19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinên Îranê di çi rewşê de pêk tên

Sibê li Îranê hilbijartinên serokatiyê dest pê dikin. Li Îranê derdora 59 milyon hilbijêr hene lê li gorî agahiyên anketên herêmî dê herî zêde derdora ji sedî 40 ji hilbijêran tev li van hilbijartinan bibin. Berendamên ku xeta misilmaniya radîkal û tund diparêzin ji Alî Xameney û pasdaran ve tên destekirin.

Ji ber ku berendamtiya gelek kesan nehate pejirandin û dengê berendamên muxalefetê di asta çend kesan de maye ku ew jî zêde bandora wan li ser siyaseta Îranê tune ye, gelek aliyan da xuyakirin ku ev hilbijartin ne rewa ne û dûrî demokrasiyê ne.

Rayedarên Îranê bi rêyên cuda bang li hilbijêran dikin ku tev li hilbijartinan bibin, yek ji van daxuyaniyên balkêş a Alî Xameney bû ku tê de bang li gelê Îranê kir ku tevli hilbijartinan bibin û dengê xwe bikar bînin.

Ji aliyekî din ve daxuyaniyek bi navê 110 çalakgeran hate belav kirin ku bang li gelê Îranê dikin ku tev li van hilbijartinan nebin.

Her wiha serokê Îranê yê berê Muhemed Xatimî jî bang li hilbijêran kir ku rê nedin welat di vê rewşê de bimîne û divê dengê xwe di hilbijartinan de bikar bînin da ku welat ji destê tundîparêzan derxînin û biparêzin.

Bi her halî wiha xuyaye ku dê hilbijartin di nava bêhêviyeke mezin de werin kirin û aliyê tundîparêz dê bikaribin desthilata xwe berdewam bikin.

Li gorî texmînan tê gotin ku şensê Ibrahîm Reîsî ji yê tevan bêtir e di van hilbijartinan de ji ber ku ew ji alî desthilatiyê ve tê destekirin. Her wiha tê texmîn kirin ku bi hilbijartina kesayeteke wiha dê tundiya li vî welatî zêdetir bibe û zext û zora li dijî kesên muxalif dê bigihê asta herî jor.

Ibrahîm Reîsî

Ibrahîm Reîsî yek ji berendamane mirovekî oldar û siyasetmedar e. Ji ciwantiya xwe ve gelek astan de cihê xwe di nava dadgeh û dadgeriyê de girtiye.  Di sala 1985’an de bûbû cîgirê serdozgeriya Tahranê, di 1989’an de jî bûbû serdozger. Her wiha di sala 2004’an de bûbû cîgirê serokê dadgeha bilind û di sala 2016’an bûbû Dozgerê Giştî. Di hilbijartinên sala 2017’an de yek ji berendamên herî bihêz bû li dijî serokê berê yê Îranê Hesen Ruhanî. Her wiha ew di nava gel de wekî Celad û kujer tê binavkirin ji ber berpirsiyariya wî ya ji darvekirina gelek muxalifan.