24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevkariya li gorî berjewendiyan…

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta tirk her sal bi hinceta tunekirina PKK’ê li başûrê Kurdistanê dest bi operasyonan dike. Bi van operasyonan re dewleta tirk bi alîkarî û erêkirina PDK’ê li gelek deverên cuda yên nêzî baregehên  PKK’ê qereqol û navendên sîxuriyê dane avakirin. Li van baregehên ku ji hêla MÎT’a tirk ve tên diyarkirin bi yekîneyên pêşmergeyên PDK’ê yên taybet ve bi awayekî hevkar xebat tê meşandin.

Cihên baregehên nû lê tên avakirin jî, ji bo operasyonên li dijî tevgera azadiyê hîn xurtir bên meşandin û birêvebirin bi baldarî tên diyarkirin. Li herêma navçeya Rewandizê li çiyayê Helemod ê beramberî Zînê Wertê pêşmergeyên PDK’ê bi cilê leşkeran hatine bicihkirin. Ev pêşmerge bi çekên giran xwe li herêmê bi cih kirine. Li hemberî vê yekê gelê herêmê nerehet be jî ji aliyê siyasî û hikûmeta herêma Kurdistanê ve deng dernakeve.

Ji bo li herêma başûrê Kurdistanê baregehên nû bên avakirin di navbera PDK’ê û dewleta tirk de li hevhatin çêbûye. Li gorî vê ji bo şopandin û meşandina vê xebatê di navbera herdu aliyan de komîteyek hevbeş hatiye avakirin. Ji bo mesrefa van baregehan jî lihevhatin çêbûye. Li gorî vê PDK dê ki qaseya hikûmeta herêmê pera xerc bike, dewleta tirk jî dê bi pereyê petrola ku ji herêma başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê bide. Lê em ji bîr nekin ku dewleta tirk ev demeke dirêj e pereyê petrola ji Kurdistanê digirt nedaye ku ev jî budçeyek mezin e. Bi kurtasî di herdu alî jî ji bo tasfeyekirina tevgera azadiyê û dagirkirina başûrê Kurdistanê pereyê herêma Kurdistanê xerç dikin. Di heman demê de mirov dikare bejê PDK bi pereyê gelê Kurdistanê  dijminantiyê bi axa xwe û doza azadiya Kurdistanê dike.

Di van baregehên ji hêla PDK’ê û dewleta tirk ve tên avakirin de ne kesên ji rêzê dimînin. Li gorî zanyariyên heyî tê gotin ku hêzên PDK’ê yên bi navê tûgaya 80’yemîn tên binavkirin û qaşo parastina herêma Biradost û Rewandizê dikin wê di van baregehan de bên bicihkirin. Em ji bîr nekin ku baregehên li van herêman ji salên 90’î ve di bin kontrola MÎT’a tirk de ne. Lewma hêzên ger ji van baregehan jî bên wê dîsa di bin kontrola MÎT’ê de kar bikin. Dîsa ji derveyî pêşmergeyan wê di van baregehan de endamên MÎT’ê û leşkerên hêzên taybet ên artêşa tirk jî bên bicihkirin. Jixwe gelek caran nûçeyên endamên MÎT’ê li herêmên di bin kontrola gerîla de ne bi cilê pêşmergeyan keşfan dikin derketin. Niha bi avakirina van baregehan ve vê xebata xwe ya veşarî aşkera dikin.

Dewleta tirk û PDK bi avakirina van baregeh û qareqolan  dixwazin bi saya agahiyên ji van navendên sîxuriyê darbeya mezin li tevgera azadiyê bixin. Jixwe ev demeke artêşa tirk li gor agahiyên ji sîxurên bi alîkariya PDK’ê  li herêmê hatine bi cihkirin gelek êrîş kirin. Di van êrîşên îstixbarata wan de yekser gelek welatî hatin qetilkirin. Niha PDK bi avakirina van barehegan  li herêmê hevkariya xwe û dewleta tirk xurt dike.

Lê pêwîst e PDK baş bizane ku wê rojek were, ew jî poşman bibe ku leşkerên tirk xistiye herêmê. Lê wê ew jî nikaribe wan ji wir derxe. Hevaltiya li gorî berjewendiyan hatiye avakirin bi kesî nade qezençkirin. Di vir de yê zilm û zoriyê dibîne dîsa gelê kurd e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê