25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hiqûqa serdestan esas digirin’

Emîne Şenyaşar û Kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edaletê’ ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 45’emîn de didomînin.

Vê sibê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dîsa hatin ber edliyaya Rihayê û çalakiya xwe bi daxwaza pêkhatina ‘Edaletê’ dest bi çalakiyê kir.

‘Em ê heta pêkhatina ‘Edalet’ê li ber xwe bidin’

Li ser hesabê melabatê yê medyaya civakî wiha hat gotin: “Sê sal berê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê sê mirovên me hatin qetilkirin. Me xwest, biryara nepeniyê ya li ser dosyayê rabe. HIQÛQA SERDESTAN esas girtin û xwesteka me red kirin. Di dorê de Dadgeha Makeqanûnê heye. Heta pêkhatin EDALET’ê em ê li ber xwe bidin. Em ji vê derê naçin.”  

Çi bûbû?

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh birî.