Rojnameya Heftane

Hişê azad neteweya azad ava dike

Hisên Çatikkaş

Ziman tiştên hişê mirovan derdixîne holê. Heke hişê mirovan bindest be, bêguman wê ziman her tim bindestiya mirovan derîne derve lê heke hiş azad be, dîsa bêguman wê ziman her tim li gorî azadiya hiş tevbigere û wê azadiya hiş derîne derve. Hişê mirov ê xwe ji bindestiyê rizgar nekiribe, helbet ziman wê nikaribe behsa azadiyê bike. Lewma em dikarin bêjin ku bindestiya hiş an jî azadiya hiş rê nîşanî zimanê mirovan dide û li gorî vê ziman gotinên xwe çêdike. Ji ber ku ziman li gorî hiş tevdigere ango gotinên hiş bi zimên tên gotin bindestî û azadî ne yên ziman in, bêguman ên hiş in.

Em dikarin bêjin ku hê hinek kurd nebûne kurd! Beriya her tiştî di vê sedsala netewe-dewletan de divê em kurd bibin kurd. Heke em bibin kurd wê demê em ê bibin netewe jî. Li ser bingehê nijadê netewe ava dibe. A rast ziman û nijad bi hev re nijadiyê ava dikin. Ji bo nijadbûnê jî perwerde û malbat saziyên sereke ne. Mixabin em kurd nebûne xwediyê perwerdehiyeke bi rêk û pêk, lewma ev hêla me qels maye. A din jî hêla malbatê ye ku ew jî bi salan e di bin pişaftinê de ye û bi awayekî bi rêk û pêk ji aliyê dewletên  mêtinger ên welatê me ve hatiye pûçkirin. Ji ber van her du sedeman aliyê me yê nîjadî/bûnê pir qels e.

Ji ber van sedeman e ku em kurd hê qala avakirina yekitiyê dikin. An jî hê nikarin têkoşîneke hevpar li hemberî mêtîngerên kurdistana xwe li dar bixin. Dev ji têkoşîna hevpar berdin, em hê qala şerê birakujiyê dikin. Em hê bi hev re şer dikin û dijminatiya hev dikin. Ji ber van sedeman e ku kurd hê evîndarên zimanê mêtingerên welatê xwe ne; ji ber van sedeman e ku kurd ji ber êrîş û zordestiya mêtingerên axa xwe dibin penaber û li welatên din bi cih bûne jî dibêjin “em ji Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyeyê ne”. Gelo ma kurdekî/e penaber nikare bêje ku ez ji Kurdistanê me? Helbet bersiva vê pirsê aşkera ye û bi awayekî aşkera li her derê dikarin bêjin ku em ji Kurdistanê ne. Jixwe ji ber vê gotinê wê kes wan sucdar neke û zordestiyê li wan neke lê çima ev gotin ji hişê me bi rêya zimanê me dernakeve.

- Advertisement -

Ji bo mirovên di bin mêtingeriya dewletekê de qutbûna ji dewleta mêtinger ferz e. Lewma tiştên ji destên wan tên divê bikin, ji bo vê jî her rê mubah e ango serbest e. Çi ji kê tê, divê texsîr neke. Têkiliya bi mêtingeran re ya li ser qebûlkirina mêtingeran guneh e û di heman demê de ne wijdanî ye jî. Jixwe tişta ne wijdanî, ne exlaqî ye.

Tiştên neteweyekê dikin netewe ziman, çand, … , û ax in. Lewma kesên di bin mêtingeriyê de ne divê xwedî plan û stratejiyên demkurt û demdirêj bin. Yek ji van stratejiyên demkurt qutbûna ji zimanê mêtingeriyê ye. Beriya her tiştî divê mirovên li vir têkiliya xwe bi zimanê mêtingeriyê re qut bikin. Ji bo vê jî divê di her qad û mercê de axaftina bi zimanê xwe israr bike. Stratejiyeke din a demkurt qutbûna ji çanda mêtingeriyê ye. Bi her awayî redkirina çanda mêtingeriyê jî li ser kesên di bin mêtingeriyê de dijîn, ferz e. Gelek kes di bin navê cuda yên wek “çand, wêje, muzîk gerdûnî ye” de naxwazin xwe ji çand û hunera mêtinger qut bikin û di heman demê de dixwazin xwe bi çand û hunera mêtinger li ser civakê ferz bikin û xwe bi civakê bidin qebûlkirin lê ev gotin û tevger ji hincetên xwe heyîkirinê wêdetir ne tişteke din e. Bi van gotin û tevgeran, xwe dixapînin û ya rastir ew kes naxwazin ku xwe ji mêtingerên axa xwe qut bikin. Bi vî awayî em dikarin stratejiyên demkurt zêde bikin lê ji bo fêmkirina mijarê ev mînak têrê dikin. Ji bo stratejiyên demdirêj jî ya herî girîng rizgarkirina axa welêt a ji mêtingeriyê ye. Ji bo vê jî çi bê kirin weke rojî û nimêjê yan jî îbadetên olan ferz e. Di heman demê de ev bareke li ser milê hemû kesên ku axa wan di bin mêtingeriyê de ye. Lewma ji bo rizgarkirina axa welêt ji mêtingeriyê kî çi dike û bi çi awayî dike, bêşik û bêguman divê bê destekirin. Ji ber ku hemû rêbazên li hemberî mêtingeriyê bêsuc û bêguneh in ango helal in weke şîrê dayikeke kurd.

Bêguman stratejiyên demkurt û demdirêj hemû bi hişê mirovan ve girêdayî ne. Lewre beriya hemûyan divê mirov hişê xwe ji mêtingeriyê rizgar bike. Heke hiş ji mêtingeriyê rizgar nebe mirov dê nikaribe behsa stratejiyan jî bike.  Rizgarî an jî azadiya hişî wê rê li ber rizgariya ziman, çand … axê veke. Di heman demê de di serdema neteweyan de wê me jî bike netewe. Heke em bibin netewe em ê ji bindestiyê/mêtingeriyê jî rizgar bibin.