16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinên Iraqê ji bo kê wendabûn ji bo kê qezenc e

Dihat payîn ku hilbijartinên Iraqê di sala 2022’an bihatana lidarxistin. Lê biryar hate standin ku hilbijartinên pêşwext li dar bixin. Piştî xwepêşandanên girseyî di cotmeha 2019’an de li Bexdayê û neh bajarên din dest pê kir, serokê hikûmeta berê ya Iraqê Adil Abdul Mahdî mecbûr ma ku îstîfa bike. Li ser vê bingehê, hikûmeteke demkî bi rêveberiya Mustefa el-Kazimî re hate avakirin. Li ser bingeha daxwazên xwepêşanderên cotmehê, ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext û ji bo rakirina gendeliyê, bêkariyê û misogerkirina derfetên kar a ji bo ciwanan; hikûmeta Iraqê biryar da ku di 10’ê Cotmehê de yekemîn hilbijartinên pêşwext li hemû Iraqê pêk bîne.

Di sibeha 10’ê Cotmehê de, proseya dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên zagonsazî yên pêşwext dest pê kirin. Li gorî sîstema navendên hilbijartinên cuda cuda ya nû ku li 83 bajaran hatiye dabeşkirin hilbijartin pêk hat.

Komîseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a li Iraqê diyar kir ku rêjeya dengdana di hilbijartinên giştî û hilbijartinên perlementoyê yên pêşwext de gihîşt ji sedî 41’ê. Lê ev rêje li gorî hilbijartina borî ya sala 2018’an kêm e. Di serdema berê de rêjeya dengdayînê ya hilbijartinê ji sedî 44.52 bû.

Di van hilbijartinan de, 3 hezar 249 namzet tev li hilbijartinê bûn. Ji nava van namzetan 951 jê jin, 789 jê serbixwe, 959 jê bi hevbendiyan, hezar 501 jî bi lîsteyên partiyan tev li hilbijartinê bûn. Ji vana 24 partî, di nava hevbendiyan de ne. Ev pêşbirk ji bo 329 kursiyên li perlemantoyê bûn. Hilbijartin li 83 navendan pêk hat. Hejmara kesên dikarin dengê xwe jî bidin zêdetirî 24 milyonan e.

Encamên Pêşîn

Di hilbijartinê de serkeftin a eniya El-Sadr bû ku serokê wê Muqteda el-Sadr e. Eniya El-Sadr 73 kursiyên parlemantoyê bi dest xist. Pişt re hevbendiya Teqedum ku serokê wê serokê berê yê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî bû. Helbûsî 41 kursî bi dest xist. Partiya din jî ya Îtîlafa Dewleta Qanûnê ya serokwezîrê berê Nurî el-Malikî bû. Malîki 37 kursî bi dest xist. Partiya Demoqrat  a Kurdistanê  (PDK) jî 32 kursî bi dest xist.

Namzetên serbixwe 20 kursiyên parlementoyê bi dest xistin. Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî 17 kursî bi dest xist.

Lîsteya “Tasmîm” a ku nû dikeve siyasete jî 3 kursiyên parlemantoyê bi dest xist. Yekgirtiya Islamic a Kurdistanê jî 3 kursî bi dest xist.

Yên tenê kursiyekê ji parlamentoyê bi dest xistin jî koma dadmendiyê yên (berê koma îslamî) ne.  Ev jî Partiya el-Fadîla bi serokatiya rayedarê dînî Mihemed el-Yaqûbî, Tevgera Hiquq bi serokatiya rêveberê berê yê Ketîbeyên Hizbullah Husên Munis, Tevgera Îqtîdar Watan bi serokatiya rêveberê berê Teyar el-Hikma û Wezîrê Ciwanan û Werzîşê yê berê AbdulHusên Abtan in.

Encamên duyemîn

Lê piştî kadroyên komîseriyê dest bi hejmartinan kirin, ferza bi destan didome. Hevbendiya “El-Fath” bi serokatiya Hadî el-Amrî 18 kursî bi dest xist (dibe biguhere). Koma el-Sadr piştî kursiyek winda kir bû 72 kursî. Îtîlafa dewleta Qanûnê kursiyek bi dest xist û bû 38 kursî.

