spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartina Iraqê ji derveyî îradeya gel pêk hat

Hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê di 10’ê Cotmehê de hat li darxistin. Li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê 23 milyon 986 hezar 741 kesan mafê wan ê dengdanê hebû. Lê li gorî komisyona hilbijartinê eşkere kirî, ji vê hejmarê ji sedî 42.43’an kesên mafê dengdanê hene, tevli hilbijartinê bûne. Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di 11’ê cotmehê de encamên destpêkê ragihand. Li gorî encamên destpêkê hejmara kursiyên ku partiyan li parlementoya Iraqê bidestxistine; Tevgera Sedir: 73 kursî, Hevpeymaniya Pêşkeftin a bi serokatiya Mihemed Helbusî: 41 kursî, Hevpeymaniya Dewleta Yasa a bi serokatiya Nurî Malikî: 37 kursî, PDK : 32 kursî, Namzetên Serbixwe: 20 kursî, YNK: 17 kursî, Hevpeymaniya Ezim a bi serokatiya Xemîs Xencer: 15 kursî, Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî: 14 kursî, Tevgera Tisee a bi serokatiya Ela Rikabî: 9 kursî, Tevgera Nifşê Nû: 9 kursî, Lîsta Kanun (yekem care tevli hilbijartinê dibe): 6 kursî, Hikmetî Omer El Hekîm û Hevpeymaniya Serkeftin a bi serokatiya Heyder Ebadî: 5 kursî, Tevgera Babil a Mesîhiyan: 4 kursî, Yekgirtûy Îslamî: 4 kursî, Lîsta Dizayn: 3 Kursî, Komela Dadgerî: 1 kursî, Hizba Fezil: 1 kursî, Tevgera Maf: 1 kursî, Tevgera Eqder Weten: 1 kursî bi dest xistin. Hêjayî bibîrxistinê ye hejmara giştî ya kursiyên parlementoyê 329 kursî ne. Lê encama 36 kursiyên parlementoyê eşkere nebûn. Di ser hilbijartinê re 25 roj borîn. Lê hêj li dijî hilbijartinê alozû û bertekên gel zêde ne. Em têkildarî encamên hilbijartinê û nêzîkatiya gel a li dijî encamên hilbijartinê bi Rojnameger Shna Faîq re axivîn.

-Piştî hilbijartinên Iraqê rewşa dawî ya siyasî çawa ye?

Piştî hilbijartinê li nav kolanên Iraqê nerazîbûn û alozî heye, ji ber di nav gel de hîsek hatiye afirandin ku di hilbijartinê de sextekariyek (fêlbaziyek) bi plan hatiye kirin û li gorî wê hilbijartin bi encam bûye. Ji ber vê, guhertinek ber bi çav li gorî hilbijartina dema borî derketiye holê. Mînak, aliyê (tifaqa) Sadir di hilbijartina 2018’an de 54 kursî bi dest xistibû lê di vê hilbijartinê de kursiyên wan zêde bûn û 73 kursî bidest xistin, ev yek jî ne dihat texmînkirin.

Ew aliyên ku nêzîkî Tehranê bûn dengê wan kêm kirin û li hemberî wî ji aliyên nêzîkî Amerîka û Tirkiyeyê jî dengên wan heya radeyek ber bi çav zêde kirin. Ev ji bû sedema nerazîbûnan, bi taybetî di nav bajar û navçeyên Iraqê de tê hîskirin ku sextekariyek mezin hatiye kirin û encama dengên derketine holê ne rast in. Bi taybetî kesên niha derdikevin kolanan û nerazibûnên xwe tînin ziman aligirên partî û lîsteyên ku di hilbijartinê de dengê pêwîst bidest nexistine û dengê wan bi rêjeyeke ber bi çav kêm derketine, holê ye. Pirsgirêk heya niha berdewam dikin, rojane li kolanan xwepêşandan têne lidarxistin. Ev jî bi taybeti alîgirên şiî yên nêzîkî Îranê ne ku dengê wan kêm bûbûn. Tê diyarkirin ku dê pirsgirêk heta piştî avakirina hikûmetê jî berdewam bikin. Li gorî rewşa heyî avakirina hikûmetê jî hinek zehmet e. Bi taybetî ji bo avakirina hikûmetê hê ji niha ve du senaryo derketine holê.

Yekem; aliyê (tifaqa) Sadir ku zêdehiya dengan bidest xistiye bi lîsta Muhamed Helbusi re ye ku ew jî partiyek sunî ye û duyemîn kom e ku  dengên zêde bidest xistiye. Mînak, li gel PDK û çend aliyên din ên biçûk bikarin hikûmetekê pêk bînin. Lê ger hikûmet bi vî rengî were avakirin hikûmetek recifok (lerzuk) dê derbikeve holê û ji hikûmetên pêşiya xwe baştir dernakeve holê. Çawa? Ji ber nikarin bertekên li kolanan razî bikin.

Duyem;  ev ji aliyê li hevkirî û parvekirinê hem ji aliyên kursiyên zêde bidest xistine û hem jî ji aliyên ku şikestinek zêde bidest xistine di vê hilbijartinê de.

Ger ku avakirina hikûmetê bi lihevkirin nebe û saziyên şiî û Heşdî Şabî razî nekin û em ji bîr nekin ku ev tenê xelkê sivîl nînin dadikevin kolanan. Ev hêzên çekdar û Heşdî Şabî jî di nava wan de heye û ew her gav heke bixwazin dikarin aloziyek wiha mezin di Iraqê de çêbikin ku hikûmetê mecbûr bikin paş ve gav biavêje û carek din hilbijartinek pêşwext li dar bixe. Ji ber vê ev alozî dewam dike. Li gorî nêrîna min ger ku hikûmet bi dengê piraniya gel pêk neyê serkeftinê bi dest naynin û di demeke nêz de dê têk biçe û ji rewşa niha zêdetir aloziyek di nav Iraqê de çêdibe.

Eger ku Amerîka di parlamentoyê de kursiyên wî hebin, niha çek di destê Îranê de heye û saziyên wê yên çekdar li Iraqê de hene. Bi nêrîna min ev hikûmet bi vî awayî pêk nayê û dê alozî jî dewam bike. Heya ku li hevkirinek siyasî di navbera herdu aliyên nêzîkî Îran û nêzîkî Amerîkayê de çêbibe û li ser vê pêgehê hikûmet pêk tê.

*Tevlibûna hilbijartinê ji sedî 30 kêmtir bû, li gor qanûna Iraqê hewce bû hilbijartin bihata betalkirin. Lê rewş ne guherî. Ev rewş dê bandoreke çawa li Iraqê bike?

Erê rast e, yek ji wan sedeman sextekarî ye. Lê beşdarnebûyîna gel û baykota dengdayînê yek ji sedemên herî bi bandor e ku gumana sextekariyê hebe. Lê dibêjin bandora sextekarî li ser zêdebûyîna hejmaran zêde ye. Hinek vê meseleyê pir diparêzin ku dengên hatine dayîn bi şêwaza elektronîk bûye û li hinek cih ku niha bi destan dijmêrin ferqek bijartî zêde di navbera wan de nîne. Ku wan bidî ber hev guhartinek mezin çênabe. Baykota hilbijartinê bû sedema vê ku hejmara hinek ji wan aliyan zêdetir bibe. Gel di vê hilbijartinê de dengê xwe kêm da. Lê komîsyona giştî ya hilbijartinê hejmara dengan zêde kir û got ku ji sedî 42 di vê hilbijartinê de gel dengê xwe daye ku ev amarek pir ne rast e. Di dema ragihandina tv û medyayê de pir bi hêsanî derdiket holê gel çiqasî çû ser sindoqên dengdanê. Ku ji sedî 30’î kêmtir bûye. Komîsyona giştî ya hilbijartinê ji bo ku rasteka wî nîşan bide gotiye hilbijartin ji sedî 42 ye.

Li Iraqê tiştek wiha nîne ku ger rêjeya dengan kêm be hilbijartin girîngî pê nedin, ji ber li welatek demokrasî ew dibe, lê belê welatek weke Iraqê ew çeng pirsgirêk, nakokî û qeyran heye û destên ji derve li ser hakim e û welatên ji derve li ser Iraqê biryar didin ku ev tişt normal e û li hev kirine. Ji bo gel jî vekiribû ku ev hilbijartin ji aliyê welatên ji derve ve hatiye plankirin. Ji ber ku texmîn nedikirin ku ev hilbijartin hilweşe. Ev mesele di referanduma Başûr de hat tecrubekirin, ji ber vê jî gel tecrubeyên xwe girtibûn. Bi gişti di Iraqê de jî wiha ye êdî ji wan re ne girîng e ku gel çiqasî nerazî ye û ev hilbijartin çiqas bi dilê gel dibe yan nabe. Jixwe di destpêkê de kursiyên hilbijartinê di nava xwe de belavkiribûn û dixwazin xwe û berjewendiyên xwe li ser axa Iraqê biparêzin. Ev tişt jî bandorek mezin li ser gelê Iraqê dike û gel bi vî awayî bêdeng namînin û dibe sedem ku hikûmetên ku pêk tên li Iraqê hikûmeteke dem kurt be.

