Rojnameya Heftane

Wekî berxê li ber maka xwe

Veysî Varli

Nêçîrvanên dengên kurdî vê carê jî li pey dengbêjê ciwan Murat Akbaşli ketine. Murat wekî berxikê li ber maka xwe li gund xwe diparêze. Ew jî li bendê…

Furûxa tenha

“We în menem zerî tenha der astaneyî felî serd derîptîdayî derki hestî alûdeyî zemîn weyesî sadewu xemnakî asîman we natewaniyî în desthayî…

Hirçê Kezebşewitî

Li Newala Qeremûsê Eliyekî bira hebû. Cara çûyî min li ser guhertoya Aslîka Qadir dixwîne nivîsî. Vê carê dixwazim li ser ya Salihê Beynatî binivîsim û deşîfrasyona stranê pêşkêş bikim. Lê min gotibû; ez weke her car peyvek an çend peyvan dernaxim.

Salihê Beynatî (1938-1984). Dibêjî qey yekê ji malê bû. Çi cara navê wî hildidan, berê meriv diket çiyayên li pişt pira Malabadê. Dibe ku hatibe mala me jî, nizanim. Yan hatiye, yan jî min xeyala hatina wî kiriye. Dengê wî hê jî olan dide li kavilê zarokatiya min.

Dixwîne, diperitîne. Kêm dengbêj wekî wî ji kezebê dikin gazî.

Dengbêj bi salan li Qeremûsê maye, lewra cografyaya herêmê û bûyerê baş dizane.

Deşteka pahn wek kefa destî ji gundên wek Qoca, Hilêliyê û Belawela ber bi Newala Qeremûsê ve qam bi qam bilind dibe, diçe digîje Pîleka, Sergewra, Dêrika Emê Reşo, Mîrzebegan, Xincika û Aqûba.

Elî û Xelîl du bira ne, ligel apê xwe, 1937an de qesta Bixetê kirine. Li vê “erda nenas” in û guhbel bi wan hesiyane. Tîrek ji rêxistina guhbelan digîje Selatê, yek digîje çiyayên mala Eliyê Ûnis xwe spartinê.

Smayîlê Biro, ji Qoca ye û zavê Mala Eliyê Ûnis e. Sebriyê Hecî Ûsivê “îxbarçî” jî ji Qoca ye.

Hin dengbêj dibê jin “tatarê Şêx Mihemed”, lê ew “satar” e. Satar, ji darên bejnkurt pêk tê, wek “makî.”

Em stranê ji devê jinekê dibihîsin ku ji xwîşka xwe re dibêje “gulîbirê”. Kek Hemîd Kiliçaslan dibêje: “Berê gava yek di xortaniya xwe de dimir, rîtuela şînê bi vî rengî digeriya: Du dar wekî xaç bi hev ve girêdidan û diçikandin ku jê re digotin ‘darok.’ Xwîşka mirîye birayê mirî bû, porê xwe kurr dikir û li darokê badida.” Qest ji peyva “porkurr” jî eynî ye. Wek ku bêje, “wey, bila birayê te bimire!”

Qepîtan (capitaine), serpel (uzbaşî) e; dengbêj vê peyva Frensî wek Ereban bi lêv dike: Qefitan.

“Keya” mixtar e, “keyxo” jî dibêjin. Di hin stranên dengbêjiyê de qertafê pirjimariya Tirkî tên bikaranîn. Wek “begler”, “axaler” û “keyaler”a vê guhertoyê.

Bala xwe bidinê, vehênana dengbêjiyê pêşî dorhêlek datîne û hêdî hêdî ber bi navenda “çîrok”ê ve diçe. Tu dibêjî qey kamîra ye û bi “zoom”ê diçe ser lehengan û bûyerê.

Îca ka guh bidin Salihê Beynatî ka çi dibîne û dibêje:

De lê heylê heylê, heylê heylê, heylê heylê,

Heylê heylê, heylê heylê, heylê heylê, heyla wayê

Lê Xwedayê min zane, bila kula Xwedê bi sê kula’ be,

Bikeve derê mala Smayîlê Biro,

Çewa îro serê çendik û çend roja’ li pey peyayê’ mala bavê min îxbarçî ye

Lêbelê, serê vê sibekê cabekî daye merkeza Silîvana,

Îro giran e eskerê merkeza Silîvana, lê Yedîncî Qolordiya Diyarbekir,

Bekçiyê Bismilê ket’ne Newala Qeremûsê, satarê Şêx Mihemed,

Kanîka Temo, Aşê Reşo, Seriya Qoca, heta dora Hilêliyê

Lê Xwedayê min zane, şade ‘w şûdê berxê mala bavê min li dinyayê gelek hebûn,

Li çarşiya Qamişloyê, Qefitanê Fireng ji wan re sa’bet (suhbet) dike,

Digo’ “Ez ê li va’ peya dinêrim, fena cotek zabitê Hemêdiyê.”

