25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hisen: Di rojên pîrozbahiya Şoreşa Rojava de nûnerên me girtî ne

Di 10`ê hezîranê de ji aliyê hêzên PDK`ê ve nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe çûbûn balafirgeha Hewlêrê, hatibûn girtin.

Ji wê demê heta niha hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, cihê endamên PYD’ê û sedema girtina wan aşkere nekiriye.Tevî ku di ser revandina wan re 42  roj derbas bûn jî, hîn nehatine berdan.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Herêma Kurdistanê Nurşan Hisên têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Mixabin di demeke ku em li herêma Kurdistanê salvegera şoreşa Rojava pîroz dikin, nûnerên rojevayê Kurdistanê li Hewlêrê girtî ne. Ev jî cihê şermezariyê ye. Bêyî dadgehkirinekê û bêyî ku sûcek wan hatibe diyarkirin heta niha nehatine berdan.”

Nurşan Hisên bang li PDK’ê kir ku dev ji vê siyasetê berde û li gor şert û mercên qanûnî tevbigere û wiha got: “Hewce ye îro li dijî siyaseta Tirkiye û alikariya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê helwesteke giştî bê nîşandan.”

Nurşan Hisên têkildarî hewldanên ji bo berdana hersê nûneran wiha axivî: “Me ji bo berdana endamên xwe serdana gelek aliyên peywendîdar kir. Lê heta niha bersivek erênî nedane daxwazên me. Ne diyar e ku wê kengî berdin. Sedema girtina wan jî ne diyar e.”