Rojnameya Heftane

Hevaltiya amazîghan tê jibîrkirin

Ben Bella, Hocine Aid Ahmed û Muhammed Budiaf çend amazîghên ji pêşengên şoreşê bûn. Beriya razgariya neteweyî pêk were, her tim gotina “Em birayê hev in” di meriyetê de bû lê çi xerîb e piştî rizgariya neteweyî “biratî” tê jibîrkirin

Ardîn Dîren

Li Cezayîrê beriya rizgarî pêk were amazîgh û ereb bi hev re di eniyekê de li hember Fransayê şerekî bêhempa bi rê ve dibin. Di navbera pêşengên FLN’ê de gelek amazîgh jî hene. Kesên weke Ben Bella, Hocine Aid Ahmed û Muhammed Budiaf çend amazîghên ji pêşengên şoreşê bûn.

Beriya rizgariya neteweyî pêk were, her tim gotina “Em birayê hev in” di meriyetê de bû lê çi xerîb e piştî rizgariya neteweyî “biratî” tê jibîrkirin! Li hember amazîghan ango berberiyan roj bi roj helwestek tê nîşandan li Cezayîrê û hebûna wan napejirînin. Kesên dibin xwedî hêz paşeroj û bîranînên xwe yên bi amazîghan re zû ji bîr dikin. Dixwazin her tiştî li gor xwestekên netewe-dewletê saz bikin. Ew jî pir baş dizanibûn ku ev kirasê jakobenîzmê li bejna Cezayîrê nedihat lê “Fransiyên Herêmî” di vê de israr kirin. Bi vî awayî hemû daxwazên demokratîk binpê kirin û li gor daxwazên FLN’ê komarek damezirandin. Tu cudahiya wê ji dîktatoriyê tune bû mixabin. Navê hin pêşengên FLN’ê yên dijberî wan ji dîroka şerê neteweyî derxistin. Ew yek bi yek tasfiye kirin û xwestin navê wan bidin jibîrkirin. Şerê rizgariya neteweyî cara pêşî li bajarên amazîghan dest pê kiribû lê xwestin vê rastiyê jî biguherînin. Ji bo berjewendiyên xwe dîrokeke çewt û derew bi nifşên nû dan hînkirin.

‘Em ereb in, ereb, ereb!’

Hê di sala 1962’yan de Ben Bella ku êdî serokomar e,  hevalên xwe yên amazîgh ji bîr kiribûn û wiha digot: “Em ereb in, ereb, ereb!” Piştî demekê di sala 1964’an de Humeyrî Bumedyen, bi darbeyeke leşkerî Ben Bella jî ji cihê wî dike û dîktatorî dest pê dike. Burokrasiyeke pûç dibe xwedî desthilat û heya îro jî li Cezayîrê ev burokrasî serdest e.

Ji bo wan rojan Şehmus Guzel di pirtûka xwe ya bi navê “Cezayîr û Berberî” de wiha dibêje: “Bi hinceta yekitiya neteweyî hunermendên berberî ji radyoyên Cezayîrê hatin dûrxistin û stranên berberiyan hatin qedexekirin. Hunermendên fermî û yên biyanî bi eyarê stranên berberiyan lîstin, naveroka wan pûç kirin û li gor xwe bi şêwazeke nû şîrove kirin. Pirtûkên dîrokê, dîroka Cezayîrê bi hatina ereban dan destpêkirin. Li gor van pirtûkên dîrokê yên nû beriya ereban tu kes li ser axa Cezayîrê tunebû! Hebûna berberiyan ya bi hezaran salan, çand û dîroka wan tune hesibandin lê ji ber ev pirtûk wiha nivîsandin qey rastî dikare bê guhertin! Li hember vê înkar û tunekirinê li bendemayîna ku berberî xwe, ziman û çanda xwe ji bîr bikin çiqas rast e gelo? Li aliyekî din bi hezaran berhem, stran, destan, çîrok û çand û şaristaniyeke qedîm hebû… wê ev çawa bihatana jibîrkirin? Dê berberî li hemberî van polîtîkayên dijwar çawa bêdeng bimana?”

