20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinên Almanyayê û encamên wê

Li Almanyayê hilbijartina parlementoyê çêbû. Berî ku em derbasî encam û girêdayî wê pêşeroja desthilatdariyê bibin, ka werin em hinek partiyên girîng ên ku tev li hilbijartinê bûne nas bikin:

•SPD: Partiya Demokratên Sosyal û her wiha şirîkê hikumeta niha ya bi Angela Merkelê re bû. Zêdetir wek partiya kar û kedkaran tê nasîn. Bes di hilbijartinên salên borî de xuya kir ku zêde cudahiya wan û kesên muhafezekar nînin.
•CDU/CSU: Herdu partî jî yên xiristyan in û Merkel ew herdu gîhandine hev. Xeta wan zêdetir xeteke muhafezekar û kevneşop e.
•Die Linke: Partiya çepgirên ku him dostên kurdan û him jî dostên biyaniya ne.
•Grunen: Ango Partiya Keskan ku di demên dawî de bûye partiyek herî mezin ya Almanyayê. Piştî partiya çepgiran, partiya herî nêzî kurdan partiya keskan e.
•FDP: Partiya Lîberal a Almanyayê ku zêdetir pola bilind ya civakê temsîl dike û zêdetir ji aliyê dewlemend û karsazan ve tê hilbijartin.
•AfD: Ango Partiya Alternatîf a ji bo Almanyayê, ku wek nijadparest tê nasîn.Wek MHP ya Tirkiyeyê ye. Cudahiya mezin ew e ku li Almanyayê hemû partiyan aşkera daxuyanî dan ku ew naxwazin bi partiyek nijadperest û faşîst re têkiliyan deynin û karên hevbeş bikin. Xwezî li Tirkiyê jî têgihiştinek wisa heba ku hemû partiyên demokrat bi yek dengî bigota‘ Em bi partiyek nijadperest û faşîst wek MHP’ê re hevkariyê nakin.

Ka em li encama hilbijartinan binêrin. Di encama hilbijartinan de partiya Sosyal Demokratan SPD bi ser ket û dengê herî zêde girt bi 25,7%. Duyemîn Hevgirtina ji partiyên xiristyan CDU û CSU bi 24,1% ku bi navê Union ango „Yekitî“ tê nasîn. Partiya Keskan bi 14,8% bû Sêyemîn. Hêjayî gotinê ye ku partiya Keskan di destpêka kampanyeya hilbijartinê de yekemîn bû, bes ji ber hinek nûçeyên negatîf pêşketina xwe wenda kirin. Piştî partiya Keskan partiya Lîberal a Elmanya 11,5%, partiya Nijadperest AfD 10,3% û mixabin partiya Çepgir 4,9% girtin. Mixabin ji ber ku li gora hilbijartina borî partiya çepgir gelek deng wenda kirin.
Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê jî 76,6% bû – ku ev rêje ji bo welatên ewrupî ne xerab û ne jî gelek baş e.

Wek min anî ziman partiya herî dostê kurdan partiya çepgiran e. Ji ber wê jî xemgînim ji ber encama wan. Lê dîsa jî ji ber ku 3 namzetên herêmî û seranser girtin bendava 5% ji bo wan derbas nebûn û her çend di bin bendavê de man jî dîsa jî dikarîbûn têkevin parlementoyê. Ev jî sedemek biçûk a kêfxweşiyê bû ji bo min û hemû kurdan. Wek partiya çepgir, partiya Keskan jî di hilbijartinên li tirkiyêyê de rengê xwe zelal kiribûn û piştgirî dabûn HDP‘ê.
Niha ji ber ku partiya Sosyal Demokrat SPD bi ser ket, mafê wan heye ku hikumetê saz bikin. Ku partiya SPD nikaribe hikumetê saz bike, mafê avakirina hikumetê derbasî partiya duyemîn ango CDU/CSU dibe.

