25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hiqûq li gor kesekî tê amadekirin

Li aliyekî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME),  li aliyê din biryara girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven rewşa dadgeriya li Tirkiyeyê derdixîne holê. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 21’ê kanûnê de hat binçavkirin û di heman rojê de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî der barê hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdanê da.

Wekî tê zanîn 4’ê mijdara sala 2016’an dema Selahattîn Demîrtaş hevserokê HDP’ê bû, bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi darbeyeke polîtîk hat binçavkirin û paşê bi heman perspektîfa polîtîk dadgehê biryara girtina wî da. Demîrtaş ji vê dozê hat tehliyekirin lê dema li ber berdanê bû serokomar Erdogan daxuyaniyek dabû û gotibû ku ji bo Demîrtaş dernekeve em ê bi sedemeke din wî di girtîgehê de bihêlin. Li ser vê daxuyaniyê Demîrtaş 20’ê Îlona 2019’an, cara duyem bi biryara dadgehê hat girtin.

Hiqûqa li Tirkiyeyê

DMME’yê got ku jixwe hinceta girtina yekem û ya duyem heman hincet in. Ji ber vê yekê hincetên girtina duyem ji ber ku hincetên girtina yekem in, biryara berdana Demîrtaş dan. Piştî biryara DMME’yê ji serokomarê AKP’ê heta wezîrê karên hundir daxuyanî dan û gotin ku biryara DMME’yê ji bo wan ‘pûç e’. Helbet ev helwesta dewleta tirk nîşan dide ku tu wateya hiqûqê li vî welatî nemaye û dadgeh û hiqûq li gor berjewendiyên ‘kesekî’ tên amadekirin.

‘Em mafdar in’

Selahattîn Demîrtaş têkildarî biryara DMME’yê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî twîtterê bersiva daxuyaniyên li dijî biryara DMME’yê da. Parvekirina Demîrtaş wiha bû: “Hûn wisa li qîrîn û bangkirina wan nenêrin. Hewl didin tirs, qelsî û tengezariya xwe veşêrin. Wêrek bin û li hemberî zilmê xwedî sekin bin, ez wisa dikim. Em mafdar in, bihêz in û bimoral in. Em ê tev bi hev re qezenc bikin. Meraqan nekin, Tirkiye ji çeteya 5 kesî mezintir e.”

Girtina Leyla Guven

21’ê kanûnê der barê hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn û di saetên şevê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Guven ku gelek caran hatiye girtin û binçavkirin piştî ku derket edliyeyê ceza lê hat birîn û ew şandin Girtîgeha Jinan a Amedê, lê di heman şevê de ew birin girtîgeha Xarpetê.

Bertekên li dijî girtina Guven

Li ser girtina Guven, rêxistinên jinan û raya giştî nerazîbûn û bertek nîşan dan. Her wiha raya giştî ya cîhanê jî bêdeng nema. Zimanzan û aktîvîst Noam Chomsky û lîderê berê yê Partiya Karkeran a Îngilistanê Jeremy Corbyn jî di nav de, gelek kesayetên navdar têkildarî girtina hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven nameyek nivîsîn. Di nameyê de ji Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê hat xwestin ku ji bo berdana Guven bikeve nav liv û tevgerê.

Bi kurt û kurmancî, girtina Demîrtaş jî û berdana Dermîrtaş jî ji bo dewletê û Erdogan pirsgirêk e. Ji bo Guven jî heman tişt dikare bê gotin. Lewre Selahattîn Demîrtaş û Leyla Guven du şexsiyetên polîtîk û xwedî bandoreke civakî ne. Di qada navneteweyî de jî xwedî nav û deng in her wiha wekî du kesên polîtîk û têkoşer ên ji bo daw û doza kurdan têdikoşin tên nasîn. Bêguman dewlet jî vê rastiyê dizane û ji ber vê rastiyê wan bi awayekî polîtîk ‘dîl’ digire. Wisa xuya ye heta dewlet dev ji konsepta qirkirina kurdan bernede, dê li dijî siyastmedarên kurd jî dev ji bêhiqûqiyên xwe bernede. Belasebeb negotine ‘hiqûq kûçikê siyasetê ye’.