19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişmendiya li Herêma Kurdistanê dîktatorî ye

16’ê Sibata 2021 Dadgeha Ceza ya Hewlêrê li rojnameger Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm ji bo her yekî 6 sal cezayê girtîgehê birî. Piştî biryarê parêzaran biryar îtiraz kirin û serî li Dadgeha Temîzê dan. Tevî hemû nerazîbûn û bertekên navxweyî û navneteweyî Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê li rojnameger û aktivîstên Behdînan birîbû di 27’ê Nîsanê de erê kir.

Parêzeran careke din di 20’ê Gulanê de biryara Dadgeha Temîzê îtiraz kir. Lê, 20’ê Hezîranê  Dadgeha Temîzê biryar weke heyî erêkir. Li Herêma Kurdistanê nerazîbûna li dijî vê biryarê berdewam dike.

Rojnameger Asos Herdî li ser mijarê ji nûçegîhanê  Ajansa Rojnewsê Huner Faris re axivî. Herdî, diyar kir ku hişmendiya li Herêma Kurdistanê hikûm dike, dîktatoriye û got: “Kiryarên wan îspata vê rastiyê ye. Eger li gorî wan weke serdema dîktotoran, bi azadî û bi rehetî çi dixwazin wê bikin, bêguman wê zerarek mezin bikin. Dagirkeriya Tirkiyeyê li aliyekê, bombebarana Îranê li aliyekê din, tenê hêvî û riya çareseriyê ku azadîxwazan heye, ew dewletin ku baweriya wan bi demokrasî û azadiya ramanê heye û piştgiriya miletê Kurd in. Lê, desthilat bi van kiryarên xwe welatê me tûşî karasatê dike.”

‘Ev pirsgirêkek mezin e’

Rojnameger Asos Herdî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew felsefeya ku li Herêma Kurdistanê hukim dike, hişmendiya dîktatoriyê ye. Desthilat gihîştiye pozbilindiyekê ku her tişt li gorî wê biçe, lê herî dawî ev pirsgirêkeke mezin e û encameke xerab bi xwe bîne.”