20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevkariya PDK û Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re

Nivîskarê Rojnameya Welat Takor Zerdeşt di nivîsa vê hefteyê de bi sernavmê “DAIŞ li Qereçoxê wek çekekê tê parastin” bal kişand ser têkiliyên navbera DAIŞ’ê û PDK’ê. Nivîskar Takor Zerdeşt, li ser hûrguliyên têkiliya navbera PDK’ê û DAIŞ’ê rawestiya û bi mînakên şênber hevkariya wan li ber çavan raxist.

Nivîsa Takor Zerteşt wiha ye:

Yan jî dikarîn bêjîn dewleta tirk DAIŞ’ê weke potansiyelekê ji bo xwe dibîne ku rojekê wan bikar bîne. Piştî bûyerên 16’ê cotmehê ya sala 2017’an li çiyayê Qereçoxê nêzî bajarokê Mexmûrê heyanî digihêje sînorê Neftxane ya Xaneqînê bi dirêjahiya sedan kîlometreyan valahiyek ewlehî ketiye devrê. Ji dervayî çeteyên DAIŞ’ê tu hêzeke din li wir nîne. Tê zanîn ew dever bi panahiya nêzî 500 kîlometrên çargoşe bi sîstematîk di destê çeteyên DAIŞ’ê de hatiye hiştin. Di van 2 salên bihorî de tim rêgirî, dîlgirtin, bac û gumrik standin, êrîş û sabotaj li hember gelê deverê pêk anîne.

Di vê panahiyê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê heya niha çendî caran êrîş bo ser pêşmerge, şivan û cotiyarên navçeyê, gelê sivîl, bi taybet kampa Mexmûrê hatiye kirin û heya niha bi dehan kes di van êrîşan de hatine kuştin. Ev demeke ku navçe di bin çavdêriya hêzên 80 subayên PDK’ê de ye. Li hin çiyayan tenê çend sed metre di navbera baregehên P.M yên PDK û çeteyên DAIŞ’ê de heye.  Bi ruxmî van hemû tecawizên çeteyan ên li vir, PDK li şûna ku pêngavekê ji bo rûbirû bûna van çeteyan biavêje, dijberî vê yekê aşkera tê dîtin ew der vala û bê xwedî hiştine. PDK hêz û çekên giran ber bi cihên gerîla ve dişîne. Li navçeyên gerîla kelehên mezin û baregehên pirçek ava dike. Li hember gerîlayan bikar tîne ku wek tê zanîn heyanî niha di êrîşên çekdarên PDK’ê de zêdetirî 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Bi dehan gerîla jî bi hevkarî û sîxurtiya hêzên PDK’ê ji aliyê rejîma tirk ve hatine şehîdxistin.

Beriya çend rojan di 27 û 29’ê mijdarê de dîsa li bajarokê Kifrînê êrîş û sabotajên DAIŞ’ê pêk hatin. Di encamê de gelek kuştî û birîndarên P.M’an (pêşmerge) çê bûn. Di şeva 2’ê kanûnê de jî dîsa 13 P.M û xelkê sivîl ê deverê di encama êrîşa DAIŞ’ê de li Qereçoxê bûn qurbanê planên qirêj ên desthilata malbata Barzanî û rejîma tirk. Helwesta PDK’ê jî wek her car tenê bi hinek gef û diruşmên bê binî yên malbata Barzanî û hinek hêsirên ji bo nimayişkirina ragihandinan di gel dayik û malbata hinek qurbaniyan bi dawî tê.

Lê bi rastî çima PDK rûberûyê van çeteyan nabe? Berevajî vê çima wan bi rengekî veşartî diparêze?!

Helbet ev bûyerên bi vî awayî ku her çax bo çaxê dubare dibin û cihê fikarên mezin in, li gorî pisporên siyasî li Başûr bi çavê neberpirsyariya wezareta pêşmerge û hikûmeta herêmê de tê şîrovekirin. Endama parlamentoya herêma Kurdistanê ya Goran Gulistan Seîd, li ser vê êrîşa DAIŞ’ê, dibêje: “Ew çekên ji bo P.M’yan ji derva hatine ji aliyê berpirsên herêmê bazirganî pê tê kirin. Heya ku ew telîsên axê dikin têde ji bo çêkirina çeperan jî nade P.M’an”.

