19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewce ye tu kes xwe nexapîne, Talîban qet naguhere!

Welatekî ku 50 salan ji aliyê hêzên navneteweyî û rêxistinên cûr bi cûr ve tê birêvebirin gelo dê çand, ziman, ax û hebûna xwe çawa biparêze? Welatekî ku tim li ber devê kêrên hêzên navneteweyî be, dê çawa xwe biparêze. Belê em behsa welatê Afganistanê dikin. Dewletên wek Rûsya û DYA’yê ev welat, ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, niha jî Afganistan û gelê wê li ber edaleta(?) Talîbanê hiştin.

Têkildarî rewşa Afganistanê û nêzîkatiyên hêzên navneteweyî me xwe gihand rojnamegerê afganî Qais Alamdar. Rojnameger û Aktivîst Qaîs Alamdar der barê trajediya Afganistan û politikayên hêzên navneteweyî de axivî û diyar kir ku nêzîkatiyên DYA û NATOyê cihê rûreşî û xapandinê ye.

Ev 50 sal in Afganistan di bin mêtingeriya Rûsya û DYA’yê de bû. Piştî ku Rûsya ji Afganistanê derket Talîbanê serweriya xwe îlan kir. Piştî wê jî 20 sal bûn ku DYA li Afganistanê bû. Tu wekî rojnamegerekî afganî, ji bo van 50 salên ku her roj kaosek bi xwe re dianî çi dibêje? 

Ez wek nifşê nû yê afganî dikarim bi bawerî bibêjim ku ev 20 salên çûyî hêzên navneteweyî, dewlemendî û xweşî anîn Afganistanê. Ev helbet bê kêmasî nebû, lê em kêmek bi pêş ve diçûn û veguhertin çedibûn. Gelên afganî ji bo civakeke azad şer dikirin, civakeke ku heman derfetê bide jin û mêran, mafê xwendinê û karkirinê ji bo xurtkirina civaka xwe. Helbet di salên dawî de gelek gavên neyînî jî hatin avêtin. Ev jî ji ber pirsgirêka bertîlxwarina ku di pergala dewletê û reveberên netewperest de her diçû xurtir dibûn. Têkiliya Rêveberiya Afganistanê ji civakê qut bû û wan siyaseta xwe bi tenê di çarçoveya elita xwe ya biçûk de dikirin. Lê mirov dikare bi gelemperî bipirse gelo kîjan dewletên cihanê di nav 20 salan de dikaribû bigihîjê asta dewletek pêşverû?

Wek tê zanîn ku bi alîkariya Erebîstana Siûdî û Pakistanê di sala 2018’an de DYA-Talîban hevdîtinek pêk anîbûn û di encama vê hevdîtinê de jî her du aliyan li hev kiribûn ku DYA’yê biryara vekişîna hêza xwe kiribû. Ev yek jî di sibata 2020’î de bi awayekî teqezî hat îlankirin. Tu vekişîna Amerîkayê û helwesta wê çawa dinirxîne?

Hevpeymana di navbera Amerika û Talibanê de li ser tu şertî nehatibû îmzekirin. Bi hevpeymanê bi tenê diyar bû ku Amerika êdî amadebû xwe vekişîne û leşkerê Afganistanê radestî Talibanê bike. Naveroka vê hevpeymanê wisa hatibû honandin, ku xwestekên hêza leşkerî ya Afganistanê cihê xwe tê de negire, di şûnê de qadek hat valekirin. Ev jî rê ji Talibanê re vekir ku Afganistanê bi giştî têxe bin serweriya xwe. Li maseya hevpeymanê elîta siyasî ya 10 salên çuyî runiştibû ( ya ku dewletê li Kabulê bi rê ve dibir). Ne bi civaka Afganistanê re hat şêwirîn û ne jî civak tev li siyaset û biryaran hat kirin. Di hevpeymana aşitiyê de kesî dengê wan (gel) nebire xwe.

Ya din jî li hember vê vekişîna plankirî, li Afganistanê gelo çima tu pêngavên ku pêşî li bûyerên îro diqewimin- bigere, pêş neketin?