Helbesta Kevin a Qebîliyan

Ji ber van sedeman amazîgh bêdeng neman û zilma li ser çand û zimanê xwe tu carî nepejirandin. Dengê xwe bilind kirin û xwe birêxistin kirin. Di pêvajoya serdestiya FLN’ê de gelek çalakî tên lidarxistin lê çalakiya sala 1980’yan ji bo berberiyan taybet e.

Serhildan û biharên li ser axa ereban navdar in bêguman, ji lewma ev bûyer jî di dîroka berberiyan de wek “Bihara 1980’yî” cihê xwe digire. Bûyer wiha diqewime; di nîsana 1980’yan de Mouloud Muammerî, li bajarê Tizi Ouzouyê (bajarekî berberiyan e) bi navê Helbesta Kevin a Qebîliyan dixwaze konferansek li dar bixe lê ev konferans tê qedexekirin. Li ser vê qedexekirinê xwepêşandan çêdibin, di dawiyê de gelek kes tên kuştin, hin kes birîndar dibin û hin kes jî tên girtin. Piştî vê bûyerê êdî berberî li hember FLN’ê û komara Cezayîrê bêtir xwe birêxistin dikin û têkoşîna wan a çand û ziman wiha dest pê dike. Li hember nêrîna “neteweya ereb û misilman” helwest nîşan didin û ew vê nêrînê îro jî napejirînin.

Piştî ku di sala 1990’î de li Cezayîrê rê li ber avakirina sazî û partiyên nû vebû, amazîgh çend rêxistinên siyasî û çandî damezirandin. Bi rêya van partî û komaleyan li ziman, nasname û çanda xwe xwedî derketin û îro jî derdikevin.

Hocine Aid Ahmed ê yek ji pêşengên berberiyan e di sala 1989’an de dawî li jiyana xwe ya mişextiyê tîne û vedigere welatê xwe. Ji ber dijberiya FLN’ê ew bi salan e li derveyî welat dima lê piştî rê li ber partiyên nû yên siyasî vedibe ew jî biryar dide ku têkoşîna xwe li welatê xwe bidomîne û bi vê armancê partiya FFS’ê (Eniya Hêzên Sosyalîst) ava dike. Piştî vegerê û damezirandina partiyê li seranserê welat digere û bajarên qibeylîyan bi rêxistin dike. Qibeylî (berberiyên Cezayîrê wek qibeylî jî tên binavkirin) ji ber rol û mîsyona wî ya salan ji Hocine Aid Ahmed hez dikirin û li dora partiya wî kom bûn lê qibeyliyên xwe nêzî vê partiyê nedidîtin jî hebûn û ew jî li dor partiyên cudatir kom bûn.

Beşek ji berberiyan MCD’ê (Tevgera Çanda Berberî) ava dikin lê hin nivîskar û muzîkjenên nêzî MCD’ê, RCD’ê (Yekitiya Çand û Demokrasiyê) ava dikin. Her çiqas di navbera van partiyan de di hêla bîrdoziyê de cudahî hebin jî ev partî ji bo mafên qibeyliyan têdikoşin. Li hember ramana “Cezayîr ereb e û baweriya wê jî dînê îslamê ye” bertek nîşan didin û dixwazin çand û zimanên din jî di fermiyetê de werin naskirin.

Di navbera salên 1990 û 2000’î de li Cezayîrê kuştin pir çêdibin. Kesên bi îslamê bawer in û dixwazin Cezayîrê li gor dînê îslamê bi rê ve bibin, qibeyliyan zêde laîk dibînin û êrîşê wan dikin. Di navbera partiyên îslamî û qibeyliyan de gelek bûyer diqewimin. Berberî gelek caran hilbijartinan boykot dikin û naçin ser sindoqan. RCD û MCD federalîzm dixwestin lê FFS bêtir di nav sînorê Cezayîrê de avakirina demokrasiyê dixwest û veqetandina qibeyliyan a ji Cezayîrê erê nedikir. Ji ber van nêrînên siyasî dem bi dem di navbera wan de jî nîqaş çêbûne lê gava mijar dibe berberî û mafê wan hemû dibin yek.

