17 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hezar jinan ji bo Tûglûk û girtiyên nexweş bang kirin

Jinên ji gelek welatan, di şexsê Aysel Tûglûk a dîlgirtî de ji bo girtiyên nexweş hemûyan dest bi kampanya îmzeyan kirin. Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku nexweş e, li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dîl tê girtin. Ji bo balkişandina pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel Tûglûk, bi sernavê “Hezar jin ji bo azadiya Aysel Tûglûk bang dikin” kampanya îmzeyan hate destpêkirin. Armanc ew e ku heta 12’ê Çileyê hezar îmze bên komkirin. Lê ji niha ve zêdeyî 2 hezar û 520 kesî piştgirî dane kampanyayê.

Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Danîmarka, Almanya, Hollanda, Swîsre û Îngilistanê gelek jin tevlî kampanyayê bûn û mohra xwe danîn binê metna ji bo azadiya Tûglûk.

Dê di 14’ê çileyê de bi gotina “Ez yek ji hezar jinan im”  ji bo azadiya Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş li ser medya dîjîtal parvekirinan bikin û ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kirin.

Lînka kampanyayê wiha ye:  https://forms.gle/AdzkAsxHiRqDfgUU6