23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewcedariya me bi rexne û nirxandinan heye

Xwînerên hêja, hûn mêvanê xwe yê îro ji lîstikên şanoyê yên wekî Cembelî û Binevş, Kelemê Evînê (Derwêşê Evdî), Çiya Gihîşt Behrê, Xewnek Şeva Havînê, Hamlet û gelek lîstikên din nas dikin. Vê hejmarê me der barê kar û xebatên şanoya kurdî de, hevpeyvîna xwe bi derhêner û lîstikvanê şanoyê Yavuz Akkuzu re kir.

Nêzî 7-8 meh in hûn dûrî dikê bûn. Wekî şanoger dûrketina ji ser dikê û şanoyê bandoreke çawa li we kir?

13’ê adarê pandemî dest pê kir û bi awayekî fermî şano hatin qedexekirin. Heta wê demê jî me her hefte lîstikên xwe dilîstin û em diçûn tûrneyên xwe. Me digot herî zêde ew ê mehek an du mehan bidome lê mixabin pir domiya. Ji ber vê yekê em di mala xwe de bûn, em nikarîbûn bihatana ba hev û bixebitiyana. Gelek plan û bername, tûrne û listîkên me hebûn. Ji hêla afirîneriyê ve kêmasiya me çêbû û projeyên me di dilê me de man. Ev tişt jî heye, mesela dema tiştek tê serê kurdan zû bi zû dikarin bi ser hev ve bînin; di pratîka kurdan de ev tişt tim wisa çêbûye. Mesela şer û qedexekirin çêbûne lê bi awayekî civiyane, organîze kirine û alternatîf afirandine. Me jî got em nikarin wisa di mala xwe de bisekinin û bi vî awayî amadekariya projeya ‘Hinek Henek’ê dest pê kir. Berê jî di nav planên me de hebû; me digot belkî em havînê çêbikin, me di dawiya meha adarê de dest bi projeyê kir. Em bi hevalan re civiyan; me plan û bernameyên xwe çêkirin; ji bo nivîsandina skecan nivîskar û temaşevanên xwe haydar kirin û lîstikvanên xwe organîze kirin. Me ji bo dekorê sêwirneriya dekorê çêkir û her tişt amade kirin. Heta di meha tîrmehê de gotin di fermiyetê de hûn dikarin salonên xwe vebikin, me jî dest pê kir.

Di vê demê de me got em ji hêla hunerî ve neafirînin nabe û me Hinek Henek amade kir. Ji xeynî wê projeya Elîzabeth li ber destê me bû, di wê navberê de me amadekariya dramatolojiya lîstika Elîzabethê kir.

Projeya Hinek Henek ji kîjan komên şanoyê pêk tê? We di dema pandemiyê de bi awayê onlîne çi xebat dikirin?

Bi awayê onlîne me tiştên nû çênekirin. Lîstikên berê, me li ser qenala xwe ya youtubeyê pêşkêş kirin. Projeya Hinek Henek, ji 4 komên şanoyê pêk tê; ji Stenbolê Teatra Jiyana Nû, ji Wanê Tiyatroya Mencel, li Amedê Tiyatra Yekta Hêvî û Şanoya Bajêr ya Amedê, ji Êlihê jî hevalê me şanoger Abdullah Tarhan tev li vê komê dibe, em bêjin ji 4 kom û hevalekî pêk tê.

Wek şanoger û bi taybetî şanogerên kurd, çi zehmetî derdikevin pêşiya we, hûn çi zehmetiyan dikişînin di karê şanogeriya kurdî de?

Zehmetî ji hêla hunerî û ji hêla polîtîk ve jî hene.  Mixabin di meha borî de, beriya 20 rojan li Stenbolê lîstika Bêrû ya Teatra Jiyana Nû hat qedexekirin. Yanî 3 sal in Bêrû li Stenbolê tê lîstin. Tişta ez dizanim polîs jî çûne li lîstikê temaşe kirine, di lîstikê de tiştekî qedexe tune ye. Lîstik ya Dario Fo ye, hevalên me tiştek lê zêde nekirine. Min bixwe pênc caran lê temaşe kiriye. Waliyê Stenbolê digot propagandaya PKK’ê dike lê tiştekî wisa tune ye, ew ji kokê de derew e. Mesela ka çima ev lîstik hat qedexekirin? Beriya 2 salan me yê li Edeneyê festîvala şanoyê çêbikira, HDP’ê organîze kiribû, ew jî hat qedexekirin. Li vir dema lîstika me dest pê dike, polîs li ber devê derî ne. Em pêşangehekê saz dikin polîs tên wêneyan dikişînin ka çi ye!

