Friday, October 22, 2021

Hilbijartinên Cezayirê dest pê kirin

Piştî serhildana gelê Cezayirê ya sala 2011’an ev cara pêşî ye ku gelê wî welatî diçe ser sindoqên hilbijartinê. Îro navendên hilbijartinê deriyên xwe li ber hilbijêrên Cezayirê vekir û ev cara pêşî ye ku ewqas berendamên serbixwe tevli hilbijartinên vî welatî dibin.

Dê gelê Cezayirê dengê xwe ji bo hilbijartina 407 parlementeran bikar bîne. Di van hilbijartinan de pêşbirk di navbera 28 partî 646 lîsteyên berendaman de pêk tê, her wiha 837 kes jî wekî berendamên serbixwe tevli vê hilbijartinê dibin.

Hejmara hilbijêrên vî welatî derdora 24 milyonan e û ew dê 407 parlementeran hilbijêrin ji bo 5 salan. Hejmara berendamên ku dê tevli van hilbijartinan bibin tevî yên serbixwe zêdeyî 13 hezar berendam tevli van hilbijartinan bibin.