spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta HDP’ê bi CPT’ê re hevdîtin kir

Hevberdevkên Komîsyona Pêwendiyên Derveyî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy, der barê şert û mercên tecrîdê de ku li Îmraliyê berdewam in, bi rayedarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) re hevdîtin kir.

Civîn li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk hat. Di hevdîtinê de hevberdevkan bal kişand ser tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û behsa astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran hat kirin. Her wiha grevên birçîbûnê yên ku li dijî tecrîdê dest pê kiribûn û binpêkirina mafan li girtîgehan hatin nîqaşkirin. Der barê rewşê de daxwaz û pêşniyazên dualî hatin parvekirin.

STRASBOURG