Rojnameya Heftane

Hêvî Carinan…

Alîk X

Dibe ku navlêkirinên me pir bin, hinek bêjinê: “serdema neo-lîberal”, yan “serdema androîdî”, her weha, weke “elameta qiyametê” jî dikare bê navlêkirin; mebesta min ev dem, qirna 21’emîn e ku ji bo şolîkirina hişmendiyê ya bi rêya têgihanê ya ji aliyê otorîteyan ve erdekî biadan e. Hin caran, mirov di vê qirnê de, bi wê xezebê wateya xwe ji dest dide ku hebûn jê ve mîna erdekî beyar dixuyê; nikare der barê ‘jîyana takekesperest’ de- ku li welatê wî/ê yê hêlîna civakîbûnê bû- nafesile, çend kêliyan birame û bi çend gotinan biramîne… Ji ber ku mekanekî wî/ê yê xwe tê da bibîne jî tune ye, hemû dem jê ve nedîyariyê dinimînin; gava ku mekanên wî/ê yên ramînê bên dagirkirin û dem jê ve nediyariyê binimînin, mimkin e ku mirov bi dilkêşiya bêwatebûnê bixape, di reşbîniya xwe da noq û nebedî bibe.

Di pêvajoyên weha erjeng de ku êdî kevir bi kevir, peyv bi peyv paşeroja me dihê tunekirin, mirov yek carinan dibêje xwe ku qey ew nifira çîniyan ku digot, “Hêvîdar im tu di wexteke seyr de bijî!” li hebûna wî/ê ya vê qirnê hatiye kirin. Lê hê jî mertalên me yên orjîn ên ku em bikaribin xwe bi wan bipesinînin û li hebûn û xwebûnê sor bibin, hene.

Ji roja ku mirovatiyê bîra mirinê biriye û heta niha pêdivî bi baweriyê jî dîtiye, li gorî gelek antrpologan, vê sawa mirinê mirovatî arasteyî baweriyê kiriye; çi yên pirxwedayî (polîteîst) çi jî yên yekxwedayî (monoteîst), di bingeha hemû olan da sawa mirinê heye. Mirovatiya ku pêdivî bi bawerkirinê dîtiye, bê ku dîtina wî/ê ya şênber ew têxista dudiliyê, peyva “Xweda” li zimanê xwe zêde kiriye. Weke peyva “Xweda”, belkî mirovatiyê nav li gelek heyînên ku em bi awayekî şênber nikarin wan bibînin, kiribe, lê ji bo tiştên ku pêkanîna wan ji mirov û candarên din nayê, pêdivî bi tu lêkeran tune ye. Ligel tahlî û axira wê ya nedîyar, bi îhtîmaleke mezin wê ji ber arezûya vejîyandinê be ku mirovatiyê pêdivî bi navlêkirina dawîtirîn bizava xwe û rengdêra ku jê darişiye, li lêkera “mirin”ê û rengdêra “-mirî-”yê kiribe. Heger bi tena serê xwe rengdêra ku jê hatiye dariştin, ango “-mirî-” hebûya û weke lêkerekê “mirin” tune bûya, mirov dikarîbû bigota, dibe ku ew rengdêra ku jê hatiye dariştin; ango “mirî” jî wekî navê “Xweda” nedîyariyê dinimîne, lê na, ji ber ku hema bêje hemû candarên ku dişên bîr bibin, li ser wê yekê hemfikir in ku rengdêra “mirî”yê bi xêra lêkera “mirin”ê heye, ew bi awayekî endîrekt li ser hebûna lêkera mirinê û her weha li ser dawiya hebûnê jî dibin hemfikir.

Li gorî vê angaşta xwe, heger ku em bizavên ku pêkanîna wan ji mirov, candar û tiştên ku mirovan ew hilberandine tên, wekî şertekê hebûna lêkeran qebûl bikin, em ê li lêkereke ku bi qasî mertalekî polayî qewîn, li lêkera “desthilanîn”ê bivarqilin ku wê ew lêker, derewa desthilatdaran ku ji bo aşkirina bindestan îcad kiribû û digot ku di vê qirnê de “gur û mih bi hev ra diçêrin” pûç bike. Heger rast bûya, mebesta wan ne têkbirina psîkolojiya bindestan bûya; weke têgihên teolojiyê û axira mirinê nediyarî binimandana, dibû ku me weke mîstîkan xwe li guhê gê daniya, lê bindestan, qe nebûya kurdan pêdivî bi lêkereke weha dîtibû; desthilatdarên ku bi kiryarên xwe ew ji rewşa wan haydar kiribû, kurdiya kurmanciyê zorgayî lêkera “desthilanîn”ê kiribû, bindest bûn ango, ji bo weke pêşiyên xwe yên medî û eyibî bi serbestî bijiyana, divê ku destên li ser xwe hilanîyana; ji loma lêkera wan a “desthilanîn”ê hebû û weke mînaka Kobaniyê, wan bi xêra desthilanînê azadî tahm û bêhn kiribû.