19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hinek Henek dilê temaşevanan xweş kir

Beriya çend rojan, bernameya Hinek Henek ku ji skeçên henek û yariyan pêk tê, li Stêrk TV’yê dest bi weşanê kir. Bername, li gorî saeta welat her roja sêşemê wê di 21.00’an de bê weşandin. Bi rastî dema ku mirov bala xwe dide bernameyên televizyonên kurdî, hewcedariya bi bernameyên wiha rengîn bi rengekî beloq derdikeve ber çavan.

Televizyonên kurdî bi piranî berê xwe didin bernameyên siyasî û ew aliyên din piştguh dikin. Ev yek jî bandoreke neyênî li rêjeya temaşevanên wan dike. Temaşevên kurd ji ber wan kêmasiyan berê xwe didin televizonên bi tirkî û erebî da ku wî aliyê xwe yê kêm dimîne têr bikin.

Loma jî ev projeya Hinek Henek gelekî di cih de ye û hinekî wê kêmasiya heyî dagire lê bêguman têr nake û divê gelek bernameyên wiha rengîn û tenê ne şano lê rêzefilm û bernameyên pêşbirkan jî werin amadekirin û pêşkêşkirin.

Ev xebat ji aliyê çend komên şanoyê ve ku hatine ba hev û dest pê kirine, tê birêvebirin. Ji ber nexweşiya koronayê şanogerên kurd skeçên xwe bê temaşevan dilîzin û ji bo televizyonê tomar dikin.
Me agahiyên  der barê xebatê de ji şanoger Yavuz Akkûzû wergirtin. Akkûzû diyar kir ku wan piştî pandemiyê dest bi projeyê kiriye û wiha got: “Beriya dema pandemiyê em 4 komên şanoyê hatibûn ba hev û me biryarek ji bo projeyeke wiha dabû. Piştî pendamiyê jî projeya me ya Hinek Henek wiha dest pê kir; me ji nivîskaran xwest ku skeçan binivîsin û ji me re bişînin. Komên şanoyê yên cihê xwe di vê xebatên de digirin ev in; Koma Şanoya Bajêr a Amedê û Yekta Hêvî ji Amedê, Koma Şanoyê ya Tiyatro Mencel ji Wanê û ji Stenbolê jî koma Teatra Jiyana Nû. Em hatin ba hev û me dest bi vê projeyê kir. Her wiha ev proje ji aliyê Pel Ajansê ve tê kişandin û amadekirin.”

Der barê tevlêbûna nivîskaran de jî şanoger Akkûzû ev tişt got: “Wekî destpêk tevlêbûna nivîskaran a ji bo nivîsîna skeçan jî baş bû. Heta niha derdora 100 skeç ji me re hatine şandin. Ji van 100 skeçan me tenê 50 skeç pejirandin û niha ew tên kişandin.”

Akkûzû di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di bernameya yekemîn de 6 skeç hatin pêşandan û niha ji bo bernameya duyemîn 6 skeçên din jî amade ne.

Herî dawî şanoger Akkûzû diyar kir ku mijara skeçan ne destnîşankirî ye û wiha got: “Bi giştî mijarên rojevî yên ji jiyana me ya rojane bêtir bala me dikişînin. Dehênerî jî di navbera 4 hevalên me yê şanoger de tê parvekirin. Bi rengekî hevpar em çar heval vê xebatê dimeşînin.”