Heta niha rasterast şanoya me nehatiye girtin lê ev tişt çawa tesîrê li me dike? Em bibêjin ji hêla psîkolojîk ve zirarê dide me. Temaşevan dinihêrin vaye polîs li ber derî ne, nayên lîstikê temaşe nakin. Di van hêlan de şikestin çêdibin. Belkî em bixwe jî ferq nakin lê em dikevin bin bandora otosansurê. Polîs tên mirov dikeve tasewasê. Mixabin ji ber van tiştan hem sansur hem otosansur li ser şanoya kurdî heye.

Li Wan, Amed û Elihê şanoyên girêdayî şaredariyan hebûn. Li Wanê û Amedê akademiyên şanoyan hebûn her wiha akademiyên kurdî yên sînema, edebiyat, reqsa gel û muzîkê hebûn lê mixabin di 2016’an de qeyûm hat û ev tev hatin girtin. Ji hêla hunerî ve van akademiyan bingehek çêdikir, pirtûkên li ser şano, sînema û muzîka kurdî dihatin amadekirin, ev ji hêla hunerî ve pir serkeftî bûn. Niha kêmaniya me ev e ku xebatên akademîk ên li ser hunerê tune ne. Bingeha teorîk pratîkan xurttir dike. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku qedexe û polîtîkayên dewletê tesîra xwe li hunerê dike.

Piştî qedexikirina listîka Bêrû ya Dario Fo, cara ewil hûn bi lîstika heman nivîskarî ya bi navê Hema Hema Jin: Elîzabeth derketin ser dikê. Vê yekê bandoreke çawa li motîvasyona we kir? Her wiha tevlêbûn û pêşwaziya gel û temaşevanan çawa bû?

Di şanoyê de hatina cem hev a lîstikvan û temaşevanan, tiştekî rîtuelîstîk e mesela dema meriv bi tena serê xwe li komediyekê temaşe dike meriv ewqasî nakene yan jî tiştekî trajîk be meriv bi tena serê xwe ewqasî nagirî yanî dema meriv li ba hev be şînek be êş zêde dibe, çîrokek pêkenokî be kêf zêde dibe. Ji ber pandemiyê em mecbûr in ku nêvî nêvî temaşevanan bigirin salonê. Dema ku kes kêm dibe hest jî kêm dibin. Ji hêla din ve jî temaşevan bi tirsa nexweşiyê tên temaşe dikin hişê wan li ser nexweşiyê ye û mixabin ev ji bo şanoyê rewşeke nebaş e. Yanî pandemî ne tiştekî li gor şanoyê ye lê armanca me ew e ku bi temamî qut nebe, bila kêm be lê bila berdewam be. Elaqeya gel zêde ye niha vê hefteyê lîstika me heye hema bêje salon tije bûye. Li gor ku pandemî heye lê dîsa jî gel dev ji hunerê bernade. Ev 7-8 meh in gel dûrî şanoyê ye, bêrîkirinek çêbûye. Di şanoya me de ji hêla temaşevanan ve qet pirsgrêk çênebûye lê dema lîstik xerab be pirsgrêk çêdibe.

Avahiya we ya nû li ser xêrê be. Qeyûm dixwest ev der bê girtin û çalakiyên şano û hunerê bi temamî bên rawestan lê dema xwedî derketina gel hebe em dibînin bê piştgiriya şaredariyan jî mirov dikare xwe bi xwe ava bike. Tu dikarî hinekî behsa çîroka avakirina vê avahiyê bikî?

Di serê 2017’an de me li Galerîayê salona xwe ya berê vekir, bi qasî 80 kesî bû. Em li wir nêzî 3 salan man; me 4 festîval û 12 pêşangeh saz kirin, her wiha ji bo sînema û edebiyatê jî li wir me çalakî li dar xistin. Wir ne tenê cihê şanoyê, wek navenda çandê bû lê biçûk bû têra her tiştî nekir. Temaşevanan gelek gazin dikirin û xwestin ku em derbasî cihekî nû bibin, gelek daxwaz hebûn. Paşê hêdî hêdî me hewl da û me got em ê derbasî cihekî nû bibin. Me li ser înternetê ji bo alîkariya temaşevanan ‘fongogo’ vekir. Ji bo derdorên alîkariya çand û hunerê dikin proje nivîsandin, me got yên dixwazin em ê navê wan li ser paldankan binivsînin. Me bilêtên kombînan da temaşevanan. Bi vî awayî me cihê xwe yê 150 kesî çêkir. Her wiha cihê pêşangeh û workshopê jî heye. Ev xebat hema bêje nîviyê pir bi alîkariya temaşevanan çêbû. Li gor min ev tişt di zemanekî wisa ku krîza aborî heye û ji hêla rewşa polîtîk ve ku ziman, huner û çanda kurdî tê qedexekirin de, ev piştgrî cihê şanaziyê ye ji bo me. Di nav 3 mehan de her tişt hat organîzekirin û di nav 8 mehan de jî avahî qediya lê tiştekî wisa jî heye tu karekî baş bikî alîkarî heye. Ne wek berê ye, hema bêjin bi kurdî be bila çi be em ê alîkariyê bikin. Ev tiştekî baş e ji ber ku gel rexne dike, dineqîne êdî. Alîkariyeke bêrexne û bêneqandin alîkariyeke pûç e!

