16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Koalisyonê xwe ji Iraqê vekişandin

Serokê Operasyonên Hevbeş a li Iraqê Abdulemîr El Şemerî di hevpeyvîna bi malpera El Hedes de behsa vekişandina Hêzên Koalisyonê kir. El Şemerî di hevpeyvînê de got: “Iraq û Washingtonê li hev kirin ku hêzên şervan ê koalisyonê ji Iraqê vekişînin, lê piştgiriya pêşkêşkirina agahiyan, lojistîk û şêwirmendiyê dê berdewam bike”

El Şemerî anî ziman ku ew hêzên koalisyonê yên xwe ji Iraqê vekişandine li Kuweyt û Urdunê hatine bicihkirin. El Şemerî di berdewamiya axaftina xwe de got ku parastina van hêzên koalisyonê yên mane ji erka hêzên Iraqê ye û ew qebûl nakin ku tu hêzek êrîşî wan bike, ev hêzên ku mane ne hêzên şervanin û niha tu kampên ku girêdayî Hêzên Koalisyonê ne li Iraqê tune ne.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî hikûmeta Iraqê diyar kiribû ku peywîra Hêzên Koalisyinê li Iraqê bidawî bûye,  peywîra wî ya şerê li dijî DAIŞ’ê bidawî bûye û ji niha şûnde ew ê di alî şêwirmendî û lojistîk de alîkariya artêşa Iraqê bikin.