Hevbendiya”Azim” bi rêveberiya Xemîs el-Xencer 12 kursî bi dest xist. Piştî ku wan 16 kursî bi dest xistibûn, PDK’ê jî 33 kursî bi dest xistin. Hevbendiya “Teqedum” jî bi serokatiya Mihmemd el-Helbûsî kursiyên wê parlemantoyê paşve çûn. Ji 41 kursiyan daket 37 kursiyan. Prosesa hilbijartinê û ferza bi destan hîn jî berdewam e. Li gorî komîseriyê- dibe ku hejmara kursiyên parlemantoyê di her kêliyekê de bê guhertin.

Boykota Gelêrî

Encaman bi giştî şokeke mezin xiste nava Iraqê. Gelek partî û hevbendiyên siyasî ji sedî 50 deng winda kirin. Li gorî dewreya berê, gelê Iraqê êdî baş dizane ku hikûmetên ava bûne, heta niha nikarîbûne bibin bersiv. Heta niha daxwazên wan bi cih neanîne. Bi taybet jî di milê bêkariyê û rawestandina koçberiya ber bi dewletên Ewropî ve nebûye bersiva gel. Li gorî bîlançoyên nefermî îsal nêzî 30 hezar kes ji Iraqê koçber bûne. Koçberî didome.

Gelek çavdêrên Iraqê dibînin ku boykota gelêrî ya li dijî hilbijartinan, ji bo hikûmet, partî û hevbendiyên siyasî bersiva herî baş e. Ji ber ku ew nikare xizmeta welatiyên Iraqê bike. Nikare daxwazên gel bi cih bîne.

Komînta Ebû Elî el-Eskerî

Berdevkê ewlekariyê bi navê Ketîbeyên Hizbullah-Iraq Ebû Elî El-Eskerî, teqez kir ku “Arabê sextekariya hilbijartinê ew Serokwezîr Mustafa el-Kazimî ye”. El-Eskerî diyar kir ku serokwezîr tevî hevkarên wî ji cîhazê îstîxbaratan cesaret kirin ku encaman biguherînin.”

El-Askerî anî ziman ku “guherandina encaman bi lihevkirina partiyên siyasî yên payebilind pêk hat”, nîşan dide ku di nava muxaleftan de jî 15 kursiyên wekîlên girêdayî wî zêde kirine.

El-Eskerî daxwaz kir ku dadwer divê xirabiyên şêwazên teknîkî diyar bikin û bi zelalî biaxivin û wiha bang kir: “Namzetên dengên wan hatine dizîn divê xwepêşandan û nerazîbûnên xwe xurt bikin da ku maf zû vegere ji xwediyan re.”

Komînta “el-Îtar el-Tensîqî

Ev ji hêla kesayetên ku ji encamên hilbijartinên 10’ê Cotmehê nerazî ne pêk tê. (Ev komîte wiha ne: Nûrî el-Malikî, Heyder El-Ebadî, Hadî Amrî, Ammar el-Hekîm).

El-Îtar el-Tensîqî di daxuyaniyekê de wiha got: “Me nerazîbûna xwe li ser encamên pêşîn ên hilbijartinan li gorî daneyên teknîkî diyar bûne, ragihand. Tevliheviya ku tê de encamname ragihandine û di pêkhatina tedbîran de û nedîqetkirina rûdana bûyeran de, baweriya me bi tedbîrên komîseriyê nema. Ev jî dihêle em dubare nerazîbûna xwe li dijî encaman teqez bikin. Berdewamiya wê aştiya navxweyî metirsiyeke mezin pêş dixe”.

Avakirina hikûmetê

Tevî hejmareke zêde ya partiyên siyasî, kesayetî û koalîsyonên serbixwe, tê pêşbînîkirin ku ji bilî dewletên qanûnê, Hevpeymaniya Sadr ku bloka herî mezin a Iraqê ye, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Hevpeymaniya Pêşverû ava bikin. Ev hikûmet dibe ku ne li gorî hin aliyên dîtir be. Bi taybetî ne li gorî hêzên niştimanî yên Îtîlafa dewletê bi serokatiya Amar el-Hekîm û serokwezîrê berê Heyder el-Abadî be. Ji ber ku komên çekdar ên van partiyan li meydana Iraqê hene (el-Heşd el-Şabî). Ew nêzîkî Îranê ne. Di hemî rewşan de hikûmeta ku dê di heyama bê de were damezirandin divê ji bo wê Amerîka û Îran bên razîkirin. Ger nikaribe hevsengiyekê çêbike, îhtîmal heye ku Iraq ber bi kendalê ve biçe. Dibe ev kolana Iraqî ji nû ve gur bike. Hevdîtina di navbera blokên siyasî yên ji bo avakirina hikûmeta Iraqê de hê jî didome.