25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza ked û demokrasiyê li Enqereyê îstîfaya hikûmetê xwest

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê, têkildarî krîza aborî xwestin li ber Şaredariya Çankayayê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Polîsan beriya çalakiyê pêşiya Şaredariya Çankayayê girt û destûr neda kes nêzî qadê bibin. Polîsan, 6 kesên xwestin biçin qada çalakiyê dorpêç kirin, li xwepêşander xistin û binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin, dirûşma “Hikûmet îstifa” berz kirin. Polîsan li dijî xwepêşanderan tundî bikar anî. Polîsan rojnamegerên ku dixwestin wêneyên çalakiyê bikşînin jî kirin hedefa xwe. Nûçegîhana JINNEWS’ê ya Enqereyê Oznur Deger dema nûçe dişopand bû hedefa polîsan. Polîsan destûr neda ku Deger wêneyan bikişîne û piştî destê wê kelepçe kirin bi lêdanê binçav kirin. Polîsan kameraya Oznur Deger desteser kirin. Polîsan di êrîşê de 17 kesên din jî binçav kirin. Nehat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine ku derê. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Rojnameger Oznûr Deger, Denîz Gundogdu, Songul Dogan, Zarîfe Çamalan, Vedat Karahan, Huseyîn Gokoglu, Mustafa Feroglû, Hasan Akman.”