Biryara derketina ji Afganistanê, gelek pirs bi xwe re anîn. Dema ku îro NATO nikaribe pêşî li aloziyên bi vî rengî bigire, çareseriyekî bîne,wê demê ji bo çi li wir bû?

Dema Amerika biryar da ku ji Afganistanê vekişe, diviyabû hêzên ditîr li wê derê bimana. Hêza leşkerî ya Amerikayê tenê nêzî 2500 bû, dema ew vekişiyan diviyabû hêzên dîtir vê valetiyê dagirin. Ev rûreşiyek e ji bo NATO yê. Ji ber ku ew operasyona koalisyonê bû û di dawiyê de hêzên wê tev xwe paŞ ve vekişandin.

Welatekî ku 50 salan di bin mêtingeriyê de bimîne, ji bo parastina çand, ziman, ax û hebûna xwe çima qet nakeve nav lêgerîneke xelasbûnê?

Afganistan ji sala 1978’an ve di şerekî bê navber de ye – ew welatek e ku ji ber şer, ji welatên cîhanê dîtir, bi sed salan şundetir e. Di avakirin û parastina ziman, çand û axê wê de gelek zahmetiyan dihewîne. Li ser rûyê cîhanê civaka ku herî zêde naxwîne, civaka ku nifş bi nifş di rojeva wan de tim şer û alozî heye, civaka Afganistanê ye. Heta niha rêveberiyeke sexlem qet ava nebûye. Afganistan yek ji welatên herî feqîr yê cihanê ye û şerê tenê li ser piyan bimîne dike. Di vê rewşê de hêviya ku civak rabe û xwe bi xwe  birêxistin bike û biparêze, fikrekî durî rastiyê ye.

Li gel 300 hezar hêzeke dewletê ya leşkerî, hêzeke 70 hezarî (Talîban) di demeke kurt de welatê Afganistanê xiste bin bandora xwe. Çima li hember hêza Talîbanê artêşa Afganistanê li ber xwe neda? Sedemên vê yekê çi ne?

Afganistan kêmasiya rêveberiyeke baş dikşîne. Pergala heyî ya malbatî bû û dilsozî bi hêza leşkerî ya Afganistanê re tinebû. Ji destpêka salê ve nezî 5000 leskerên hêza parastin û ewlehiya neteweyî ya Afganistanê hatin qetilkirin. Li gor raporan, rojane 100 heta 150 lesker ji aliyê Talibanê ve dihatin kuştin.

Pirsgirêka bertîlxwarinê di pergala dewletê de, tinebûna qabiliyeta revebirên siyasî yên Afganistanê, tinebûna moralê hêzên leşkerî, yên ku diviyabû welatî biparêzin di asta pêş de bû. Piraniya leşkeran tenê li ser belgeyan hebûn, hêzên eşîr û kesên bi bandor yên herêmî hêzên dewletê bê bandor dikirin. Ev rewş yekser rê li ber hilweşandina hêzên leşkerî vekir û lewma di demek gelek kin de pergal tev ruxiya. Tev li van xalan, biryara stratejîk ya hevpeymana Dohayê ya di Sibata sala çûyî de derfetek mezin da Talibanê ku hêza xwe di nava salekê de kom û bi rêxistin bike. Ev biryara yek alî ya  Joe Bidenî, hêz da Talibanê û wan destpêkir li herêmên dûrî bajêran eşîr û kesên bi hêz û hêza leşkerî ya dewletê, ya ku izole bû, ji bo refên xwe qezenc bike.

Niha li Afganistanê rewşa dawî çi ye, çawa ye? Tu dikare bi mînakên şênber qala rewşa dawî bike? Saziyên sivîl, civaka Afgan û bi taybetî rewşa jin û zarokan di çi astê de ye?

