20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hêzên Aştîparêz’ bi hewara hikûmeta Kazakistanê ve çûn

Piştî ku tevliheviya li Kazakistanê zêde bû û xwepêşandêran êrîşî sazî û dezgehên dewletê kirin, li ser daxwaza serokê Kazakistanê, Rûsyayê ‘Hêzên Aştîparêz’ şandin wî welatî. Serokê Kazakistanê Kasim Tokayev daxwaza alîkariyê ji hêzên ‘Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf’ kiribû. Di nava vê koalisyonê de hêzên Rûsya, Ermenistan, Kazakistan, Kirkizistan, Tacekistan û Ozbekistanê cih digirin. Lewre li ser wê daxwazê hêzeke vê koalisyona bi serkêşiya Rûsyayê şandin Kazakistanê.

Wekî tê zanîn xwepêşandanên gelê Kazakistanê di destpêkê de ji bo buhabûna sotemeniyê dest pê kiribûn û paşê her ku çû xwepêşandan berfirehtibûn û daxwaz jî lê zêde bûn.

Wekî xwepêşandanên li gel welatan desthilatdariya Kazakistanê jî li şûna ku di destpêkê de guh bide daxwazên gelê xwe, ev xwepêşandan wekî destwerdana hêzên derve û tewanbariyê wiha bêbingeh şîrove kir. Lê di dawî de ne îlankirina rewşa awarte ne jî istîfakirina hikûmetê dikaribû pêşî li hêrsa gel bigire û xwepêşandanan rawestîne.