Rojnameya Heftane

Hiş çi bû?

Dilbirîn Dilo

Ji nişkê va rabû ber bi derî ve çû; ji yên li dora wî kesê tiştek ji wî fêm nekir, lê bi rewşa wî zanibûn tiştên hatibûn serê wî. Xorto qet ji wan haydar nebû kî li dora wî ye, çi dikin, çi nakin qet wî eleqedar nedikir, ji ber ku kes ne di hişê wî de bû. Di hişê wî de fikir û xeyal û bîranînên ku tenê wî eleqedar dikin hebûn; tenê ew û êşên wî di hişê wî de hebûn. Jixwe xorto tim û tim wisa bû. Civata ew tê de bûya bi kesê re nediaxivî; bi tiştek re mijûl nedibû tenê difikirî. Kes nizanibû bê ka çi di hişê wî de heye, tenê ew zanibû tiştên di hişê xwe de.

Xorto dema ji nav civatê rabû derket der û çû ber bi çiyê ve, mîna ku yek gazî wî bike û bibe wan deran, mîna lingên wî bêyî xwesteka wî, wî bibin…

Heta ku wê meseleya bêbav, bêbext nehatibû serê wî ew ne wisa bû; gula civatan bû, bêyî wî tu kêf di civatan de nebû. Heke ew nebûya du kes jî nedihatin ba hev û wext bi hev re derbas nedikirin, çimkî xorto bi henek û devkenîn bû; ji civatê re tiştên xweş digotin dilê wan xweş dikir ew didan kenandin.

Xwezî ew roja reş nebûya ew bobelat nehata serê wî!

Serê sibê zû ew û bavê xwe bi banga mela re rabûn herin bajêr. Xorto pir bi kêf bû, fîkefîka wî bû; şûr simêlê wî nedibirî, hingî bi kêf bû. Di dilê xwe de bûbû mêrekî mezin ku êdî diçe hewceyiyên malê li bajêr dikire. Emrê wî bûbû 18. Hê jî wî bajêr nedîbû. Îcar him ji kelecanê him jî ji fediya bavê xwe sor û sorçiko bûbû. Hespê xwe dabû pişt bavê xwe û difikirî; wê biçûna bajêr, dikan bi dikan wê bigeriya wê pir însan bidîta. ‘Elî wexta çûbû bajêr dîtibû, ji wî û hevalê wî re tim û tim qala bajêr dikir. Carkî gotibû însanên temamê dinyayê li bajêr in her kes li wir e, wî jî meraq dikir, lê nizanibû ku wê çi bê serê wî yê nerm û ter.

Li ser rêya wan, leşkerên dagirker sekinîbûn, ew û bavê xwe rastî wan hatin.

Yekê ji tevger û qam û qilafet û rutbeyên li ser milê wî dihat zanîn ku serleşker e;

– Hûn ji ku tên bi ku ve diçin?

Bavê xorto: Em ji gund tên, em diçin bajêr.

Serleşker: Hûn ji kîjan gundî ne?

Bavê xorto: Em ji Qediştê ne.

Serleşker dema navê gund bihîst çêrê wan da û ew ji hespên wan peya kir û li wan da:

– Kûçikana, segbavana hûn li dijî dewleta me, leşkerên me, gelê me xebatan dikin ha, kûçikbava ma hûn nizanin hûn ê nikaribin ti gûkî jî bixwin?

Bavê xorto bi tirs û lerz û bi lava: Na ezbenî wele em li dijî kesê xebatan nakin .

Serleşker bi hêrs: Hûn kê dixapînin segbavana?

Ew avêtibûn erdê û him li wan didan him jî çêrê wan didan.

Tirseke bêhempa ketibû dilê xorto; ew kelecanî û kêfxweşî cihê xwe ji tirs û neçariyê re hiştibû. Bi piranî jî li bavê wî didan, ji ber ku êdî zanibûn bavê wî jî ji mezinê gund e û têkiliyên wî bi hinek welatparêz û xebatkarên dilsozên welat re hene.

Xorto xwe avêt ser bavê xwe û bi dengekî mirov zane ji dilê şikestî û neçar tê kir qêrîn:

– Li bavê min wî tiştek nekiriye.

Lê leşkeran tiştek jê fêm nedikir, ji ber ku xorto tenê bi zimanê xwe dizanibû; neçûbû dibistanê û kesên biyanî jî nas nedikirin ku pê re bi zimanê wan biaxivin, loma nizanibû bi zimanê wan.

Wan xorto ji ser bavê wî rakir û avêt cemsa leşkerî. Xorto li ber pencerê dan rûniştin, tiştinan jê dipirsîn lê aqil û hişê xorto ne li wan bû; nikaribû çavên xwe yên bihêsir ji bavê xwe yê li erdê û sê leşkerên lê didin vezivirîne bi derek din.

Leşkeran çiqas li bavê xorto dida, ewqas jî bavê xorto dixwest xwe bigihîne cemsê. Bi kaşkaşê ber bi cemsê ve diçûn lê bêfêde bû. Leşkeran lê dida û ew li dûv xwe kaş dikirin. Xorto van lêdan û gevizandinê tev da didît û ji hêrsa dikir xwe perçe bike; xwe li rast û çepê cemsê dida, du leşkerên têrşîr jî nikaribûn wî zeft bikin.

Xorto hê jî diqêriya:

– Li bavê min nedin, wî tiştek nekiriye.

Êdî leşkeran mêze kir tu çare tê de nedîtin, dest bi lêdana wî jî kirin. Serleşker nedixwest li wir zêde li xorto bide, dixwest tenê bila êşa bavê xwe bibîne û bitirse da ku her tiştî bibêje, lê xorto nesekinîbû ev lêdana ku li bavê wî didin qebûl nedikir; xwe radikir li erdê dida û dikir qêrînî. Leşkeran li wî jî da lê ti êş hîs nedikir tenê diqêriya û digot:

– Li bavê min nedin wî tiştek nekiriye.

Heta hatin qereqolê jî hêna jî diqêriya. Ji bilî bavê wî tiştek di hişê wî de nemabû.

Heta mehekê li îşkencexaneya qereqolê îşkence dikişand û heqaret lê dihat kirin lê tim û tim wî digot:

– Li bavê min nedin wî tiştek nekiriye.

Lêdan dixwar, çêr lê dihatin kirin, nedihiştin kes wî bibîne. Piştî mehekê hat fêmê ku nikarin ti tiştek ji wî bigirin, ew ji îşkencê derxistin. Derekî wî yê sax nemabû her derê wî birîn bû û diêşiya. Ew bi vî halê wî birin li nêzê gund berdan, lê xorto bêtaqet bû, birçî bû, tî bû her derê wî diêşiya. Xorto heta hate malê bûbû êvar.

Dema çû malê berî her tiştî pirsa bavê xwe kir, lê dayika wî ya reben çong da û dest bi girîn û hawar û qêrînê kir; hem ji bo kurê xwe him jî ji bo mêrê xwe.

Leşkeran wê roja bêbext bavê xorto kuştibû. Tiştê herî dawî ku xorto bihîst ev bû. Êdî ti tiştî ew hişyar nekir, bû termekî biruh.