25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Talîbanê gihiştin sînorê Îranê

Piştî ku Amerîkayê biryara vekişîna hêzên xwe ji Afganistanê da, çekdarên Talîban jî dest bi kontrolkirin, navçe û bajarokên Afganistanê kirin. Li gorî dîmenek ku ji aliyê parlamenterê berê yê Îranê Mehmud Sadiq ve hatiye belavkirin, çekdarên Talîban gihiştine sînorê Îranê.

Mehmud Sadiq di dîmenê de diyar dike ku amadekariya Talîbanê li ser gumrika Îran û Afganistanê heye û dibêje ku rayedarên Îranê li dijî vê yekê bêdeng in.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên koalîsyonê yên li Bagramê bi temamî xwe ji herêmê vekişandin. Li ser pêvajoya vekişînê agahî nehatin dayîn. Baregeha hewayî ya Bagramê bi qasî 50 kîlometre li bakurê paytext Kabîlê ye.

Di çarçoveya lihevkirina DYA’yê ya bi Talîbanê re yekîneyên NATO’yê piştî 20 salan di 29’ê nîsanê de dest bi vekişîna ji Afganistanê kiribûn.

Çekdarên Talîban roj bi roj bi pêş de diçin, heya niha ji sêyan yek xaka Afganistanê kontrol kirine.