Friday, September 24, 2021

Hevseriya çûtaxa te, li para min ket

Hevseriya çûtaxa te, li para min ket. Îro bi dilekî şewitî û serbilind ez li vir im. Ez, zarokên min, malbata min û hûn em hemû xemgîn in. Ev jêhezkirina bêdeng, piçekî be jî hêzê dide me, hezkirinek bikeder dixe dilên me.

Di încîlê ayeta 15-13’an de Johanna dibêje: “Hezkirina herî mezin ew e ku mirov di ber dost û hogirên xwe de, canê xwe feda bike.”

Dostên xoşewîst, îro, nîviyê bedena min, bavê zarokên min, mezinê malbata me û birayê we, em bi rê dikin. Bêyî ku em li çep an rastê xwe, li paş an jî pêşiya xwe kesekî bêşînin an jî bêhurmetiyê bikin, bêyî ku em sloganan biqîrin û pankartan vebikin, em bêdeng bi xwepêşandanek a rûmetê radibin. Bi vî rengê bêdengiyê, li vir, em degekî gur dikin.

Temenê wî çi dibe bela bibe, dikare 17 an jî 27 salî be, qatil kî dibe bila bîbe, ez dizanim ku ew carekê pêçekek bû. Bêyî bersiva bê ka ji pêçekekê çawa qatilek çêdibe, tiştekî em bikin nîne, gelî xoşewîstan…

Gelî xwişk û birayan, hezkirina wî ya rastbûyînê, zelalî û dostaniyê, ew anî van rojan. Cengewariya jêhezkirinê, deng bi wî xist, ew mezin kir.

Dibêjin ku ew kesekî navdar û mezin bû. Ez ji we dipirsim; ma ev mezin û navdar hatibû ser rêya dinyê? Na xêr! Ew jî mîna we hemûyan, ji diya xwe re çêbûbû. Ew ne ji asîman ji ser rûyê axê bû. Dê birize bedane wî jî wek ya me! Lê ruhê wî yê jîndewar, karê ku ew pê radibû, uslûba wî, çirûskên hezkirinê yên di çav û dilê wî de, ew mezin kiribû.

Meznayî, ji ber xwe ve, bi dest nakeve. Tiştê ku mirov pê radibe, mirovan mezin dike. Erê, wî meznayî bi dest xist. Lewra mezin hizirî, axaftina wî mezin bû. Îro bi hatina me ya vir re, em giş hêja û mezin kirin. Hûn bêdeng mezin axifîn. Hûn jî mezin in. Ranewestin, qîma xwe bi îro tenê neynin!

Îro, li Tirkiyeyê, wî mîladek saz kir. Hûn jî mohra vê mîladê ne. Bi wî re manşet, gotar û qedexe hatin guhertin. Ji bo wî çi “kozikên ziyaretan” an jî “tabû” tune bûn. Peyva wî û a dilê wî mîna hev bûn.

Wî bedelek mezin da. Pêşerojên ronî – ku bedelan dixwazin – bi hezkirina ji Hrantan û bawerî bi wan ve pêk tên. Bi kift, tajang û girtina xwînekê di ser a din re, em pêşerojên ronî nabînin…

Xoşewîstê min, ma kî dikare peyvên te ji bîr bike? Ma çi tarîtî dikare kirinên te, gotinên te ji bîra mirovan bibe, xoşewîstê min? Gelo tirs? Ma çavsorî? Ma kêf û sefaya dinyayê? Gelo mirin dê karibe ji bîra me bibe, xoşewîstê min? Na xêr, çi tarîtî nikare wan ji bîra me bibe, dildarê min.

Min jî ji te re nameyek evînê lê kir. Nivîsandina van rêzan ne hesan bû, dildarê min! Bi xêra Hisûsa, min ev peyv nivîsîn, ez deyndarê wî me xoşewîstê min. Em mafê wî, bidine wî. Em mafê her kesî bi şûn de li wan vegerînin, dildarê min.

Tu ji hezkiriyên xwe bi dûr ketî, ji zarok û neviyên xwe veqetiyayî. Tu ji yên îro hatine te bi rê bikin, bi dûr ketî. Tu ji hembêza min derketî çûyî û te welatê xwe terk nekir!

Rakel Dink

Wergera kurdî/ Seyidxan Anter

*Ev gotara Rakel Dink, hinek hatiye kurtkirin.