*Sedema herî bingehîn a ku gel neçû ser sindoqan çibû?

Gel çima neçû ser sindoqên hilbijartinê, xelk ne razî ye, gel bê îradekiriye, gel bê hêvî kiriye, di demê derbasbûyû de li hemû hilbijartinên ku xelk tev lê bûne de, dîtin ku dengdan li nav Iraqê guhertinekê dirust nake, ew hêzên ku destpêkê aliyê nerazî bûn ku xwe wek muxalefet bi nav dikirin û gel deng didin, em dibînin ku çawa beşdarî hikûmetê bûn, ew jî bûn beşek ji desthilatê. Ji ber vê ew aliyên muxalefetê îradeya gelê Iraqê kuşt. Bi taybetî ez herêma Kurdistanê mînak bidim; hîzba weke Goran ku ew çend deng bidest xist, li palamentoya Kurdistanê destpêkê 25 kursî û piştre jî 24 kursî bidest xistibû û li parlamentoya Iraqê jî xwedî 4 kursiyan bû, di vê hilbijartinê de qet kursî bidest nexist. Êdî xelk ji ber çi xwe paşde kişand? Ji ber ew aliyên muxalefetê piştî beşdarî desthilatê bûn, bûn parçeyek ji desthilatê, gel ji vê ders girt, dît ku tu alî nikare li gel xelk bicih bibe û pirsgirêkên wan çareser bikin. Ji ber vê çareserî tenê di neçûyîna ser sindoqan de dîtin.

*Sedema zêdekirina dengên Partiya Sedir û Yekgirtiya Îslamî çi bûn?

Ji bo çi dêngen Sedir zêde bû? Hizba Sedir, hizbekî populîst e. Li ser hestên gel dilîze û amadekariyeke pir baş kir ji bo ku di vê hilbijartinê de dengên xwe zêde bike. Lê qet taxmîn nedihat kirin ku dengên wî bigihêje asta niha. 54 kursiyên xwe zêde kir û bû 75 kursî. Sedir berdewam xebata xwe li kolanan meşandiye. Xwe weke hêzeke nerazî nîşan da û berdewam piştgirî da çalakiyên gel û her wiha xwe weke pêşengê wan çalakiyan nîşan da, ji bo wê her tim xwse wekî aliyê gel nîşan dan.

Lê aliyek din ku bû sedem ku dengên wî bilind bibe tê gotin saxtekariyek ku bi plan û bername kiriye ku hejmarên dengên wî zêde bibe.

Sebebek din baykota hilbijartinê, ev hizib dengên xwe yên sabît hene û bi berdewamî dîsa diçin ser sindoqan. Lê xelkên nerazî ku aliyê tu hêzek taybet nînin û ji wan nerazî ne, neçûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar neanîn. Ji ber vê yekê di dawiyê de hizb û aliyên siyasî ku dengê wan sabît in qezenc kirin.

Sedir yek ji wan hizban e ku dêngdêrên wî sabît in. Her wiha saxtekarî û çalakiyên ku çêbûn, bû sedem ku Sadir di hilbijartinê de dengê xwe zêde bike.

*Piştî hilbijartinan rewşa Başûr di çi astê de ye û di navbera PDK-YNK’yê de aloziyek heye?

Bi kurtasî piştî hilbijartinê milmilaney (rekabet) di navbera her du partiyên başûrê kurdistanê PDK û YNK’ê de derdikevin holê. Ger em van herdu partiyan li ser asta Iraqê binirxînin, ji ber PDK û YNK’ê li Başûr herî zêde dengê wan heye. Bi taybetî PDK di vê hilbijartinê de kursiyên xwe zêde kir û ji 28 kursiyan derxist 34 kursiyan û hejmara kursiyên YNK’ê jî kêm bûn. Dengê YNK’ê jî di vê hilbijartinê de kêm bû û daket 16 kursiyan û yek parlamenter ku bi serbixweyî tev li hilbijartinê bûbû tev li YNK’ê bû û bi giştî kursiyên YNK’ê bûn 17 kursî. Ev jî ferqek mezin xist navbera YNK û PDK’ê de. Lê belê ev her du alî ji ber ku di berjewendiyên hevpar di li gel hev hene mirov dikare bêje nikarin bi berdewamî li ser esasa hejmara kursiyan têkilî bi hevre deynin. Ji ber vî esasî li hevhatin û hevparî (sazan û tewafeq) nêzîkatî  li hev bikin. Her wiha me di demên derbasbûyî de jî ditibû hem li herêma Kurdistanê û hem jî li Iraqê ev herdu partî nikarin li ser zêdebûn an jî kêmbûna kursiyan nêzîkatî li gel hev bikin hikûmetê ava bikin. Ji ber ku  berjewendiyên hevpar li gel hev hene , neçar in li ser binamaya hevparî (hevbeşî) hikûmetê pêk bînin. Niha jî herî zêde pirsgirêka van herdu aliyan li ser postê serokkomariyê ye, postê serokkomariyê li gorî lihevkirina di nav YNK û PDK’ê de, postê serokkomariyê yê YNK’ê ye, li hember wî jî postê serokê herêma Kurdistanê jî ji bo PDK’ê ye. Di dema hilbijartina 2018’an de jî heman bû.