Bi salixdanê xelkê, roja şerê Newala Qeremûsê,

Lê qerdela bekçiyê Bismilê li ser berxê mala bavê min dikin         zordestiyê.

Lê Emînê digo’, “Taqîb e, Wesîlê, xwêyê, gulîbirê;

Bejna Xelîl û Eliyê min, di van torinê mala bavê min rebenê zirav e,

Ta’k rihana Sasûn, xwe rebeno hêşîn dike li serê hemû ta’ta,

Ema ji xêra mala Xwedê ra, birra îro ev kaxizê nexêrê,

Cihaba sar a cemidî ji xweka te ra nehata

Lê lêbelê çi bikê, ji xêra sed mala Xwedê ra,

Gava li ser berxê mala bavê mi’ rebenê dibû pêsîrtengî,

Bila wêga ji wa’ ra bihata serê hewara Ûnis û Evdirehman,

Qewmê çiyê, lê hirçê kezebşewitî, gurê serê dax û çiya

Gelî Silîvana, e’ ji we ra sond dixwim, wê xwe bavêtina ser berata’

Lê Emîne digo’, “Taqîb e, Wesîle, xweyê, gulîbirê,

Şerekî li me çêbû li Newala Qeremûsê, li satarê Şêx Mihemed,

Li Kanîka Temo, xwe rebeno şer giran e roka Înê.

Ema birra kula Xwedê bi sê kula’ be, bikeve derê mala Smayilê Biro,

Sebriyê Hecî Ûsiv, şeş payî Emînê Zînê

Çewa serê vê sibekê cabekî dane merkeza vê Farqînê,

Têlekî dane Yedincî Qolordiya Diyarbekir, esker giran e,

Xwe rebeno cemsa’ dikişîne

Lê Xwedayê mi’ zane, seet li çare şevê bi şûn da,

Eskerê giran ketiye Newala Qeremûsê, satarê’ Şêx Mihemed,

Kanîka Temo, li Aşê Reşo, li ser berxê’ mala bavê mi’ rebenê girtiye kozik û kemîne

Haya berxê’ mala bavê mi’ rebenê qet ji bayê felekê tinîne,

Lê Xelîlê Mala Nasir, peyakî delûdîn î çavbixwîn e

Ema bi nîvê tivingê digre ji destê cendirmakî distîne,

Bi sê denga li berxê mala Elî dikir gazî, digo’:

“Lawo, wûnê çar tiliya’ serê xwe ji mi’ re derîne,

Mi’ îro sond xwariye bi sonda temam,

Ne ji vî eskerê giran be ti car mikûna we ji ber destê min tinîne.”

Lê Xwedayê mi’ zane, berxê mala Elî naşît in,

Ti car û ti car ta’n û niçê mêra’ li xwe nedîne,

Bi sê denga li Xelîlê Mala Nasir dikirin gazî, digo’:

“Lawo, emê makûm û firar in, lê ti terş û talanê te li pêşiya me tinîne.

Ema ti yê çar tilîka’ serê xwe ji kekê xwe re derîne.”

Lê Xwedayê mi’ zane, berxê Mala Elî serê xwe dide ser nîşana mîrata modaliyê,

Çavê çepê digre, çavê rastê li serê naniqîne

Lê derbekî li bejn û bala Xelîlê Mala Nasir dixîne,

Şal û şapikê trîko, kirasê felemez, pişta elêlî, kosteka seetê,

Lê şûşa durebînê, heta panîka qonderê di xwîna sor de dixemlîne

Lê Emînê digo’: “Gulîxanê, xweyê, rebenê,

Ti rabe here xwe bavêje tol û bextê keyalerê Silîvana.

Ez ê bêjim gelî keyalerê Silîvana, ez ket’me bextê û Xwedê da

Eger qisûreka berxê mala bavê min hebe, naşît in,

Ket’ne erda xerîb û nenas, xwe rebeno rê nedîne.”

Ema ji xêra mala Xwedê ra, gava li ser berxê mala bavê mi’ rebenê dibû pêsîrtengî,

Bila wêga ji wa’ ra bihata serê hewara Ûnis û Evdirehman,

Lê qewmê çiyê, hirçê kezebşewitî, gurê serê dax û çiya

E’ ji we ra sond dixwim, gelî Silîvana,

Wê Newala Qeremûsê xwe rebeno bikirina gola xwînê

Wey axayo li min ti nezan î, lê berxê bavê min o welle ti nezan î,

Xwedayê mi’ zane ji qeza Sasûn ti gula makûm û firar û eşqiyan î,

Li Girkelo ti qesabê serê teresê cendirman î.

Li çiyayê Xerza, ti çira bavê Elî û Evdirihman î.

Îro ketiye welatê Silîvana. Erdê xerîb e, nenas e,

Nizanim te çima bi destê xwe agir bi xêniyê bavê min ve danî.

Lîsta fotoyan:

  1. Ebdirrehmanê Eliyê Ûnis, 1938-Şam
  2. Salihê Beynatî
  3. Pira Xerzan li Awîskê, 1933