Emîd Dilêr Şikur fermanderê Lîwaya 3 ya pêşmerge ji bo Ajansa Rojnewsê dibêje: “Valahiya pêşmergeyan a li van deveran bûye sedema bi hêzbûna DAIŞ’ê li vê deverê. Pêwîstiya me ji bo jinavbirina wan bi hêz û çekên giran heye”.

Efserê lîwaya 5 ya P.M’an Rayîd Aram jî dibêje: “Ev du sal in em daxwaza dûrbînek herarî ya şevê û çek dikin. Lê hikûmeta herêmê ji me re naşîne. Berelatiyek pir zêde di nava hêzên me yên li vê deverê de heye.”

Lê rastî tiştek din e ku pêwîst e gelê me û raya giştî li ser vê bi hişmendî tevbigere. Ya rast ku ji vê hemû valahiyê tê xwendin ev e ku hevpeymaniyek di navbera PDK û DAIŞ’ê diyar dibe ku dîsa destê dewleta tirk di vir de heye, PDK bê biryara dewleta tirk tenê hêza yek bizivînê li hember çeteyên li Qereçoxê nîne.

Hêzên DAIŞ’ê ên mezin li Qereçoxê dimînin

Fermandeyekî din ê YNK’ê Xazî Feysel di dîmenek vîdeoyî de pir vekirî dibêje: “Mezintirîn baregeh, mezintirîn emîrê DAIŞ’ê û mezintirîn hêzên DAIŞ’ê li çiyayê Qereçoxê dimînin, weke sîstematîk û bi zanebûn li wir hatine bicihkirin. Li wir cî ji wan re hatiye dayîn. Ne ku bi xwe hatibin wir. Ji aliyê PDK’ê ve rasterast piştgîrî li çeteyên DAIŞ’ê tê kirin.”

Dîsa herî dawî li ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ‘Xazî Mihemed Kerkukî’ endamê rêveberiya YNK’ê xîtabî PDK’ê nivîsand: “Ev çend sal in hûn bûne sîwanek ji bo parêzvaniya li DAIŞ’ê û li ser xwîna ciwanên kurd bazirganiyên siyasî dikin.”

Ev gotin hemû pir rast in. Bi taybet gotinên “Xazî Kerkukî” hemû pêwîst e werin lêkolînkirin. Kanî ev gotina ji aliyê rêveberekî siyasî yê Başûr ji ku avê vedixwe?!

Ya rast ev hêza li çiyayê Qereçox û vê navçeyê hatine bicihkirin pir sîstematîk û ji planek qirêj a di navbera dewleta tirk û PDK’ê ye. Çawa ku komkujiya li 3’ê îlona 2014’ê li ser Şengalê ji encama planek qirêj a PDK’ê û dewleta tirk bû piştî wê bi çend rojan DAIŞ’ê êrîş dike ser kampa Mexmûrê, dîsa bi hezaran çekdar û hêzên leşkerî yên PDK’ê meydanê vala dikin. Di demeke ku pêştir de ji gelê kampê re gotibûn ji kampê dernekevin. Em li vir in û em ê we biparêzin. Di heman rojê de jî bêyî ku kampê haydar bikin paşde direvin û kampa Mexmûrê bi destê DAIŞ’ê re dihêlin. Lê ji bergiriya hêzên HPG’ê û hişyariya gelê kampê êrîş encam nagire.

Helbet ev plan hê jî dewam dike. Heta roja îro hê jî hêzên DAIŞ’ê li Qereçoxê wek ehromek berdest ji aliyê dewleta tirk û PDK’ê parêzvanî lê tê kirin. Tenê bi yek armancê ew jî li demê tevliheviyek li Başûr derket bikarin weke reşkujiyek bi komî, yan reşkariyên ji mînaka komkujiya li Şengalê ku hêjî tu kesê berpirsiyariya wê karesatê negirtiye stûyê xwe û tenê DAIŞ tawanbar tê naskirin. Tê çaverêkirin bi rêya wan çeteyan heman komkujiyê li kampa Mexmûrê pêk bînin. Bi awayekî ku ew bi xwe nekevin bin barê vê sûca pir giran.

PDK çavê xwe ji DAIŞ’ê re digire

Li gorî zaniyariyên herêmî yên rasterast ku mirov ji bo hin ewlehiyan nikare navan bibêje; niha bazirganî di gel çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê pêşmergeyan jî li ber çavê PDK’ê tê kirin. PDK çavê xwe li ser digire û rûberûyî yasayê nake. Lê ji aliyekî din her kesê li Behdînanê kîsek ar an birinc ji bo gerîlayan bibe PDK wan digire. Bi salan ceza dike û li bin îşkenceyê wî kesî dike nîve mirov. Yan hema bê seruşun dike bi salan malbat nikare wan bibîne.

