19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hinek Henek

Hunermendê Îtalî Salvatore Garau peykerekî nexuyayî yê di warê fizîkî de bê-hebûnî yê ku ne di warê çapê û ne jî di warê dîjîtalî de temsîla wê tune, afirand. Tekane rêya îsbatkirina hebûna berhemê jî, sertîfîkayeke fermî ye. Xebata wî ya bi navê Ez, di 18’ê Gulana 2021’ê di mezadê de bi 15 hezar Euroyan hate firotin. Kesên ku ev peyker(êtune) standine divê peykêr li odeyeke vala û li cihekî pîvanên 150×150 santimetre bidin pêşandan.

Dema mirov di şert û mercên herî dijwar de li kirrîn û firotineke wiha dibe şahid û li gora rasteqîniya jiyanê vê rewşê dinirxîne di serî de hinekî li bûyerê, pişt re hinekî li xwe û herî dawî jî hinekî li tevliheviya jiyanê şaşwaz dimîne û pêdiviyekê bi lêfikirîneke kûr çêdibe. Helbet ev rewş ne rewşeke qerf û henekan e. Peykersazek heye, peykerek afirandiye û ev peyker jî ji teref mirovan ve bi çavên seriyan ve nayê dîtin. Mesele dibe mijareke feylesofî ku divê mirov serê xwe pê re biêşîne.

Jixwe di hunerê de rêyên curbecur hene ku her berhema afirandî li gora teşe û rêbazeke estetîkî bi wate û nav dike. Gotinên weke galte, qerf, henek, yarî, tehn, tinazî, tirrane, pêkenok û hwd hene ku zehfên caran mirov wan di şûna hevdu de jî bi kar bîne, di rastiyê de her yek xwedî wateyeke cuda û girîng e. Galte (gotinên ji bo kenînê), tehn (gotinên watedar ji bo rexnekirinê), tinazî (gotinên ji teref her kesî ve têne zanîn, bi awayekî nîşandayîna ecêbî û berdîberdana wê=humor), tirrane (îronî, bi awayekî berovajî nîşandana rastiyekê), henek, qerf, pêkenok, qeşmerî, yarî (gotinên ne cidî ji bo zarokan)…

Îcar mirov hebûna peykerê tune yê bi navê Ez dikare di nava van gotinan yekê de bi cih bike û zûzûka tevliheviya hişê xwe rawestîne. Lê ger hêla tirrane yê vê afirandinê di ser guh re were avêtin, xwegihandina heqîqeta watedariya afirîneriyê dê winda bibe.

Mirov gelek caran di wêjeya devkî ya kurdî de rastî hêlên tirrane, tinazî û qerfî tên ku bi fêmdariya heqîqeta hêza gotinê, bi bişirîn be jî bertekeke watedar nîşan dide. Mirov dikare ji bo şênberkirina mijarê mînakeke wiha bide:

Cegerxwîn dema di ber mala axayekî re dibuhure bi dengekî bilind dibêje;
-Qewet be ji te’r axayê keran!
Axa bi nîv kenî bersivê dide:
-Rehme l’dê û bavê te be Seyda.
Xulamê axê bi dengê bilind dikenin û yek ji wan ji axê re dibêje;
-Axa, Seyda ji te re got, ‘axayê keran’.
Axa bi ken li xulamê xwe
vedigerîne:
-Na kurê min, ew ji we re dibêje, ‘ker’.

Helbet Cegerxwîn hostayê peyv û qelemê bû û huner di her warê jiyanê de bi kar dianî. Di gotinên xwe yên herî req û çors de jî, mirov ji xwe nedixeyidand û giraniya xwe ya hunermendî bi wan dida pejirandin.

Ger di roja me de, em hunerên xwe ji hêlên wan ên tirrane, tinazî, qerfî û henekî bêpar bihêlin, em ê nikaribin bi awayekî giştî çanda xwe ya qedîm derbasî nifşên dahatûyê bikin. Ji ber ku hêza îronî û humorê berheman xurtir û mayîndetir dike. Ser meseleyê; kurdên ji ber şert û şirûtên neyînî ji bêgavî welatê xwe terikandine û li welatên xerîb niştecih bûne, ji ber asîmîlasyon û entegrasyonê roj bi roj zarokên xwe ji dest didin. Çiqasî ji bo fêrbûna zimanê kurdî hewl bidin jî, bi awayekî giştî nikarin bi ser kevin. Lê ji hêleke dîtir ve dam û dezgehên ragihandin û çapemeniyê bi awayekî hêsanî dikarin bibin amûrên xurt ku wan zarokan ber bi çand û zimanên wan ve rakişîne.

Mînaka herî berbiçav, bernameya Hinek Henek a di Stêrk TV’yê de ye. Piştî temaşekirina her beşên vê şanoyê em bûn şahid ku her du zarokên me bi zimanekî sivik û gihîştî dikarin li zimanê xwe vegerin. Hem jî bi gotinên herî kurdewar û tinazkar daxwaz û merema xwe tînin zimên. Ger em dixwazin zarokên xwe ji çerxên pergalên asîmîlasyon û entegrasyonê biparêzin divê em li malên xwe kanalên televizyonên kurdî saz bikin û ji wan televizyonan bi heterî bixwazin ku bernameyên weke Hinek Henek bi domdarî biweşînin. Ji lewre Hinek Henek hem şanoya kurdî bi zarok û mezinan dide hezkirin û nasandin û hem jî bi rêya qerf û henekan şîrînahiya zimanê kurdî dide fêrkirin. Belkî ev fêrkirin li dibistanan di wextên dûdirêj de bigihîje armanca xwe, lê dema mesele dibe dîtbarî û bihîstyariya ser ekranên televizyonan ev fêrbûn di demeke kurt de digihîje armanca xwe. Û ekîba Hinek Henek dikarin bi taybetî ji bo zarokan lîstikan di bernameyên xwe de bi cih bikin û şanogerên dahatûyê bi hunera xwe derxine pêş.

Em dîsa vegerin ser mijara xwe ya destpêkê û çend nirxandinan li ser peykerêtune bikin, em ê bibînin ku bûyera afirandina peykerekî û firotina wê ya di çapemeniya cîhanê de weke tinazkarî hatiye nîşandan di rastiyê de meseleya me ya hebûnê weke sîleyekê li ser çavên me dixe. Li gora gotinan, xebatên razber ên hunermend Garau bi ti awayî bandorê li derdorê nake. Li gora Garau jî, “Encama serketî ya mezadê rastiyeke teqez nîşan dide. Valahî, qadek tijî enerjî temsîl dike. Ger em vala bihêlin û li dû tu tişt nemîne jî, li gora Regeza Nediyariyê (fizîka kuantumê) giraniyeke tunebûnê heye. Ji ber wê valahî, xwedî enerjiyeke tîrbûyî ya xwe vediguherîne pirtikên hinava mirov.”

Û gotina herî dawî ya Salvatore Garau li ser peykerê Ez:

“Di serencamê de, ma em giş teşeyekî nadin Xwedayekî ku me ew tu caran nedîtiye?”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê