23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêz û serweriya veguherînê

Hêz erkek e ku bikarî pê kar bikî. Wekî bi saya xebata kesekî ya ji bo demekê, heke tiştek biqewime wê çaxê hêz aşkera dibe û derdikeve meydanê. Ew hêz tiştekî berbiçav nîn e. Lê encama xebata bi zemanekî ye. Di encamê de berhemek pêk tê. Bi gotineke din pêkhatina berhemekê nîşana hebûna hêzê ye. Hêza herî xav ya bi bedenê, bi dest û milan e. Wekî tiştekî giran rakî, hembêzkî, bibî, bimeşînî, bihavêjî, biçikînî, hilbikî, bişkênî, çêbikî, xera bikî, xar bikî, rast bikî, vereşînî, vehûnî … her wiha çi kar û kiryar hebin û bixwazî bikî, bi destê hêzê diafire û aşkere dibe. Encama bikaranîna hêzê guherandin û veguherandin e. Tiştekî duçarî hêzê hatibe berê bi rengekî din bû, piştre bi rengekî din e.

Tava rojê, ba, ava diherike, barana dibare jî hêz in û mijara fizîkê ne. Heywan jî xwedî hêz in û mijara jîndenasiyê ne. Ji ber ku dilivin, diçêrin, nêçîrê dikin, li ber serma û germê hewl didin xwe biparêzin. Cih diguherînin. Bi komî xwe diparêzin, an jî êriş dikin û di encamê de berhemê bi dest dixin. Lê hêza heywanan a dubarekirî ye. Her cureyek li gor rewişta xwe, laşê xwe, pêdiviyên xwe, hawirdora lê ye tevdigere û karûbarê xwe dubare dike. Peydakirin û qedandina xwarin û vexwarinê û berdewamiya sirsileta celebê xwe bi kiryarên hînbûyî pêk tînin. Plansazî û komkirina berheman, afirînerî û çêkirina navgînan bi sînor e ango ew jî dubarekirî ye.

Bi saya çêkirina merivan makîne jî êdî xwedî hêz in. Robotên heyî, makîneyên bi destê hişê çêkirî tên meşandin êdî xweberê û heyanî sînorekî kar dikin. Hêzê diafirînin. Her wiha hêza petrolê ku ya komkirî û sekinî ye, ya bê, ya tava rojê, ya avê hem bi kar tînin, hem jî li gor daxwaza merivan ji bo kar, xizmet û berhemdariyê vediguherînin. Lewma dikarin bibêjin ku ev maşîne di navbeyna hêza xwezayê û ya merivan de dibin navbeynkar. Bi vî halî hem kirdeyên hêzê ne û hem jî navgîna peydakirina hêzê ne.

Lê hêza bi destê merivan tê bikaranîn ji makîneyan jî, ji sewalan jî cudatir e. Gava hêz bi destê takekesan bikeve, tenê guherînên fizîkî pêk nayên. Berevajî wê derûnî jî diguhere. Têkiliyên kes û civak, kes û xweza, kes û maşîne û kes û heywanan jî diguhere. Bi awayekî tevbînî têkiliya meriv û hebûnên xwezayê yekser diguhere.

Ji ber ku meriv dikare hêzê kontrol bike, kom bike, li gor planan bi kar bîne. Her wiha bandora hêzê di encama berhemê û dirûvê tiştê pêkhatî de her çiqas bê xuyanê jî, ji hebûnê jî zêdetir bandorekê dihewîne. Wekî çarikek edebî ya şiîrekê li ser kevirekî bi mîxan hatibe neqişandin. Li gor wêjenasekî berhemeke hunerî û ya şaîrekî ye û wê zêdetir tiştek nîn e. Lê li gor arkeologekî mijara sereke hebûna nivîsê, dîroka wê û nexşên wê ne. Ji van dîtinan wêdetir, dibe ku li gor hinekan ev nivîs gotinek, ayetek xwedayî ye û kesê ew neqişandiye jî peyamnerê xwedê ye. Wê çaxê tesîra manewî ji mijarên fizîkî wêdetir hêzekê diafirîne. Lewma em dikarin bibêjin ku li gor dîtinan liv û tevger û encamên wê yên civakî, aborî, çandî, fizîkî û jîndenasî jî çêdibin.