Bêguman kampa Şehîd Rûstem Cudî (Kampa Mexmûr)ê nimune tirîn hedefa ragirtina van çeteyan li Qereçoxê tê dîtin. Ji bo ku di rewşek guncav de di komkujiya li ser penaberên bakurê Kurdistanê li kampa Mexmûrê rol bigerin. Ev bicihbûna çeteyan li vê navçeyê cudayî biryar û xwesteka dewleta tirk a dagirker ji PDK’ê nîne. Ev tê zanîn li salên derbasbûyî çendîn caran ji aliyê van çeteyan êrîş bo ser vê kampê hatiye kirin. Lê hêza ewlehiya kampê rûberûyî êrîşan bûne û kuştiyên çeteyan çê bûne, êrîş vala hatiye derxistin. Wek tê gotin çeteyên DAIŞ’ê li çiyayê hemrîn û Qereçox ku li jêr çavdêriya PDK de ye zêdetirî 30 baregehên xwe hene û aşkera diyar in, pêşmergên li Qereçoxê pir carî aşkera bi veşartî peywendî bi me re kirine û gotine ku wan mafê gulereşandina li hêzên DAIŞ’ê nînin, di dîmenê birayekê van 3 sivîlên ku herî dawî li şeva 2’ê kanûnê di êrîşa DAIŞ’ê de giyanê xwe winda kirin derdikeve ku dibêje: “Pêşmerge li ser ciyekî bilind li êrîşa DAIŞ’ê temaşe dikrin û mudaxileya vî şerî nedikirin.”  Ev rewş êdî bi aşkera diyar dike ku PDK tu niyetek şer di gel DAIŞ’ê nîne û agirbestek di navbera dû alî de heye.

Di salên derbasbûyî de bi caran dîmenê kamyonên bêhejmar (bê kod) helgirê barên dergirtî ber bi vê deverê hatine dîtin ku hin carî li medyaya civakî de parve bûn ku dihate gotin ev alîkarî ji bo çeteyên DAIŞ’ê têne kirin. Li gorî efserekê pêşmerge ku ji bo Ajansa Rojnewsê axiviye aşkera dike û dibêje: “Ji aliyê hêzên hevpeyman çekên giran û pêşketî yên mîna (M3, Wilter, Mîlano, Saroxên giran, Hamerên zirxî, Tank, Panzer, Zirêpoş) ji bo şerê li hember DAIŞ’ê dane PDK’ê.” Ev efserê P.M ku bi xwe şahidî kiriye dibêje di nav de 47 Hamerên dije fîşek PDK dest daniye ser, boyaxa wan gohertîye û propaganda belav kirin ku guwaye li Ordin û Koriya kirîne, heta ku demê PDK’ê hêz ber bi cihên gerîlayan vekêşand wî çaxî ev çekê ku binavê şerê DAIŞ’ê wergirtibun li wir diyar bûn, dema dibirin ku li hember gerîla bikar bînin.

Ji bo têkiliya PDK’ê bi Tirkiyeyê re xera nebe şerê DAIŞ’ê nake

Bi giştî PDK mafê şerê di gel DAIŞ’ê nade xwe, ji bo ku li hember dewleta tirk nekeve bin lêpirsînan, yan hevbendiyek di navbera wan û DAIŞ’ê de heye, pêwîst e herkes bizanibe û vê metirsiyê bibîne, malbatên her şehîdeke destê DAIŞ’ê jî pêwîst e bizane xwîna zarokên wan bi dest û tiliyên PDK heye, gelê welatparêz gereke hişyar be, çaxê her aloziyek li başûrê Kurdistanê derbikeve ev hêza veşartî ya çeteyên ku bi navê DAIŞ’ê tên naskirin yekem hedefa wan ê bibe êrîşa bo ser kampa penaberên Şehîd Rûstem Cudî, yan her aliyê ku ji milê PDK yan dewleta tirk ve bibe hedef, divê ev xeterî ji îro de were dîtin û berheviya rûberûbûna rewşek ji vê mînakê divê her ji nihade were kirin.

Çavkanî: Rojnameya Welat

DAIŞ li Qereçoxê wek çekekê tê parastin