24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina Putîn û Erdogan

Tê payîn ku îro serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan bi serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re hevdîtinekê bike. Di hevdîtinê de dê rewşa Sûriyeyê û Idlibê jî bibe rojeveke sereke. Di demên dawî de her du alî bi hinceta li gorî peymanê tevnegeriyane, hev tawanbar dikin. Ji ber vê yekê dibe ku dîsa peymanan îmze bikin.

Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan ê ku beriya biçe DYA’yê Rûsya rexne dikir, piştî ku bêhêvî ji DYA’yê vegeriya êdî pesnê Putîn dide. Lê beriya van hevdîtinan her du aliyan hin peyamên din ên bi riya êrîşan jî dan hevûdu. Rûsya di rojên dawî de li dijî çekdarên alîgirên artêşa tirk û deverên di bin kontrola wê de bi balafirên şer êrîşên dijwar dike. Artêşa tirk jî bersiv da wan êrîşan û fûzeyek avêt helîkoptereke Rûsyayê.

Beriya wê jî komên çekdar ên alîgirên artêşa tirk, ji gundewarên Laziqiye û Idlibê bi fûzeyan êrîşî baregeha Rûsyayê ya Himêmîn kirin. Lê xuya dike ku ev êrîş nebûn astengî li pêş hevdîtina her du aliyan. Mirov dikare bibêje ku her du aliyan jî ew wekî zextekê li dij hev bikar anîn.

Ji bilî vê mijarê bê guman dê mijarên wekî rewşa Lîbyayê, Girava Qirmê û fûzeyên S-400 jî werin nîqaşkirin. Tiştê balkêş di vê hevdîtinê de ku vê carê Erdogan bi rengekî bêhêvî diçe Rûsyayê, ji ber di hemû hevdîtinên beriya niha de her dem têkiliya xwe ya bi NATO û Amerîkayê re wekî zextekê bi kar dianî. Lê vê carê ji ber ku rêveberiya DYA’yê zêde guh nedayê û serokê DYA’yê Joe Biden pê re hevdîtin jî nekir ew ji her demê bêtir hewcedarê Rûsyayê ye. Lewre tê texmîn kirin ku vê carê bêtir Rûsyayê şertên xwe rêz bike û lihevkirinên nû bêtir li gorî dilê wê bin.

Dibe ku hinekî zû be ji bo vê gotinê lê pêşketinên ku li ser erdê Sûriyeyê diqewimin wiha nîşan didin ku dema derxistina hêzên biyanî ji Sûriyeyê nêz dibe.