20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina Filippo Grandi bi rayedarên tirk re

Piştî serdana Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Filippo Grandî ya Tirkiyeyê mijara vegera penaberên Sûriyeyê ji bo welatê wan dîsa kete rojevê.

Piştî hevdîtinên di navbera Filippo Grandi û rayedarê dewleta tirk de ku tê de mijara penaberên li Tirkiyeyê hatibû guftûgokirin, tevî naveroka zelal a wan hevdîtinan nehate parvekirin jî rayedarên tirk der barê wê de daxuyaniyan didin.

Di rojên dawî de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavûşoglu daxuyanî da. Çavîşoglu diyar kir ku welatê wî bi Komîseriya Neteweyên Yekbûyî re kar dike ku penaberên Sûriyeyê vegerînin welatê wan. Çavuşoglu, anî ziman ku ew niha alîkariyeke baştir ji Neteweyên Yekbûyî digirin.

Bi her halî ji destpêka aloziya Sûriyeyê hemû kul û derdê wan ew bû ku li Rojava statuyek ji kurdan re çênebe.

Ji bo ku pêşiya wê yekê bigirin jî bi hemû derfetên xwe yên siyasî, dîplomasî û leşkerî destwerdana Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê kirin. Xwestin ku pêşiya statuya kurdan bigirin.

Ji destpêkê ve ji bo vê armancê di qada navneteweyî de her tim digotin divê ew herêmeke tampon di nava axa Sûriyeyê de ava bikin. Lê şert û mercên navneteweyî zêde rê neda wan ku vê yekê pêk bînin. Lê niha piştî ku gelek deverên Sûriyeyê xistin bin kontrola xwe dixwazin bi dengekî bilintir dîsa wê daxwaza xwe ya berê di qada navneteweyî de bînin ziman.

Tê texmînkirin ku di van rojên pêş de wê bêtir û aşkeratir ev daxwaz li ser zimanê rayedar û medyaya tirk bêne rojevê.