spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta me ya sor e

Şandeya ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê, li Mêrsîn, Hatay û Edeneyê dest bi hevdîtinan kir ku bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê xwe birêxistin bikin” tên kirin. Şande ji Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Mêrsîna HDP’a Bajêr Gulbahar Şofer û Mehmet Aliş û rêveberên HDP’ê pêk tê hevdîtinên xwe bi serdana malbatan dan destpêkirin. Şande li çayxaneyeke li navçeya Yenîşehîrê bi xelkê re civiya û behsa pêvajoyê hat kirin.

‘Kurd û jin wê bi ser bikevin’

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di civînê de axivî û bertek nîşanî operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê da û bal kişand ser zext û zordariya li ser siyasetmedarên kurd. Aydenîz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got tecrîd li civakê jî te ferzkirin. Aydenîz anî ziman ku li qadên Newrozê bi milyonan kesan bersiva da polîtîkayên faşîzmê û yên wê li dijî vê pergalê bi ser bikevin gelê kurd û jin in.

‘Ocalan xeta me ya sor e’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û got bi hezaran girtî ji bo azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Ozturk destnîşan kir ku bi salan e polîtîkayên asîmîlasyonê li ser gelê kurd tên ferzkirin û wiha got: “Bi van polîtîkayan dixwazin gelê kurd ji nasname, ziman û çanda wî dûr bixin, lê ew bi ser nakevin.”

Ozturk anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan lê li ser tevahiya Tirkiyeyê tê sepandin û armanca wan jiholêrakirina gelê kurd e û wiha got: “Konsepta şer ji Îmraliyê dest pê kir. Ê kurdan bi dinyayê da nasîn Ocalan e. Ji bo vê yekê jî tecrîd li birêz Ocalan tê sepandin. Birêz Ocalan bi birayê xwe re tenê 4 deqîqe axivî. Hûn nikarin axaftina rêberê gelekî re li gorî kêfa xwe qut bikin.”

‘Muxatab birêz Ocalan e’

Hevserok Ozturk destnîşan kir ku divê gelên Tirkiyeyê bibînin ku Ocalan ji bo Tirkiyeyê hêvî ye û wiha domand: Gelê me di 21’ê Adarê de bersiva pêwîst da. Wê kurdan tasfiye bikirana lê ew bi xwe tasfiye bûn. Xwestin bi tecrîdê birêz Ocalan bi gelê kurd bidin jibîrkirin. Birêz Ocalan em in. Ev tecrîd li me tê sepandin. Muxatab birêz Ocalan e. Heke aştiyek bi rûmet neyê Tirkiyeyê em nikarin behsa azadî û aştiyê bikin.”

‘Tecrîd li dijî demokrasiyê ye’

Ozturk herî dawî mutabakata Dolmabehçeyê ya ji 10 xalan pêk tê bi bîr xist û diyar kir ku ew tecrîdê qebûl nakin, li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û wiha got: “Êdî gotin têrê nake, faşîzm li gotinan nanêre. Divê em bi rêyên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin. Tecrîd li dijî demorkasî, hiqûq û mafên mirovan e. Ocalan jî xeta me ya sor e.”

Beşdarên civînê jî li dijî hewldana girtina HDP’ê bertekên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku divê bi ruhê yekitiyê têkoşîn bê dayîn.

Piştî civîna gel wê şande li bajêr hevdîtinên xwe bidomîne.