Şanoya Bajêr a Amedê, lîstika nivîskarê îtalyan Dario Fo ya bi navê Hema Hema Jin: Elîzabeth (Quasî Per Caso Una Dannobi) pêşkêş kir. Gelo werger an jî adaptasyon bandoreke çawa li metna şanoyê dike? Her wiha dema ku em bala xwe didin naveroka lîstikê, lîstik ji hêla biwêj û gotinên pêşiyan ên kurdî ve dewlemend bû. Rê û rêbaz di wergerandina metneke şanoyê ya biyanî bo kurdî çi ye?

Ev wergera mamoste Dilawer Zeraq ji tirkî wergerandiye, mixabin ne ji îtalî hatiye wergerandin. Em dixwazin ji metna orjînal wergerînin lê derfeta me tune ye. Me carekê da hevalekî ji almanî wergerand lê ji ber ku ji metna şanoyê fêm nedikir, gelek xerab bû. Divê yek ji metna şanoyê fêm bike û bi zimanê orjînal ê metnê îtalî û kurdî baş dizanibe  û dikaribe wergerîne. Mixabin yekî/a wisa li derdora me tune ye. Yan na me yê ji zimanê orjînal wergeranda. Dema ku kesên wisa hebin em ji zimanê orjînal werdigerînin lê tune be mixabin em ji tirkî werdigerînin.

Di wergerê de ji bo wate tam derkeve gotinên pêşiyan û biwêj tên bikaranîn ku temaşevan tahma kurdî ji wê şanoyê bigire. Dema ku temaşevan tahma kurdî negire, wek ku li tiştekî îtalî an îngilîzî temaşe kiribe, tu wateya wê namîne. Her wiha jest mîmîk jî bandorê lê dikin. Dema ku ez dilîzim wek kurdekî tevdigerim, nabe ku rêveçûna min bibe wekî yekî îtalyan. Mesela di dema xwe de me Hamlet lîstibû, Hamlet şelwar li xwe kiribû. Yanî ev adaptekirina çandê ye. Di vê lîstika Elîzabeth de jî kostum îtalyanî bûn lê gotin, hereket û jest û mîmîkên me bi kurdî bûn. Di vir de em dixwazin têkiliyekê bi temaşevanan deynin.

Gotina we ya dawî ji bo temaşevanan û xwînerên rojnameya Xwebûnê çi ye?

Gava din jî min behs kiribû, ev tercîha temaşevanan a neqandinê gelekî kêfa min tîne, kêmanî di vê hêlê de tune ye lê kêmanî ji hêla huner û şanoya kurdî ve heye ew jî nerexnekirin e; çi nivîskî çi jî devkî. Mesela bên temaşe bikin û rexneyên xwe li ser medyaya civakî an bi awayekî din ragihînin. Ecibandin an neecibandin lê çima? Meseleya ‘çima’ di nav me de tune ye. Yanî daxwaza me ew e. Di rojname û rûpelên xwe yên taybet de ragihînin wê ji bo me baş be. Bi saya vê, ji hêla teoriyê ve em ê li xwe vegerin. Di vî alî de kêmaniyeke me ya mezin heye.

Spas û mala we ava.

Yavuz Akkuzu kî ye?

Yavuz Akkuzu sala 1982’yan li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye. Di 2006’an de li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mîmariyê qedandiye. Li Amedê dema xwendekar e dest bi şanoyê dike. Di 2003’yan de weke lîstikvan di şanoya “Taziye/Hewarî” ya Şaredariya Amedê de cih girt û heta sala 2017’an li wir dewam kir. Sala 2017’ an bi hevalên xwe yên koma şaredariyê re şanoyek serbixwe, Şanoya Bajêr a Amedê ava dikin. Niha di koma (ŞBA) de mamostetî, derhênerî û lîstikvaniyê dike.