Komîteyên ewlehiyê ava dikin

Di 1994’an de êrîşên li ser qibeyliyan dijwartir dibin. Li ser vê yekê RCD biryara ku şerê çekdarî bikin didin û nahêlin ereb derbasî herêmên wan bibin. Li gundan “Komîteyên Ewlehiyê” û “Şandeyên Rûsipîyan” ava dikin û xwe ji êrîşên partiyên nepen ên îslamî diparêzin. Di encama xwepêşandanan de çend pêşengên RCD û MCD’ê tên girtin. Serokê MCD’ê Ozan Ferhat, serokê RCD’ê Saîd Saîdî û Nouredddîne Ait Hamouda, mûzîkjenê navdar Matub Lunes û gelek kesên din digirin davêjin hepsê. Di girtîgehê de gelek îşkence jî dikin li van kesan. Qibeylî jî ji bo dengê wan li dinyayê were bihîstin û ev îşkence werin dîtin paşde gav navêjin berovajiyê vê yekê helbest û stranên kesên hatine girtin bi hev re dibêjin û çalakiyên xwe xurttir dikin. Heya ev kes ji girtîgehê derdikevin dev ji protestoyan bernadin. Di dîroka Cezayîrê de protestoyên qibeyliyan navdar in û hema bêje ji xeynî qibeyliyan kes li hember neheqî û çewtiyên komara Cezayîrê dengê xwe bilind nake.

Doza serxwebûnê dikin

Tevî ku zimanê qibeyliyan tamazîght di sala 2016’an de di fermiyetê de hatiye pejirandin jî wan dîsa dev ji çalakiyên xwe bernedane û îro doza serxwebûnê dikin. Li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin û dixwazin bajarên xwe ew bi rê ve bibin. Naxwazin ji navenda Cezayîrê destûran bigirin û xwe li gor nêrîna netewe-dewletê saz bikin. Dixwazin li herêmên xwe azad û bi aborî û mafên xwe yên însanî wekhev bijîn. Ji bo ev yek pêk werin her roja înê çalakiyên xwe yên ku êdî bûne kevneşopî li dar dixin û dimeşin.

Matub Lunes: Li dû azadiyê

Beriya Matub Lunes, dewleta Cezayîrê êrîşê mûzîkjen û nivîskaran dikir. Mûzîka RAI ku li Cezayîrê xwedî rihekî azadiyê bû û dijberî hişmendiya dewletê û îslamê bû her tim di bin êrîşên hêzên nepen ên îslamî de bû. Wan bi çavekî heram ku mirovan ji rê derdixe li muzîka RAI dinêrî. Cheb Hasnî yek ji wan kesan bû ku wek avakarê muzîka RAI dihat naskirin. Bi hezaran ciwan diçûn konserên wî. Dewleta Cezayîrê û hêzên îslamî her tim gef lê dixwarin û ew tehdît dikirin lê Hasnî jî li hember van kesan wêrek tevdigeriya û wiha digot: “Ez ji wan natirsim û ez ê welatê xwe neterikînim.” Hasnî dixwest hin tabûyên Cezayîrê bişikîne û ji bo vê yekê bi muzîkê re mijûl dibû lê ew hêzên nepen di sala 1994’an li ber mala wî êrîşê Cheb Hasnî kirin û ew kuştin. Di dîroka Cezayîrê de bûyerên bi vî rengî gelek in lê bûyera herî tê zanîn ya Matub Lunes e.

