20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaradarê Sûrê Ozdemîr hat berdan

Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr bi lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji peywirê hatibû dûrxistin û di çarçoveya heman lêpirsînê de, di 16 mijdara 2020’î de hatibû girtin.

Ozdemîr bi hinceta “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Danişîna doza Ozdemîr li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ozdemîr bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Ozdemîr, Şîlan Çelîk û Ferhat Kilinç jî di danişînê de amade bûn.

Doz xwe dubare dikin

Di danişînê de Ozdemîr tawanbariyên li dijî xwe red kirin û daxwaza berdana xwe kir lê dozgeriyê xwest ku girtina Ozdemîr dewam bike.

Parêzerên Ozdemîr diyar kirin ku Ozdemîr li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî bi heman tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hatiye darizandin û gotin ku ev dubaredarizandin û divê doz were betalkirin, muwekîlê wan bê berdan. Her wiha parêzeran destnîşan kir ku ji ber ku navê muwekîlê wan bi tenê di dokûmentekê de derbas dibe nabe ji “endamtiya rêxistinê” bê darizandin.

Ozdemîr hat berdan û danişîn hat taloqkirin

Li ser vê yekê dadgehê der barê redkirina dozê de diyar kir ku ew ê li benda biryara Dadgeha Edliyeya Herêmî bisekinin û li gorî wê dê tev bigerin.

Dadgehê komkirina delîl û palpiştên dozê û girtina demdirêj ya Ozdemîr li ber çavan girt û biryara berdana Ozdemîr da. Danişîn ji bo 22’ê îlonê hat taloqkirin.- AMED