Heman pirsgirêk di sala 2018’an de navbera du aliyê  pêk hatiye lê di dawiyê de YNK karibû bi ser bikeve. Ji ber ku di parlamentoya Iraqê de deng zêdetir bi dest xist. Nûnerê PDK’ê ku Doktor Fuat Hisen bû, bi bin ket û Doktor Berhem Salîh bi ser ket.

Lê vê carê wisa xuya nake ku li ser zêde û kêmkirina dengan tiştek erênî bikin, ji ber ku di nava YNK’ê de jî pirsgirêk û aloziyek zêde heye. Îhtîmal heye ku nikaribin dengek zêde di parlamentoya Iraqê de bigirin, ji bo wê neçare bi PDK’ê re bikeve. Halbûkî esasa rêketina pêşî ev deng dibakû ji bo YNK’ê bûya. Lê niha PDK nerazî ye bi taybetî li ser diyarkirina namzetiya Doktor Berhem Salih ji bo posta (cih) serokkomariya Iraqê keşeya (pirsgirêk) wan zêde ye, ji ber wê posta serokkomarî ji bo YNK’ê dibe. Lê dibe kesê ku YNK ji bo serokkomariyê diyar dike tenê ji bo YNK’ê nebe belkî ji bo PDK û YNK’ê be.

Pêwîst e ku PDK razîbûna xwe nîşan bide, ji bo wî jî çend namzet diyar kiriye. Îhtîmala wî heye ku posta serokkomariyê bigire lê YNK heta niha li ser wî meseleyê negihiştiyê encamekî. Wisa xuyaye ku ev post carekî din ji bo Doktor Berhem Salîh bi dest bixe. YNK li posta parêzgariya Kerkûkê dest hilgire, ji bo wî nareziyek zêde di nava YNK’ê de heye, ji bo wî alozî heta niha jî berdewam e. Lê di dawiyê de her du alî ji ber ku berjewendiya van bi hevdu re heye dikarin bi hevre bigihêjin encamekî.

*Bi giştî 97 jin ketin parlamentoya Iraqê û kotaya ji sedî 25’an derbas kirin. Bandora jinên siyasetmedar dê li ser siyaseta Iraqê çawa be?

Bidestxistina dengek zêde ji aliyê namzetên jinan ve xeberek dilxweş e. Jixwe her tim kêmbûna parlamenteriya jinan cihê rexneyê bû, bi rastî di vê helbijartinê de jin karibûn hejmara kêm derbas bikin. Bi taybetî ku deng bi şêwaza heremî bûye, ev bû sedem ku jin dengên pêwîst bi dest bixin û bi dengên heqîqî ya xwe biçin Parlamentoya Iraqê.

Lê tiştek ku metirsîdar e (tehlîke ye) ev; hêviyek tune ku ev jinên ku çûne parlamentoyê bandorek baş bikaribin li ser jinan bikin, ji ber ku ev endamên hîzbên ku di parlamentoyê de cih digirin in û li gorî berjewendiyên hizbên xwe tevdigerin, ne wekî jineke çûne parlamentoyê. Lê dîsa jî bi hêviya ku bi alîkariya saziyên jinan bikaribin bandorekî erênî li ser wan bikin da ku jin li parlamentoyê werin gel hev û hêzek çê bikin û bandora wan li ser jinan hebe. Her çend heta niha tiştekî berbiçav nekirine,  ji ber ku heya niha jinên ku çûne parlamentoyê projeyek wan ên berbiçav ji bo jinan tune bû. Lê em bi hêvî ne ku di pêşerojê de bi alîkariya saziyên jinan dê bikaribin guhartinekê çê bikin.