Çavsorî, tirs û zikreşiya desthilatdaran a li dijî hunermendan di jiyana Lunes de veşartî ye. Lunes, hunermendekî li dû azadiyê bû û kesên jê hez nedikirin dixwestin wî bifetisînin da ku dengê wî neyê bihîstin. Lunes aktîvîst û muzîkjenekî şoreşger bû. Bi hevalên xwe yên weke Idır, Hozan Ferhat û Ait Menguellet MCB’ê(Tevgera Çanda Berberiyan) ava kiribû. Ew hêj di ciwaniya xwe de ji bo doza ziman û nasnameya xwe dest bi milîtaniyê dike. Di hemû stranên xwe de vê yekê aşkera û bêtirs vedigot. Wî bi zimanê qibeylî digot. Ji ber vê helwesta xwe televîziyon û radyoyên Cazayîrê tu carî wî qebûl nakin. Di protestoyên qibeyliyan de ew her tim bi stran û gîtara xwe li pêş bû. Piştî demekê ji ber gefên leşkerên Cezayîrê mecbûr dimîne diçe Fransayê lê sebra wî li wir nayê û dîsa vedigere welatê xwe. Di serhildanên sala 1988’an de polîs gule lê dibarînin. Her kes dibêje jixwe miriye û ew davêjin nav miriyan lê Lunes namire. Piştî 17 operasyonên emeliyatê ew dîsa baş dibe û radibe ser piyan. Vê carê jî hêzên îslamî yên çekdar (GIA) jê nagerin, di 1994’an de wî direvînin û bi rojan lê îşkenceyê dikin. Piştî protestoyên qibeyliyan mecbûr dimînin wî serbest berdin.

Piştî çend salên din dibînin ku Lunes ji ya xwe nayê xwarê û stranên xwe yên ji guleyên wan xurttir dibêje û direşîne ser pergala Cezayîrê û wan protesto dike. Rêxistina îslamî ya GIA di 1988’an de dîsa wî direvîne û wî dikuje. Piştî mirina Lunes bi hezaran qibeylî li bajarên Tizi Ouzouyê grevê îlan dikin û dadgehê protesto dikin. Dengê Lunes bêtir belav dibe li Cezayîr û her wiha li dinyayê. Doza wî bêtir tê nasîn. Lunes bi wêrekî û afirîneriya xwe dihat nasîn, ew li dû azadî û rastiyê bû. Li hember kesên dixwestin wî asîmile bikin û dengê wî qut bikin wiha digot: “Welatên hemû gelên bindest welatên min in. Ez ne ereb im, ez berberî me.”

Bi gotina Lunes, berberî ne ereb û ne jî misliman in. Ew qewmek e, di bin simên mêtingeriyê de hatiye perçiqandin lê li gel ewqas perçiqandin, bişaftin, kuştin û êrîşan dîsa jî ew li dû nasname, azadî û zimanê xwe ne. Ew bi stran û rengê xwe îro xwedî çandeke qedîm û xweser in li Cezayîrê. Dilê wan ji bo azadiyê lêdide, serhildêr in û ji bo civaka xwe serxwebûnê dixwazin.

Hêza hunerê û tirsa desthilatdaran

Li hemû welatan balkêş e, kesên desthilatdar pêşî êrîşî çand, ziman û mûzîkjenên wan dikin. Ev yek ne tiştekî ji rêzê ye, ji lewre civak bi saya vana rabirdûya xwe bi bîr tîne û dahatûya xwe saz dike. Desthilatdar naxwazin zû bi zû dengê mezlûman were bihîstin û êrîşî dengê wan dike û dixwaze wan bêdeng bike lê hin deng hene ku tu desthilatdar nikarin wan tune bikin. Ew deng ji dagirker û wehşeta wan mezintir in. Li Şîliyê dengê Vîctor Jara, ji hêza Pînochet bilindtir bû lewma xwestin wî bikujin; li Kurdistanê dengê Hozan Serhat di ser artêşa Tirkiyeyê re bû lewma wî kuştin; li Cezayîrê jî dengê Matub Lunes dengê qibeyliyan bû yê baweriyê dida, ji lewre ew girtin, îşkence kirin û herî dawî jî kuştin. (Dawî)

Çavkanî:

  • Şehmus Gazel/Cezayîr û Berberî/Weşanên Doruk
  • Mohammed Chtatou/Niştecihên Herî Kevn yên Bakûrê Afrîkayê/Malpera Perspektif
  • Wîkîpedîa