20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeteke rejîma Sûriye li Tirkiyeyê bû

Piştî 10 salan cara yekemîne ku heyeteke fermî ya rejîma Sûriyeyê serdana Tirkiyê dike.  Heyeta ji wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê ji bo civîna Interpolê hatibû Tirkiyê û tevli wê civînê bûbû.  Roja sêşemê civîna Interpolê bi tevlêbûna zêdeyî 160 welatan li Stenbolê  pêk hat. Di vê civînê de Ahmed Nasir El Reysî yê ji Îmaratên Erebî wekî serokê Interpolê hate hilbijartin û dê 4 salan wê peywîrê bike.

Hêjayî gotinê ye ku tiştê balşkêş di vê civînê de heyeteke fermî ya hikûmeta Sûriye piştî 10 salan cara yekeme ku serdana vî welatî dike û xaleke din jî ev bû; hilbijartina kesekî ji Îmaratê wekî serokê Interpolê  û hebûna serokê Îmaratê Muhemed Bin Zayid jî di wê demê de li Tirkiyeyê.