Monday, October 25, 2021

Hin stranên sembol ên Newrozê

Têkildarî cejna Newrozê û pîrozkirina Newrozê li Rojhilata Navîn bi hezaran helbest, çîrok hatine nivîsin û stran hatine strîn. Çanda pîrozkirina Newrozê ji 2 hezar û 600 salî zêdetir e ku li ser axa qedîm ji aliyê gelê arî ve wek cejnekê hatiye pîrozkirin. Ev çanda Newrozê û rîtûelên din çandek e ku ev hezar sal in xwe spartiye çanda devkî û heta roja me ya îroyîn jî berdewam kiriye. Lê helbet di çanda devkî ya bi hezaran sal in didome de, bi demê re reng û şêweyên hin seretayên çandî guherîne, hin winda bûne û hin ji wan jî belav bûne.

Dema em li gor şert û mercên erdnîgariya Kurdistanê mêze dikin jî xuya ye ku gelê kurd bi hezaran salan li ser çiyayan, li gund û bajaran agir pêxistine û ‘roja nû’ bi stran, kilam û rîtûelên bi vî rengî pîroz kirine. Di sedsala 16-17’emîn de ji helbestvanê kurd Melayê Cizirî, Ehmedê Xanî heta gelek dîwan û helbestên din gelek kesan li ser roja ‘Newroz’ê helbest nivîsîne. Bêguman çanda pîrozkirina Newrozê yan jî wek cejna kurdan pîrozkirin, bi salan e ku li çar parçeyên Kurdistanê berdewam e. Heta niha di gelek nivîs û helbestên kurdî de qala 21’ê Adarê û cejna kurdan hatiye kirin lê mixabin bi sedemên ku awaz bi notayan nehatine qeydkirin ango nivîsîn, negihaştine roja me ya îro. Êdî di salên 1930’yî de awaz, helbest, çîrok û stranên kurdî hatine qeydkirin. Bi tevahî em dikarin bêjin ku stranên têkildarî Newrozê yên 70-80 sal berê ne.

Naveroka stranên Newrozê

Stranbêj û helbestvanên kurd bi ji bo Newrozê li derveyî welat û her çar parçeyan heta niha bi hezaran helbest û stran nivîsîne. Em dixwazin bi taybetî li ser stranên ji bo Newrozê hatine nivîsîn bisekinin. Reng û naveroka stranan li ser Newrozê li gor şert û mercên Kurdistanê jî tim di nav guherînekê de ne. Bi tevahî stranên heyî xwedî naverokeke neteweyî, çandî û polîtîk in. Dema em dêhna xwe didin stranên Newrozê yên li Başûr hin stranên gelerî tim li pêş in lê Bakur hema her sal ji bo pîrozkirina Newrozê bêtir stranên polîtîk hatine nivîsin û bi taybetî ev yek bi salan 80’yî ye re zêdetir bûye. Bêşik sedema vê jî ew e ku Newroz di heyamên şoreşê de wekî qadeke polîtîk hatiye ditîn. Yanî bi dîroka Tevgera Azadiyê re bi taybetî li Bakur û li Rojava bi hevokên berxwedanê û tekoşînê stran hatine nivîsin û bi van stranan Newroz hatiye pêşwazîkirin.

‘Newroz’a Hesen Zîrek

Dema em bala xwe didin stranbêjên ku stran li ser Newrozê gotine pêşî Hesen Zîrek tê bîra mirov. Zîrek yek ji wan hunermendan e ku wek kaniya stranên kurdî jî tê nasîn. Tê gotin ku nêzî hezar û 500 stranên Zîrek hene. Her çiqas ku hemû stranên wî heta roja me nehatibin jî hunermendekî ku em dikarin wek stûneke hunera kurdî pênase bikin. (awazên gelek stranên wî ji aliyê kesên wek Ruhî Su, Candan Erçetîn, Yavuz Bîngol û Îbrahîm Tatlises û hwd. ve hatine dizîn!) Strana Hesen Zîrek a bi navê ‘Newroz’ (helbesta Pîremêrd e) sembola Newrozê ye. Di vê stranê de Pîremêrd bi hestên neteweyî qala roja Newrozê dike.

‘Newroz hat bi gul û rihan’

Piştî ‘Newroz’a Zîrek, stranbêj Eyaz Yûsifê Zaxoyî di salên 1980’yî de strana xwe ya bi navê ‘Newroz hat bi gul û rihan’ dinivîse. Kaseta wî ya ewil di sala 1982’yan de derket û bi wê kasetê bi nav û dengiya xwe diyar kir û di salên 1983, 1984 û 1985’an de jî kaset çêkirin. Eyaz bi tevahî 4 kaset çêkirine û stranên wî yên heyî jî bi dehan salan in ku li her parçeyekî Kurdistanê tên guhdarîkirin. Bi taybetî jî stran û klîba wî ya herî tê nasîn jî ‘Newroz hat bi gul û rihan’ e. Eyaz Yûsif ji aliyê rejîma Baasê ve tê qetilkirin.

Salên 90’î û stranên Newrozê

Helbet em ê yek bi yek qala her stranbêjên kurd ên stran li ser Newrozê çêkirine nesekinin. Di salên 90’î de êdî bi pêşketina xeta berxwedanê bi taybetî li Bakur Newroz êdî cejna neteweyî û bi taybetî jî roja berxwedan, serhildan û azadiya gelê kurd tê pîrozkirin. Dema em bala xwe didin stranên wan salan, bi taybetî hem jiyana hunermendan hem jî di naveroka stranên wan de xeta polîtîk a stranan derdikeve pêşberî me. Aram Tîgran, Ciwan Haco, Mihemed Şêxo, Şehrîbana Kurdî, Nasir Rezazî, Eyşeşan, Koma Amed, Koma Dengê Azadî, Koma Agirê Jiyan, Mizgîn, Koma Berxwedan, Seyîdxan, Zozan, Xelîl Xemgîn, Necmeddîn Xulamî, Birader, Canê, Şemdîn, Şehîd Sefkan, Koma Çiya, Dilgeş, Çarnewa û bi dehan hunermendên din ku der barê Newrozê de stran çêkirine.

Cejna gelê kurd

Roja me îroyî, roja 21’ê Adarê Newroz li çar perçeyên Kurdistanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Li her bajarekî kurdan û li dora her agirekî hê jî stranên Hesen Zîrek, Eyaz Yûsif û yên salên 90’î cejna Newrozê tê pîrozkirin. Lê helbet li Newroza Amedê bi sedan hunermend her sal ji bo Newrozê stran û awazên nû çêdikin.