Li gora nûçeyên dawî SPD dest bi danûstendinên bi Partiyên Kesk û Lîberalan re kirine. Li Almanyayê jê re dibêjin ku îhtimala herî mezin ew e ku Koalîsyona “Lemba Trafîkê“ – ango Kesk û Sor û Zer dê were ser desthilatdariyê. Kesk ji bo partiya Keskan (Die Grünen), Sor ji bo partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Zer jî ji bo partiya Lîberal (FDP).
Sedemên ku partiya Merkel ango Xiristyanan CDU/CSU ewqas deng wenda kirin ev in: Di salên borî de hikumetê mijarên wek pêşdexistinên teknolojiyê, parastina xwezayê, mafên kedkar û karkeran û her wiha gelek malbat ji bîr kirin. Sedemek din a mezin jî ew e ku ev 12 salin li ser desthilatdariyê ne. Ku rêxistinek ango partiyek gelek zêde li ser desthilatdariyê bimîne navê wan di nava gelek karên qirêj û sosret de jî derbas dibin. Sedema dawî jî ew e ku di vê hilbijartinê de qet bi “naverokan“ re nexebitîn. Ango tu kesî nizanîbû ka ew ê çi bikin û çi dixwazin. Tenê gotin: “Ev 12 sal in em vî karî dikin, em dixwazin carek din bikin.“ Li hember nêzîkatiyek wisa hilbijêran jî bersiveke xweş dan – li gor fikra min. Niha jî rêvebiriya partiyê tev ji bo rexnedayînê xwe amade dikin. Ev jî xalek gelek baş e ku mixabin li welatên wek Tirkiyeyê ev yek gelek kêm e. Wek mînak serokê CHP‘ê ku gelek hilbijartinan winda dike û dîsa jî rê li himber kesekî/ê venake.
Sedema windakirina partiya çepgir jî bêguman hebû. Sedema sereke ew e ku ji aliyekî nêzîkî Rusya û Putîn dibin û ji aliyê din jî dixwazin NATO wek rêxistin ji holê rabe. Her wiha gelek kesên navdar û serkeftî ji nav xwe derxistin. Dil dixwest ku partiya çepgir hîn zêdetir deng bistîne lê ew jî wek çepê tirkan gelek lewaz man.
Em werin partiyên “Lembeya Trafîkê“ – Sosyal Demokrat, Kesk û Lîberal. Beriya danûstendina hemû partiyan bêguman xetên xwe yên sor destnîşan kirin. Lê di encamê de dîsa bi awayekî li hev dikin. Ji ber ku berjewendiyên neteweyî ji berjewendiyên partiyan ango kesan girîngtir in. Em kurd dikarin gelek mînak ji wan bigrin. mixabin li cem kurdan gelek caran berjewendiyên kesane ango partiyan, aliyên olî ji yê neteweyî girîngtir in.
Naveroka hikumeta nû dê ji van mijaran pêk were:

Partiya Keskan dixwazin parastina xwezayê, malbatê û pêşdexistina teknolojiyê derdixin pêş. Partiya Sosyal Demokrat jî dixwazin mehane ya karker û kedkaran zêdetir bike û her wiha pereyê tekawîtê/pensiyonê zêdetir bike. Partiya Lîberalan jî pêşdexistina almanya ji aliyê teknîk û teknolojiyê û her wiha parastina karsaz û şîrketan derxîne pêş.
Di encamê de ew ê Partiya Sosyal Demokrat û Keskan zêdetir mafê axaftinê bi dest bixin û hêvîdarim kesek wek Cem Ozdemir ku gelek caran piştgiriya xwe daye HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş û her wiha dijberî Erdogan axiviye, bibe wezîrê karê derve….
Her sê partiyan gotine ku ew dixwazin herî dawî heya serê salê hikumetê saz bikin. Ew ê naveroka peymana koalîsyonê jî di demên pêşiya me de eşkere bibe. Hêvîdarim ku hikumetek dostê kurdan ava bibe.