20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinên Iraq û Başûr: Gel li benda pêşeng û pergalek nû ye

H. Halît Alaçati

Hilbijartinên Iraqê pêk hatin. Girêdayî vê yekê hilbijartinên başûrê Kurdistanê jî çêbûn. Hêj encamên zelal ên hilbijartinê derkenetine holê. Tişta zelal rêjeya tevlêbûna gel û eleqeya li hemberî hilbijartinan e. Ev daneyên destpêka hilbijartinekê ne. Teşeya hilbijartinê di heman demê de nîşaneya sereke ya encamên hilbijartinê ye. Ne tenê encama hilbijartinê nîşan dide, rewşa polîtîk û sosyolojîk a civakê jî radixe ber çavan. Lê berî em derbasî vê yekê bibin, mirov dikare çend tiştan li ser atmosfera ku hilbijartin di nav de çêbûn destnîşan bike.

Iraq welatekî wisa ye ku îro di aliyê siyasî, aborî û demografîk de, di nav siyaseta cîhanê de zêde cih digire. Lê di aliyê dîrokî, civakî û çandî de jî yek ji wan welatên nimûne ye. Cihekî wisa ye ku di dîroka cîhanê de piraniya tiştên yekemîn li wir pêk hatine. Bi taybetî ji bo pergala modernîteya kapîtalîst ev yek teqez e. Dewleta Iraqê bavê modernîteya kapîtalîst e. Yekemîn dewlet, yekemîn îktîdar li vir derketiye holê. Ji çandê bigire heta civakê, ji aboriyê heta siyasetê hemû hêmanên pergala modernîteya kapîtalîst li vir teşe girtiye. Ji bo wê welatek gelek girîng e.

Lê ji ber bêbandoriya siyasî îro tu kes guh nade hilbijartinên Iraqê. Ji ber ku hêviya tu kesî ji vî welatî nemaye. Ji bilî çend dewletan kes hesaban li ser Iraqê nake. Ne tenê ji derve, di hundir de jî kes hesaban nake. Ji bilî çend komên siyasî yên rantxur gelên Iraqê jî hêviya xwe birîne. Ji bo civakekê jî tişta herî xeter ev e. Bêhêvîbûn. Iraq bi hemû livdan û pêkhatiyên xwe ve hilweşîneke kûr dijî û çareseriya tu kesê ji bo vê yekê nîne.

Lê ji ber taybetmendiyên Iraqê yên çandî, dîrokî û civakî Iraq tu carî ne tenê Iraq e. Rewşa wê di heman demê de rewşa pergala modernîteya kapîtalîst e. Perîşanî, şerpezetî, bêhêvîtî, belavbûn û têkçûyîna Iraqê berî her tiştî têkçûyîna pergala kapîtalîst û modernîteya kapîtalîst e. Di bingeha xwe de tişta di hebûna Iraqê de îflas kiriye, modernîteya kapîtalîst e.

Iraq di atmosfereke hem wekî dewlet û hem jî wekî pergala girêdayî ya modernîteya kapîtalîst a îflaskirî de diçe hilbijartinan. Êdî ne dikare xwe xilas bike û ne jî modernîteya kapîtalîst dikare wê xilas bike. Her du jî ji çapê ketine. Bûne caneza û li erdê ne. Lê kesek ku cenazeyê wan rabike tune ye. Ji bo wê ev cenaze hindî diçe zêdetir dirize, hindî dirize jî bêhnek pîs û xirab li derdora xwe belav dike. Her roj zêdetir zirarê dide her tiştî.

Xwediyê pergalê yê herî dawî DYA, niha wekî kesekî hêvî ji bavê xwe birî pişta xwe dide bavê xwe û diçe. Wî di nav êş û azara wî ya dojehî de dihêle. Çend netewdewletê ji paşeroja xwe bêxeber ên wekî Îran û Tirkiyeyê jî wekî çeqelên birçî dixwazin vî kelexî bixwin. Her roj bi aliyekê ve êrîşî cenazeyê riziyayî dikin. Li hemberî çeqelên pirçî tiştek caneza bike nîne. Di seqa û rewşek wiha de hilbijartin pêk hatin.

Encamên pêşiyê yên hilbijartinê nîşan didin ku hêzek, niyetek an jî encameke ku cenazeyê ji holê rake jî dernakeve. Komên rantxur û hevkar ên li ser berjewendiyên aborî tevdigerin cardin dê li ser kar bimînin. Lê rewşa wan ji her demê xirabtir e. Rêjeya tevlêbûna hilbijartinê gelek zelal nîşan da ku ne eleqeya van komên rantxur bi civakê re maye, ne jî civak heviyê ji van komên qirêj dikin.

