spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişmendiya ziman hişmendiya neteweyî ye

Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê di 22’ê sibatê de xebata Kampanyaya Zimanê Kurdî hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de ji sed hezarî zêdetir îmze hatin berhevkirin. Ji bo yekitiya neteweyî û rêlibergirtina polîtîkayên asîmîlasyona dewleta tirk xebatên li ser ziman û girêdayî zimanê kurdî li bakur bê navber didomin. Sazî û dezgehên Kurdistanê xebatên der barê ziman û çandê de pêş ketine wekî mîrateyeke berxwedanê ji nifşekê vediguhêzin nifşeke dîtir û ev mîrate bi vî awayî tê domdarkirin.

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) vê carê dest bi xebateke nû ya ziman kir. MED-DER jî di nav de Komiteya 21’ê Sibatê di navbera 3-7’ê hezîranê de şahiya ziman li sê navendan; Cizîr, Wan û Amedê li dar xistibû û bi vî awayî armanc kiribû ku hişmendiya zimên di nav gel de xurtir bike û piştgiriyê ji bo kampanyaya îmzeyan berhev bike. Têkildarî xebatên nû yên ku MED-DER’ê dane pêşiya xwe  û bernameya wan a xebatê, em bi Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Şîlan Elmas Kan re axivîn.

Dewlet standan qedexe dike

Şîlan Elmas Kan bal kişand ser kampanyaya ziman û şahiyên ziman yên li her sê navendan pêk hatibû û wiha got: “Kampanyaya îmzeyan  didome. Xebatên di vê babetê de berdewamdikin. Lê belê dewlet bi tu awayî nahêle xebatên vê kampanyayê, heta xebatên têkildarî zimanê kurdî pêş bikevin û astengiyan derdixe. Mesela rojane bi hezaran kes diçin navendên dan û standinê (AVM) yên li Amedê yên wekî Ceylan û Nînova û hwd. Me xwest ku em standên kampanyayê li van navendan vebikin da ku îmzeyan berhev bikin. Lê belê dewletê destûra vê yekê neda.dîsa jî çi dibe bila bibe em ê xebatên xwe yên ji bo ziman her bidomînin.”

Derûniya dewletê têk diçe

Di berdewama axaftina xwe de Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kanê feraseta dewletê ya li dijî kurdan, zimanê kurdî û Kurdistanê ye nirxand û ev yek gotin: “Hişmendiyeke sed salî ya komarê heye ku pê nêzî kurdan dibe. Bi rê û rêbazên mîna tevkujiya cismî û çandî Komara Tirkiyeyê berê xwe da gelên suryan, ermen, kurd ên li herêmê û bi bernameyeke bi rêk û pêk a bişaftinê, tunekirinê xwe da ferzkirin. Lê belê ev aşkera ye êdî, ew kesên ku nikaribûn  li hemb erî berxwedana kurdan polîtîkayên xwe pêk bînin niha di halekî xerab de ne, derûniya wan ne baş e. Kurd bi berxwedana xwe stûnên pergala dewletê dihejînin, diderizînin. Ew ji vê yekê ditirsin û  dertên dibêjin kurdî ne li gorî pedagojiyê ye.”

Li dijî bişaftinê gund destpêk in

Têkildarî xebata nû ya MED-DER’ê û armanca wê de jî Şîlan Elmas Kanê ev yek anîn ziman: “Berê têkiliya gund û bajara wiha xurt û berfireh nebûn. Gelek kurd koçber bûn, li bajaran hêwirîn, gund xalî man. Di vê çarçoveyê de pergala parastina zimanê kurdî ya li bajaran bi teherekî din pêş ket. Desthilatdariya dewletê xwe li bajaran bêhtir dide hîskirin. Ser vê yekê zimanê tirkî di hemû waran der serwer bû û piştî demekê li ber çavê me jî şîrîn bû. Ji ber ku bişaftineke berfireh li ser zarokên me, li ser çanda me heye me xwest em ji gundan dest pê bikin. Gund xala destpêkê ye ji bo me lê belê em ê vê xebatê tenê bi gundan sînordar nekin. Em bi heman şêweyî vê xebata bînin bajaran, nav sîte û apartmanên xwe.

Tûrikê zarokan tûrikê ziman e

MED-DER dê di destpêkê de bernameya xwe li çar navçeyên Amedê; Çinar, Farqîn, Gêl û Bismilê bide tetbîqkirin. Şîlan Elmas Kan der barê bernameya meşandina vê xebata xwe de jî got ku ew dixwazin bi vê xebatê helwesta civaka kurd destnîşan bikin û wiha pê de çû: “Di serî de me xwest em helwesta gundan, helwesta zarokên gundan bibînin. Bi salan e em xebatên ziman dikin. Em dizanin ku divê ev xebat bi navçeyan, bi bajaran re sînordar nemîne. Lê belê êdî divê xebat berfireh bibin û hişmendiyeke zimanî û neteweyî ava bibe. Gava ku ew hişmendî di nav civakê de çêbibe êdî dê pêwistî bi komeleyên bi vî rengî nemîne. Êdî gel dê di nav xwezaya xwe bi xwe de bizanibe ku çima pêwîst e zarok pêşî bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Her wiha em ê di çarçoveya dersên muzîkê de rîtmên muzîkê fêrî zarokan bikin. Em ê stranên kurdî fêrî wan bikin. Em ê karê boyaxê fêrî wan bikin. Me ji bo zarokan ‘tûrik’ amade kirine. Di tûrikê wan de ferhenga kurdî, tîpên kurdî, keskesor û boyaxên me hene, çîrokên me hene û ew ê li gorî naveroka çîrokan bikaribin wêneyan boyax bikin.  Lê belê em ê vê bernameya xwe tenê bi gundan sînordar nekin. Me ji bo bajaran xebateke sîteyan daye destpêkirin. Em ê xebata xwe ya ji bo bajar û navçeyan bidin destpêkirin. Em ê bi palyaçoyan, bi çîrokan, bi helbestan xebata  xwe bi rêk û pêk bikin.  Hêviya me ew e ku em bi vî awayî rê li ber pergala bişaftinê bigirin.”

Êrîş li ku be berxwedan li wir e

Şîlan Elmas Kan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên bişaftinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan e dewlet bi bernameyeke rêk û pêk êrîş dike, qir dike û tune dike. Meseleya ziman meseleya hişmendiyê ye. Pîvanê netewebûn û neteweperweriyê xwedîlêderketina zimanê kurdî ye. Dewlet êrîşê van biyavan dike, divê rexmî vê xwedîlêderketina van biyavan jî xurttir bibe. Gava em xebatekê ji bo ziman dikin ew bernameya wan a qirkirina çandî derban dixwe, pêwîst e em derbên xwe bi xebatên xwe zêdetir bikin. Dîsa dibêjim hişmendiya zimanê kurdî hişmendiya neteweya kurdî ye.”