Gelek rojnameger afganî, yên ku niha hîn jî li Kabulê ne, xwe vedişêrin. Ji ber ku ew ji ber nûçe û rexneyên xwe yên li hemberî Talibanê tên naskirin. Ew ji aliyê Talibanê ve hatin, tên tehdît kirin û ji wan re tê gotin, ku dê (Taliban) ji bo girtina wan, were. Rojnamegerên heremên din ji aliyê Talibanê ve hatin girtin, yan hatin berdan, an îşkence li wan hat kirin an jî hatin wendakirin, kuştin. Piraniya wan hesabên xwe yên medyaya civakî jê birine, peyamên telefona xwe jê birine, dibe ku ev peyam bibe sedema kuştina wan jî. Di girtina ser malan de Talibanê telefonên heyî desteser dike û grubên facebook û whatsappê kifş dike. Leşkerên dewletê, yên ku li dijî wan şer dikirin dawiya wan mirin e – li her devera welêt ev leşker tên kustin. Jin ji ber cilên ne li gorî Şerîetê, tên kuştin. Dibe ku hûn van nuçeyan nebihîsin, ji ber ku ev bûyer durî Kabîlê pêk tên. Lê ev buyêr niha tev diqewimin.  Divê em neyên xapandin, Talibanê qet xwe neguhertiye.

Hûn nêzîkatiya hêzên navneteweyî ya li hember Afgansitan û Talîbanê çawa dinirxînin?

Rureşî û xapandinek e. Li Efxenîstanê derfeta Amerikayê hebû alternativek din ji bilî xwe paşvekişandinê ava bike û rêya hevkariyeke demdirêj û mayinde bi hêzên dîtir yên NATOyê re peş bixe. Lê mixabin li şûna alternatîfê, fikra îzolekirinê (ya Trumpî) hate pejirandin bêyî ku netîca wê di ber cavan re derbas bikin. Min pir dixwest ku hezên navneteweyî yên NATO yê destê xwe bavêjinê Afganistanê ji ber ku pirsgirêka Afganistanê ne ya neteweyî ye. Li vê derê em dikarin vêya weke qeyrana herêmî û cîhanî (global) pênase bikin. Û bê berpirsyarî xwe ji alozîyeke wisa paşvekişandin, îxaneta herî mezin e.

Ji Çînê heta Rûsya û Tirkiyeyê heta hin welatên ku hê jî navê xwe parve nekirî, niha bi Talîbanê re dest bi têkiliyên dîplomasiyê kirin. Tu yê ji bo van têkiliyên dîplomatîk bêje çi, çawa dinirxîne?

Bêgûman. Biserketina Talibanê, li Afganistanê nexşeya geopolîtik a Asyayê nû dike û derfet dide Çin û Rusyayê – du neyarên stratejîk yên Amerikayê – ku hêza xwe piştî vekişîna wan nîşan bidin. Bi vê rewşê, hûn bi xêr hatin cîhana piştî şerê sar! Her kes ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Tişta ku niha li ber çavên me dibe, dînamîkeke nû ya ku ji ideolojiyên cûda pêk tên. Çin dikare wek dewletek komunîst were dîtin, lê di rastiya xwe de aboriya wê şêwazekî kapîtalîzma totalîter e, ya ku bi xurtî di aboriya cîhanê de xwe honandiye.

Di daxuyaniyan de Talibanê bahsa firehkirina hinek mafan dike. Wekî vekirî hiştina dibistanên kecan, sozê ku jin dikarin bi berdewamî siyasetê bimesinin, leşkerê dewletê bên efûkirin hwb., gelo ev sozên tên dayîn ciqas nêzî rastiyê ne?  

Li hember van sozên Talibanê divê her kes bi şik û gûman be. Talibanê her dem bi ferz li ser nasname û baweriya xwe sekiniye. Taliban her eynî Talibanê hov in û niha li ber raya giştî bi aqilî tevdigerin, xwe nerm, têgihiştî û guhertî nîşan didin, lê ev nermbûna wan nayê wê wateyê ku ew ê tola xwe hilnedin. Çawa ku bîyanî tev ji welatî bên derxistin û cîhan Afganistanê ji bîr bike, wê rûyê wan yê esîl! derkeve holê. Ku hîn wek xwe ne. Niha jî durî Kabîlê, li herêmên welatî bi bêdengkirina Rojameger û çapemeniyê, qetilkirin û hovitî pêk tê.

*ji bo wergera ji zimanê almanî, em ji nivîskara Xwebûnê, Sozdar Koçer re spas dikin.