerê re derbas dibe û di demek şûn de der barê bûyerê de nêrîn û hestên wan tê xwestin, tê dîtin ku jin û mêr ji hestên ji hev cuda dibêjin. Her du zayend jî dema behsa bûyereke derbasbûyî dikin û hestên xwe tînin ziman, li gorî qalibên zayendî tevdigerin. Lêkolîner girêdayî vê ceribandinê digihijîn vê encamê: Dema bûyer di wê qasê de biqewime, zayendên jin û mêr kêm zêde hestên wek hev (tirs, hêrs, sempatî, dilşewatî û hwd.) nîşan didin. Lê ger bûyer berê qewimî be, jin û mêr ji hev cuda hestên xwe vedibêjin. Li gorî lêkolîneran di vê vegotina hestan de qalib û baweriyên zayendî dikevin dewrê. Ango em bibêjin jineke der barê bûyereke de, di wê qasê de hesteke bi ‘hêrs’ jiyabe, du meh şûn ve dema behsa bûyerê bike, hestê xwe bi ‘dilşewatî’ pênase dike. Halbûkî di wê kêliyê de dilşewatî hest nekiriye. Lêkolînêr dibêjin ku jin di bin bandora rolên zayenda civakî de ‘dilşewati’yê derdixin pêş. Hem jin hem jî mêr di vegotinên xwe de –pirî caran bêzanebûn- li gorî rol û taybetmendiyên ku li wan hatine birîn, tevdigerin. Mirov li gorî civakbûna xwe hestên xwe bi lêv dikin. Heta dijîn jî. Ev tespît me dibe mijara ‘avakirina hestiyariyê’.
Catherine Lutz di salên 1990’î de li gorî lêkolînên xwe yên der barê xwecihiyên Amerikayê de digihijê vê encamê; hest konseptên çandî ne û nikarin wek têgînên gerdûnî biyolojîk bên pênasekirin. Di lêkolînên xwe de dibîne ku li çand û civakên ne rojavayî de hest cuda tên bilêvkirin. Hest gorî wê di van civakan de girêdayî çanda civakî, xwecihî û heta wek pratîkên îdeolojîk tên avakirin. Li gorî Lutz dubendîkirina hestan îcadeke rojavayî ne. Li cîhana bakur taybetmendiyên hestiyariyê li zayendan tê dabeşkirin; wek pêvajoyên kesan, xwezahî û biyolojîk tên nasandin. Lutz li ser rexneya vê yekê konsepteke hestyariyê pêş dixe û hestyariyê wek pratîkên vegotinî û danûstendinên civakî dinirxîne. Di vê konseptê de armanc li dijî dubendîkirina hestan û zayendan e ku têkiliyên newekhev ên civakî bi vî awayî hîn kûrtir dike, jiholêrakirin û têgeheke nû ji bo hestiyariyê avakirin e. Di vê têgeha nû de ya pêwîstî ew e ku hestên ji bindestbûnê re bûne sedem, bibin bingeha bihêzbûnê û guhertina civakî.