spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaredara Reqayê Leyla Mistefa xelata serkeftinê girt

Her sal Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Aword) didin şaredaran. Îsal jî Hevşaredara Reqayê Leyla Mistefa, di nava 32 şaredarên li seranserê dinyayê de mîna hevşaredara serkeftî hate hilbijartin.

Xelata Şaredariya Cîhanê li gorî parzemînan û şaredarên serkeftî tê diyarkirin. Li parzemîna herî mezin û nifûsa wê herî zêde Asyayê tenê 4 şaredar hêjayî xelatê hatin dîtin. Di nava 4 şaredarên serkeftî de Hevşaredara Reqayê Leyla Mistefa jî cihê xwe girt. Xelata Şaredara/ê Cîhanê her sal li gorî karên şaredaran tê dayîn. Bi taybetî kalîteya xizmetê ya şaredaran, hevkariya wan li bajaran di asta neteweyî û navneteweyî de tê nirxandin.

Ji ber krîza avhewayê û şewba Covid-19, di projeya Şaredara/ê Cîhanê ya 2021’ê de bajarên hîn xurt, hîn wekhev û hîn şênkahî esas hatin girtin.

Ji bo avakirina Reqayê ya piştî dagirkirina DAIŞ’ê xelat dan Hevşaredar Leyla Mistefa

Ji bo xelata îsal ji deverên cuda yên cîhanê 32 şaredar hatin hilbijartin. 4 şaredarên ji Asyayê hêjayî xelatê hatin dîtin; Hevşaredara Reqayê Leyla Mistefa, Şaredarê Pasig City yê Filîpînanê Vico Sotto, Şaredarê Delhiyê Arvînd Kejrîwal û Şaredarê Enqerê Mansûr Yavaş in. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Xelata Jûrî ya Şaredara Cîhanê dan Şaredara Reqayê ya Sûriyeyê Leyla Mistefa, ji ber hewldanên wê yên ji nû ve avakirina Reqayê piştî dagirkeriya DAIŞ’ê.”