Hînbûn, haydar bûn û afirandina merivan bêhempa ye. Wekî ji hêla derûnî ve nêzîkî mijarê bibin û ji xwe bipirsin, em ê bibînin ku haydarbûna xwedî hêzbûnê rewişta merivan gelekî diguherîne. Belkî jî serobin dike. Gava li hebûna hêza xwe haydar dibî, pê dihisî, êdî xwe wekî erkdar dibînî. Kêrhatî dibînî û li ser vê takekes dest pê dike dihizire ku gelo dîsa çibike. Dibe ku daxwaz û rewşa heyî ji hev negirin. Lewma fêrbûn, ezmûnkirin, perwerde û baştir hînbûn ji bo destpêkê dibe armanc. Ev kes li gor hemtayên xwe, xwe bi pêş dixe. Bi saya vê erka xwe, gotina xwe, hunera xwe li gor wanên din pêşdatir dibe. Ev merhaleya civakîbûna hêzê ye. Kesên li derûdorê jî ji ber vê hêzê, hînbûn, pîşe û hunerê yan nêzîk dibin an jî jê dûr dikevin. Her du jî bertek in û êdî civak li gor vê hêzê rengê xwe nîşan dide.

Hêza heyî, kêm an jî zêde derfetên serdestiyê dide kirde. Da ku kesek/kirdeyek li gor erk, huner, kiryar û karîneyê çawa hinekan bi xwe ve girê dide, hinekan jî ji xwe diqetîne û dûr dixe. Belkî bibin reqîb, neyar, dijmin an bibin hevkar û piştevanê xwedan hêzeke din.

Hêz, tenê bi bedenê dest nakeve, jê wêdatir, ya bi bandor, bi riya hiş û zanînê bidestxistina wê ye. Kesekî ku ne tenê hêza xwe yan jî kesekî, ya gelek kesan bigîhîne hev cuda ye. Xwedan erkekî girîng e. Ew ê ku dewsa hêza yekkesî hêza civatekê, komekê, rêxistinekê bi cih bike, hem hêza xwe xurt dike, hem jî hêzeke nû diafirîne. Civakîbûn û hêza komelî deriyê desthilatdariyeke nû vedike. Ji bo qanekirina takekesên xwedî yek hêzan bigihîne hev û bike hêza komî, divê zanîna kesê rêberiyê dike cuda be, planên wî, pêşkêşiyên wî xurt bin. Hêza qanehkirinê zêde be.

Her wiha ji bo sererastkirina hêzê hin rê û rêgez jî tên avakirin. Lewma, zanist, huner, ezmûn dikevin dewrê, sinc û exlaq, rê û dirb, bawermendî, sembol û mît jî tên avakirin. Bi vî awayî hêza komkirî tê efsûnkirin, ji kesan tê girtin û dibe malê civakê. Hêza civakî ew e ku her kesek li hemberî hêza wê bêhêz e. Hêza sazûmanbûyî heye û her kes di xizmetê de ye, lê kesek nikare bi kar bîne û kesek li hember derkeve nikare xwe ji afat û êrişa wê biparêze.

Li gor sazûmaniyê erka bikaranîna hêzê di destê hinekan de ye. Ew dikare vê derfetê wek dîktatorekî jî bi kar bîne, dikare wek demokratekî jî bi kar bîne. Ew êdî li gor sazûmaniya hêzê ye. Lê dîktator be jî demokrat be jî bikaranîna hêzê bi sînor e. Her wiha pergal jî vedugeherin û dewam dikin, ji hêzê feyde digirin lê li gor dewranan ew jî têk diçin. Encax hêz bêdawî ye û berdewam e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê