Rojnameya Heftane

Jina pêşeng a dema xwe; Hypatia

Navenda Nûçeyan

‘Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Şûna vê, divê fêm bike ku xweşikbûna wê, rûyê xweşikiya…

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Salihê Kevirbirî

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di…

Hestpêkirina suriştî

Ziman wekî diyardeyekê ji hêla zimannasan ve wekî berhemendîyeke mirovan, wekî kargînî û berhemeke mêjîyê mirovan tê pênasekirin. Her wekî çawa balinde dişên bifirin, mirov jî dişên bipeyivin, ev şiyan û şekirina mirovan, xisleteke wan a suriştî ye. Ev behremendîya xweserî cisnê mirovan, di nava hawirdora zimanekî da dema ew kes tûşî deng, bêje û hevokên zimanekî dibe, îcar li gorî zimanekî teşe digire. Lewre jî dema yek zimanekî piştre hîn bibe, çendî hewl bide jî nikare bi qasî zimanê(n) xwe yê(n) pêşîn rewan û pehtî bipeyive. Xencereya wî li gorî denganîya zimanekî teşe girtîye, lewre jî dengên zimanên nû wisa bi hêsanî nikare derxe.

Ji ber vê yekê zimanwergirî û fêrbûna zimanî ji hev tên cudakirin. Zimanwergirî bi awayekî suriştî, di derdoreke zimanî da pêk tê, heçî hînbûna zimanî ye, ew li dezgeheke fêrkirina zimanî da pêk tê. Kesê ku ziman ji derdorekê werdigire, mêjîyê wî pêşî rêzikên wî zimanî tomar dike, piştre peyv, qalib û şayesên zimanî tên tomarkirin. Lewma jî mirovek bi peyv û rêzikên sînordar dişê, hejmareke bêsînor qalibên derbirînê (peyv, komepeyv, hevok û riste) hilberîne.

Kesên ku bi zimanekî mezin bûbe, dikare ji alîyê dengrêzî, peyvsazî û hevoksazîyê ve tiştên aîdî zimanê xwe û yên ne aîdî zimanê xwe ji hev cuda bike. Her wiha dişê ji hev derxe ka kîjan hevok û riste li gorî rêzimana zimanê wî rast e, yan ne rast e, anku kîjan hevok û riste rêzimanî ye yan ne rêzimanî ye. Ji vê rewşê ra hestpêkirin tê gotin. Axêverên resen ên zimanekî her çi qas bi awayekî teorîk rêzikên rêzimana zimanê xwe nezanin jî ji ber vê hestpêkirinê dizanin ka kîjan deng ê zimanê wan e, kîjan peyv li gorî dengrêzîya zimanê wan pêk hatiye, her wiha kîjan komepeyv, hevok û riste rast e, kîjan ne rast e.

Temasa bi zimanê din ra bandoreke neyînî li vê hestpêkirina suriştî dike, lê belê, serdestîya zimanekî li ser zimanekî din bi rêya bernameyên zimanî yên desthilatdaran, vê hestpêkirina suriştî pêşî qels dike, pirî caran jî ji holê radike. Tiştê ku îro hatiye serê me jî ev e, îro êrîşeke tund li ser vê hestpêkirina me ya suriştî ya zimanî heye. Bo nimûne zimanê kurdî ku zimanekî nîv-ergatîf e, di bin bandora tirkî da ber bi akûzatîfbûnê ve tê dehfdan. Bala xwe bidin zarokên ku li bajaran di bin bandora tirkî da hînî zimanê kurdî dibin, rêzikên ergatîfîyê wernagirin, li şûna wê rêzika akûzatîfîyê ya tirkî transfer dikin anku li şûna ku bibêjin, “Min taştê xwar”, dibêjin, “Ez taştê xwarim”. Ev rewşeke balkêş e, divê mirov baş balê bidê. Ji ber ku axêverên nû yên kurdî di hawirdoreke bi tirkî dorpêçkirî da ji hejmareke kêm a axêveran zimanê kurdî werdigirin, nikarin hemû rêzikên kurdî bi awayekî rast wergirin, hingî radibin wan rêzikan ji zimanê serdest vediguhêzin kurdî. Dîsa bi heman bandorê hestpêkirina zayenda bêjeyeke nûhatî her diçe bi mirovan ra qels dibe.

Hin caran jî nivîskarên me bi nezanî rêzikên zimanê me xera dikin, bo nimûne, hinek nivîskarên me dest pê kirine, hevoksazîya kurdî xera dikin û hevokên li gorî rêzimana tirkî saz dikin. Her wekî, li şûna ku bibêjin, “min got, ‘ez îro nayêm malê” dibêjin, “Ez îro nayêm malê’ got”.

Ev mînak jî nîşan dide ku hestpêkirina suriştî ya zimanê me ji gelek alîyan ve tûşî êrîşên pişaftinê dibe.