Rojnameya Heftane

Hêviya demokrasiyê

Dara Estirî

We ya rast divê ji biçûkaya xwe ve, min destê xwe ji demokrasiyê şûştiye.

Baş tê bîra min êvara înê bû û em li ser şîvê rûniştî bûn. Ez, xwişk û birayên min û dê û bavê me. bavê me got sibe în e û em naçin kar, hûn çi dibêjin, gelo em herin mala xalê we yan jî mala apê we. Bavê mirovekî demokrat bû û got ka em dengdanekê bikin, dengê kê zêde be em ê bi ya wan bikin. Di encama dengdanê de piraniya me got, em biçin mala apê xwe. Tenê diya min gotibû em biçin mala xalê we.

Diya min madê xwe kir lê dengê xwe nekir. Roja înê serê sibehê em bi kêf rabûn û li derdora sifreya taştê li hev kom bûn. Diya min got: De zû taştiya xwe bixwin em diçin mala xalê we. Me tevan berê xwe da bavê min, lê wî qet dengê tiştekî nebir xwe û li rojnameya xwe mêze dikir, wekî ku haya wî ji tiştekî tune be.

Ji wê rojê de min nas kir ku demokrasî di odeyên tarî de  dûrî xewnên gelê razayî tê sazkirin.