Monday, September 27, 2021

‘Heta Ocalan azad nebe kurd azad nabin’

Dayikên aştiyê her sal ji bo aştiyek mayinde çalakiyan li dar dixin û gelek caran li pêş meclîsê çalakiyên rûniştinê li dar xistin. Yek ji dayikên aştiyê Emîne Erbek, bi minasebeta 1’ê îlonê Roja Aştiya Cîhanê anî ziman ku wan her tim ji bo aştiyê li ber xwe daye û wiha got: “Heta tecrîda li ser Ocalan bi dawi nebe aştî pêk nayê. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mîtînga 5’ê Îlonê ya li Bakirkoyê bibin.”

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo aştiyek mayinde pêk bê bi sedan caran daxuyanî dan. Bi dehan caran çalakî li dar xistin. Gelek caran çûn Enqereyê û li meclîsê daxwazên xwe anîn ziman.

Meclisa Dayikên Aştiyê di 3’ê Çileya 2012’an de, bi armanca daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman çûn Enqereyê. Dayik ji bo bi Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Tayyip Erdogan re hevdîtin bikin li pêş odeya Erdogan çalakiya rûniştinê li dar xistibûn û daxwazên xwe anîbûn ziman. Parlamenterên BDP’ê jî piştgirî dabûn dayikan. Dayikan li vir daxuyanî dabûn û daxwaza xwe ya aştiyê anîbûn ziman.  Dayikan piştre BDP ziyaret kiribûn.

Di 1’ê Îlonê de li Enqereyê bûn

Dayiken aştiyê di 1’ê îlona 2015’an de ji gelek bajaran meşiyabûn Enqereyê û li pêş meclîsê çalaki li dar xistibûn. Dayikên ku meşiyan pêş meclîsê gotibûn “Dayik dê destûr nedin şer”. Li ser navê dayikan heyetek piştî ketin meclisê, li meclîsê bi nûnerên HDP’ê û CHP’ê re hevdîtin kiribûn û daxwazên xwe anîbûn ziman. Dayikan piştre bi AKP’ê re jî hevdîtin kiribûn.

Dayikên li derve jî li pêş meclisê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn û pankarta “Bila çek rawestin, alî bi axivin.”

Dayik herî dawî di 14’ê gulana 2019’an de vê carê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û aştiyek mayinde pêş bikeve çûn meclîsê. Dayikan li dijî tecrîdê li Meclisa Tirkiyeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

21 dayikên Endamên Meclisa Aştiyê ji Stenbol, Amed û Êlih, çûn Enqereyê û li meclisê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayikan xwest bi Wezareta Dadê re hevditin bikin.

Di sala 2019’an de Meclisa Dayikên Aştiyê, li Parka Koşuyolu ya Amedê bi rojan çalakî li dar xistin û xwestin tecrîd bi dawî bibe û aştiyek mayinde pêş bikeve.

Bi minasebeta 1’ê îlonê Roja Aştiya Cîhanê Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Erbek diyar kir ku 10-11 salin di nava xebatên aştiyê de cih digire û wiha got: “10-11 sal in din ava xebatên aştiyê de cih digirim. Me di van salan de digot ‘Em ê aştiyêbînin. Me digot girtin, kuştin, heps û zindan ne çareserî ye. Me digot aştî çareserî ye. Me digot em dayik ên gelê kurd û dayikên gelê tirk bibin yek. Em dayikên kurdan û tirkan destê xwe bidin hev. Ku me destê xwe dabûya hev me dê heta niha aştî jî û azadî jî anîbûya. Lê mixabin en nabin yek. Em bûbana yek me dê her tişt pêk anîbûya.”

‘Em dibêjin aştî, me digirin, dikujin’ 

Emîne Erbek, diyar kir ku heta niha wan ji bo aştiyê xebatên xwe kirin û wiha axivî: “Em dayik in, em mirovên bê alî ne. Em her tim aştiyê dixwazin û dibêjin bila aştî pêk bê. Her ku em dibêjin aştî, me digirin, em dibêjin aştî, me dikujin, mal û warê me talan û wêran dikin. Malê de dişewitînin. Bi ser malê me de digirin.”

Erbek, da zanîn ku ji bo aştiyek mayinde pêk bê çûne meclisê, çûne saziyên dewletê û wiha got: “Me serî li hemû sazî û dezgehan daye. Me her tim gotiye ‘Em aştî û yekîtiyê dixwazin’ Her ku me gotiye aştî û yekîtî, wan xayîntî bi mere kirine û destê xwe nedaye me. Em dixwazin hemû dayikên kurd û tirk tev bibin yek. Em bi hevre aştiyê bixwazin dê aştî pêk bê. Daxwaza aştiyê hem xweş e û hem zor e. Xerakirin pir hêsan e. Lê avakirin û aşkirin pir zor e. Di saniyekê de dikarin çekin, lê avakirina wê bi salan didome. “

Emîne Erbek qala çûna dayikan a Enqereyê jî kir û wiha lê zêde kir: “Dema em diçûn Enqereyê bi çavê dijminantiyê li me dinerin. Nêzîkatiya wan nexweş bû. Me digot em dayikên kurd û tirk in. Em dixwazin ev xwîn bisekine. Me digot bila zarokên be bes bên kuştin û êdî kuştin çênebe. Lê êdî rastî û mafên mirovan nemaye.”

Emîne Erbek qala hatina dayikên tirk a Amedê jî kir û wiha berdewam kir. “Me gelek zor û zahmetî kişand. Di wê germa havînê de dijmin dora me girt. Lê me dayikan li ber xwe da. Me gelek zahmetî dît. Lê ji bo aştiyê me dîsa li ber xwe da. Me xwest êdî zarokên me neyên kuştin û deriyê heps û zindanan vebe. Dayikên tirk zêde nezî me nebûn. Neketin nava me. Ji dehan yek ket nava me. Em dixwazin her dayikên tirk ên zarokên wan esker li gel me bin. Îro ez jî dayika eskeran im. Ez jî xwedî maf im û ez jî xwediyê vê dewletê me. Lê me hesab nakin. Nabêjin xwedî maf û xwedî ket in. “

Ku Ocalan azad bibe dê gelê kurd jî azad bibe

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Erbek, bal kişand ser rewşa rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Şer û aştî bi Ocalan ve girêdayî ye. Ku Ocalan azad bibe dê kurd jî azad bibin. Em tecrîdkirina Ocalan şermezar dikin. Tecrîdek nexweş e. Zarokên me hemû di zindanan de li ber mirinê ne. Em dixwazin tecrîd rabe ku pirsgirêk çareser bibe. Ku tecrîd, zext û girtin hebe, ne pêkan e aştî pêş bikeve. Cihê tecrîd û kuştin hebe aştî pêk nayê. Heta ku ji me tê em ê aştiyê bixwazin. Em ê destê xwe dirêjî mirovên aştiyê dixwazin bikin. “

Dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin

Erbek, herî dawî bang li hemû gelê kurd kir û wiha bi dawî kir: “Ez bang li hemû dayikên kurd û tirk dikim. Ez bang li dayikên aştî, azadiyê dixwazin û dayikên ku dixwazin êdî kuştin çênebe dikim. Ez dixwazin roja Şemiyê 5’ê Îlonê li Qada Bakirkoyê tev li mîtînga aştiyê bibin û dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin. Em hebû bên cem hev belkî em aştiyê pêş bixin.”