Rêjeya tevlêbûnê li gorî hilbijartinên borî di asteke trajîk de kêm xuya dike. Beşeke civakê ya ku çûye ser sindoqan jî dengên xwe bi armanca protestokirina van koman şewitandine. Êdî hêviya gelan ji vê siyasete jî ji netew dewlet û pergala wê jî nema ye. Peyama xwe bi tevlênebûnê û dengşewitandinê nîşan dide. Ev helwestek hem li hemberî rantxurî hem jî li hemberî pergalê ye. Ji bo hemû komên rantxur ên bi salan e li ser berjewendiyên takekesî dewlemendiyên gelan dixwin derbasdar e.

Herî zêde jî rantxurên kurd derdikevin pêş. Rêjeya tevlêbûnê li başûrê Kurdistanê li gorî deverên din ên Iraqê gelek kêmtir bûye. Heta ew qas kêm e ku hema mirov dikare bêje hilbijartin çênebibûya baştir bû. Beşeke mezin a civaka kurd a çûye ser sindoqan jî bi armanca şermezarkirina îktîdarê çûye û dengên xwe şewitandiye. Lê rêjeya hatiye aşkerakirin jî li gorî daneyên di çapemeniyê de derketin ne rast e. Bi taybetî li bajarên di bin destê KDP’yê de gendeliyên mezin hatine kirin. Hem ji bo zêde nîşandana rêjeya tevlêbûnê û hem jî ji bo bi zorê dengdana KDP’yê. Ligel vê yekê jî rewş felaket e.

Gelê başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji KDP’yê vekişandiye. Heman tişt ji bo YNK’yê û partiyên din jî derbasdar e. Lê ji ber ku îktîdar KDP ye, berpirsyarê vê tabloyê yê yekemîn jî ev partî bi xwe ye. Ev di heman demê de bertek û nerazîbûna polîtîkayên KDP’yê ye. Gelê Başûr bi zelalî polîtîkayên KDP’yê ceza kirine. Hevkariya bi dagirkeran e, bêdadî, dizî, gendelî, rişwet û talana zengîniyên gelê kurd bi destê van partiyên malbatî ji hela gelê kurd ve hatiye redkirin.

Herî zêde jî divê ev helwesta gelê kurd wekî redkirina hevkariya bi dagirkeran re bê xwendin. Ji ber ku berê jî pirsgirêkên rantxurî, gendelî, dizî, talan, bêdadî û zordariyê hebûn lê civaka kurd di vê astê de bertek nîşan nedabû. Rexneyên gel hebûna jî diçû ser sindoqê û helwesta xwe nîşan dida. Vê carê tişta li van pirsgirêkan zêde bûye hevkariya bi dewleta tirk re ya di asta îxanetê de ye. Ji bo vê, tiştê herî zêde hatiye şermezarkirin mehkûmkirina hevkariya bi dagirkeran re ye.

Li gel hemû tedbîr, dijwarî, gefxwarin û zordariyên KDP’yê jî gel bi vê hilbijartinê ji PDK û partiyên din dixwaze ku destê xwe ji pêsîra civakê vekin. Êdî van partiyan wekî navend û çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan nabîne. Dixwaze ku ev partî êdî dest ji îktîdarê berdin. Ku kêmek exlaqê polîtîk, helwestek demokratîk a van partiyan hebûya diviya piştî vê rewşê dest ji kar berdana û pêşiya alternatîfên nû vebikirana.

Lê ne KDP û ne jî partiyên din vê hişyariya gel li ber çavan nagirin. Ku bigirtana dê encam ji çalakiyên gel ên van du salên dawiyê derbixistana. Hindî qurişek pere û kêmek rantê ji Kurdistanê bigirin jî dest ji van polîtîkayên xwe bernadin. Heta wekî ku îro jî dikin dê bi hêzên xwe yên çekdarî êrîşî gel bikin, wan bavên zindanan û bi darê zorê li ser îktîdarê bimînin.

Lê encamên hilbijartinê her çiqas ji bo KDP û partiyên din felaket be, ji bo hêzên demokratîk jî ronahiyeke nû ye. Ji bo civakê bi xwe jî destpêka çareseriyê ye. Civaka hêviya xwe ji hevkar û rantxuran birîbe bêguman nîşaneya jiyanek nû jî daye. Li benda pêşengtiyeke nû û pêşerojeke xweşiktir e. Ji bo vê divê hêzên demokratîk, gelparêz li hemberî van rantxweran civakê bêalternatîf û pêşengtî nehêlin. Bi paradîgmayeke nû û pêşengtiyeke nû gelê kurd û gelên Iraqê dikarin vî cenazeyê rizî ji erdê rakin û jiyaneke nû ava bikin. Helwesta gel a li hemberî rantxur, hevkar û pergalê derfetên vê yekê dide.