19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hindik û Rindik

Fewaz Ebdê

Ji bo firyalê biteqe

Rojînê bi hevalên xwe re dilîst. Diya wê bi dengekî bilind got: Keçê Rojo, were here ji me re sê kîlo goşt bîne, ji bo em têxin nav tirşikê keça min!! Rojîn bi lez hat û got: Ka pere bide ez herim bînim. Dê got: Hişşş keça min, dengê xwe hilnede, ez ê ji we re makerûnê çêkim. Min ji qestîka wilo got, da deng here cîrana me Firyalê ji bo biqehire û bila ji qehra  biteqe.

Xwedê bide te

Li ba hevalekî xwe -li dikana wî- rûniştî bûm. Parsekek derbas bû. Hevalê min got: Xwedê bide te yabo, xwedê bide te. Yê parsek serê xwe hilda, lê nerî û got: Kuro ku Xwedê bida min, çima ez ê bihatama min ê devê xwe li ber te xwar bikira?!?!

Keriyê pez

-Keriyê pez, te çawa dît?

-Keriyê çi?

-Keriyê pez.

-Pezê kê?

-Pezê me.

-Hhhh. Tu henekê xwe dikî?

-Çima gava niha tu hatî, te keriyê pez li ber derî nedît?

-Heram be ku bizineke te jî heye.

-Wekî tu zanî ku bizineke min jî tune, nexwe tu çima bi kevçî mast dixwî!? Te sênîka mast tev bi kevçiyan xwar tu nabêjî dê xelkê malê çi bixwe?

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê