25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir

Hevdîtin an jî lutkeya di navbera serokê Rûsyayê Vlademir Putin û yê DYA’yê Joe Biden îro li paytexta Siwîsre Cenevreyê dest pê kir.

Wiha xuyaye ku dê hevdîtineke gelekî zehmet û dirêj be ji ber gelek mijarên ku dê bên nîqaşkirin hene û nakokiyên di navbera herdu welatan de li ser gelek mijaran hene.

Her çendî herdu serokan di daxuyaniyên xwe yên beriya civînê de behsa hin mijarên giştî ên wekî tekoşîna navnetewî ya li dijî vîrûsa koronayê û hevkariya aborî û rewşa germahiya global kiribin jî lê di tûrikê herdu serokan de dosyayên bi nakok hene.

Tê texmînkirin ku yek ji van dosyayên girîng mijara êrîşên sîberî yên li dijî DYA’yê pêk hatin û Rûsyayê pê dihate tewanbarkirin. Her wiha mijarên wekî rewşa Sûriye, Lîbya, Afganistan, Qerebax, Ukrayna û Belarûsê jî dê cihekî giring di van hevdîtinan bigirin.

Wekî hatiye daxuyandin dê ev hevdîtin derdora 5 seatan berdewam bike.